Pêsîrên Barînê

Pêsîrên Barînê

Ferîd Mîtanî

Pêşîyan gotiye: “Jin kanîya jînê ye”.

Her kes dizane ku heçî jin e bi qasî 9 mehan zarokê di malzaroka xwe de xwedî dike. Paşê çawa ku ev zarok ji dêya xwe dibe, êdî bi saya pêsîrên wê tîmar dibe û tenê şîrê ewê dayîkê dikare zarokê yeksalî bike. Bêhna buhiştê ji pêsîrên dayê tê û şerbeta jînê jî ji wan pêsîran derdikeve.

Erê!

Ji berîya du-sê rojan, di vîdyoyekê de komikeke hovên tundrew, li raserî cendekê jineke kurd a şervan (Barîn Kobanê) sekinîbûn. Dijûnên kirêt dikirin û tevlî ku ew laşê pak î pîroz bêruh jî bûbû, lê car dî gef lê dixwarin û wekî ku tola xwe ji wê firîşteyê vekin, wisa awirên xwe lê tûj dikirin.

Di pê belavbûna wê vîdyoyê re ne bi gelekî, heman hovan vîdyoyeke din belav kir û tê de dixuya ku bi destên xwe yên dojehî, pêsîrên wê keça çeleng jêkirine..!

Hey mala minê!

Cilên li ser daw û bedena wê dirrandibûn û ew goştê nazik qelaştibûn.

Dixwazim kurt kurmancî bibêjim: Bi jêkirina pêsîrên Barînê, zordestîya ku zêdetir ji hezar salî ye li kurdan tê kirin, bi awayekî vekirî li ber çavên her mirovekî hat raxistin.

Barîna şervan bi mebesta ku xaka xwe biparêze çek hildabû û tenê di qada xweparastinê de şerê xwe dikir.

Barîna ku hêla xwîna wan hovan wekî cihokên baranê ji jora girê Miştenûrê ber bi jêrê ve biherike û ew li Kobanê şikandin, êdî kete nava destên wan.

Dîmenê têkdana laşê Barînê, dîmenekî dilsoj û derexlaqî ye, lê belê ne dîmenekî nû ye.

Hovên ku êrîşî Efrînê dikin, beşek ji xizm û merivên wan ji ber şerê li Idlib û Helebê reviyane û malên kurdên Efrînî ji xwe re kirine penageh. Beşê din jî di bin barana topên rêjîma Sûrî de maye û di nava penc û kulabên çekdarên rêjîmê de bêrûmet bûye..

Efrînîyan jinên wan parastin û zarên wan di malên xwe de bi cih kirin, ewan jî êrîşî Efrînê kir, ter û hişk pêk ve têkdan û pêsîrên jinan jêkirin; kanîyên jîyanê çikandin.

Tevlî vê yekê jî, Hoşeng Hesen ku aniha li Efrînê wekî nûçegihan şerê li wir romal dike, dibêje: “Dema ku min li dermanxaneyeke bajarê Efrînê suhbet bi dermansazî re dikir, şervanekî kurd derbasî dermanxaneyê bû û miqdarek ji dermên bo dîlgirtîyên dagîrker kirî û ji wan re bir.”

Ha ev e ferq û cudahîya di navbera wan û kurdan de.

Eger em pelên dîroka kurdan û şoreşên wan bipelînin û bi awayekî aqilane binirxînin, dîyar e ku kurd bûne qurbanên dilpakî û dilnazîya xwe. Lê divê ku tiştekî bingehîn neyê jibîrkirin: Qedera me ew e ku em li nêva xwînrêjtirîn û durindetirîn neteweyên dunyayê dorpêç bûne û xaknîgarîya me kiriye ku em dîl û êxsîrên van Xwedênenasan bin. Bi dirêjahîya dîrokê û pirî caran bi şûrê Misilmantîyê em hatine qirkirin û rastî komkujîyan hatine.

Ez ê êrîşî tu dîn û olan nekim û ne jî dev bavêjim tu pêxemberan, lê dijminê me baş keysa xwe ji Qur’anê aniye û carekê bi navê Enfal dikir koka kurdan biqelîne û aniha jî bi navê El-Feteh pêsîrên jinên me jêdike.

Ev hovên nankor, bi yek carê ji mirovahîyê şûştî ne û jîyana li gel wan jehr û ziqûm e.

Wekî Se’îd Gabarî gotî: “Xwezî Kurdistana me li Africa ba û ne jî li nava şifqe û egalan ba…”

Efrîn dê li ber xwe bide û eger (Xwedê neke) Efrîn hat dagîrkirin jî, dê tu carî pê şad nebin. Dê her û her, tola Barîn û Avesta li dar be.

Hêj bi hezaran jinên kurd bi pêsîrên şêrejinan, bi şîrê rûmet û namûsê zarên xwe xwedî dikin û heyvanê kurdewarîyê di can û damarên wan de dimeyînin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev