QENCKIRȆ BEDENAN Û GIYANAN

QENCKIRȆ BEDENAN Û GIYANAN

Bo 80 salîya doxtir Zurbeyȇ Emir Îboyan

ṪOŔINȆ ṪOŔINÎ

Картинки по запросу цветы на день рождения

 ..Berf dihele, ҫîya dimîne,

 Ŕȇwî diҫe, ŕȇ dimîne,

Ga dimire, çerm dimîne,

 Mȇr dimire, nav dimîne…,,

 (Ji gotinȇn pȇşîyȇn kurda)

 

Endamȇ komîtȇya tenduristparastina dȇ û dergûşȇ ya şȇwra civakî ya li ŕex serokkomarȇ Ermenîstanȇ doxtir Zurbeyȇ Emir Îboyan hatîye dinȇ, ku navekî weke ҫîyȇ xweŕa qazanc ke, ŕȇyeke şȇn û ava li ser evȇ dinȇ veke. Ew, wek helbestvanȇ ermenî Parûyr Sȇvak gotî, ŕanebûye li ser pişta dinȇ, lȇ dinya pişt kirîye, dibe, bi doxtirtî û helbestȇn xwe hem bedenan, hem jî giyanan qenc dike, şahîyȇ dike dilȇn mirovan.

Jimara kesȇn ku bijîşkȇn malbeta Îboyanan qenc kirine, ji mirinȇ azad kirine, digihîje bi mîlyonan. Zaŕokȇn ku doxtir Zurbe demȇ da qenc kirine, îro nevîyȇn xwe jî bona qenckirinȇ dibine bal doxtir Zurbe.

Zurbeyȇ Emir sala 1937 an li Ermenîstanȇ gundȇ Qarxûna (niha Craŕat, navҫa Ȇcmîazînȇ) malbeteke ji ȇla Orṫilîya da hatîye dinȇ.

Derbarȇ sȇ ȇlȇn ȇzdîyȇn Serhedȇ yȇn Sîpika, Hesinîya û Ziqurîya da piŕ hatîye nivîsarȇ. Lȇ derbarȇ ȇla ҫaran ya Orṫilîya da piŕ kȇm hatîye li ser zar û zimanan. Tiştȇ balḱȇş ew e, ku ev ȇla hema li ser navȇ binecîyȇ Orṫilȇ hatîye navkirinȇ. Lȇ Orṫilî ya navendî û gundȇn der û dorȇn wȇ di destȇ binemala Ṫoŕina Ozman axa ya ji eşîra Ŕeşî da bûne. Hela sedsala 17 an da Ozman axayȇ lawȇ Alȇ kal ȇ ji evȇ binemalȇ bi şeŕvanȇn xwe va ҫûye hewara mîrȇ Bedlîsȇ – Evdal xan û mȇrxasȇn Ŕojkî, gava Mȇlîk Ahmȇt paşa yȇ osmanî ceng – şeŕ birîye li ser Evdal xan. Nivîsḱarȇ osmanî – Evlîya Ҫȇlȇbî jî derbarȇ şeŕvanȇn ȇzdî yȇn alîgirȇn Evdal xan da daye destnîşankirinȇ. (Cî ye bȇ gotinȇ, ku, mixabin, piŕanîya şeŕvanȇn paşayȇ osmanî kurd bûn, ŕȇvebirȇn wana jî begȇn kurd bûn, ango dewletȇ kurd bi kurda dida qiŕȇ…). Deverȇn ȇzdîyan ȇn nȇzîkî Wanȇ jî, berî ji Ŕohilatȇ Kurdistanȇ hatine malbeta Xetîv axa yȇ bavȇ Cangîr axa, di bin serwȇrtîya malbeteke Ŕeşî ya dinȇ ya Simoyȇ Ҫeto da bûn. Ṫoŕina Mala Ozman axa tîtûl – leqeba ṫoŕnatîyȇ ji dewleta Alî Osman wergirtibû. Ew ŕiḱneta xwe da zûda va arîstokirat bûn. Lȇḱolîn didine dîharkirinȇ, ku eşîra Ŕeşî (ŕo – şî) ya Kurdistanȇ da piŕ belav bûy (derbarȇ ḱîjanȇ da hela tîrnivîsarȇn horî – mîtanîyan da agahî hene) nav konfȇdȇrasîya Ûrartû da cî girtîye. Dînastîyayȇn Ûrartûyȇ dibek bi piŕanî ji evȇ eşîrȇ bûne. Awa babilîyan Ûrartû ,,O – ŔEŞ – to,, nav kirine. Navȇ payṫextȇ Ûrartûyȇ (Wan a îroyîn) ,,To – REŞ – po,, bûye. Gola Wanȇ dîroknivîsȇn ermenî ,,Gola ŔEŞ – tûn – yan,, (derya ya binemala ŕeşî – yan) nav kirine. Ҫîyayȇ ŔEŞ – ko (4168m), binecîyȇ ŔEŞÎ yȇ nȇzîkî Hesenḱȇfȇ, bi dehan cî, dever, ҫem bi navȇ eşîra kurda ya Ŕeşî hatine navkirinȇ. Ji 14 padîşahȇn Ûrartûyȇ navȇ 4 an hema ŔEŞO (Ŕûsa) bûne. Piŕ ŕȇ – ŕizm, bîr – bawerî, Pantȇon ȇn ûrartûyan û ȇzdîyȇn Serhedȇ hema dişibine hev. Heta kevanîya Şîvînî (Mȇrȇ Sivȇ) jî ,,To – ŔEŞ – poȇya,, hatîye navkirinȇ… Belȇ, ev berek, ber, eşîrȇn ȇla Ortilîya yȇn xweyȇ dîŕoka kevnar û dewlemend ji ber zordestîyȇn dewr – zemanan ji ŕefȇn xwe qut bibûn, bere – bere veḱişyabûn, xwe dabûne bin peŕȇ ҫîyȇ, li wura siṫar bibûn. Ҫawa helbesteke xwe da Zurbeyȇ Emir dinvîse:

Destûr nedan bijîn ŕex wan,

Aha ҫima em bȇ war man.

Pismamȇ Zurbeyȇ Emir – ,,Pȇxemberȇ zaŕokan,,, profȇsor Sehîdȇ Îbo ŕomana xwe ya ,,Kurdȇ ŕȇwî,, da bi serbilindayî dide xuyanȇ, ku ew ji ȇla Orṫilîya ye. Paşnavȇ bilbilȇ ḱilamȇn Serhedȇ Şeroyȇ Biro jî ,,Orṫilî,, bû…

Kal û bavȇn Zurbeyȇ Emir ṫevî desteke berek, ber, eşîrȇn cînarȇn xwe yȇn ji ȇla Orṫilîya ji ber zulm û zordestîyȇn Ŕoma ŕeş ji ṫixûbekî ҫîyayȇ Masîs derbazî ṫixûbȇ dinȇ dibin. Ji 100 salan zȇdetir li gundȇ Qereqoyînȇ dihȇwirin. Lȇ ji vir berî 100 salan dîsa li ser axa welatȇ kal û bavan cîşihitî dibin, dibine ŕȇwî, ṫevî ermenîyȇn gundȇn cînar derbazî vî berî ҫemȇ Erez dibin. Gundȇ Qereqoyînȇ yȇ li pȇşberî Qarxûna her dem ḱoḱ û ŕehȇn Zurbe kirîye bîrȇ, anṫȇxa welatperwarîyȇ di dil da guŕ hiştîye.

Doktor, profesor Sehîdȇ Îbo, doxtir, helbestvanȇ lîrîka nazik Simoyȇ Şemo, doktor Firîda Cewarî ya dota profȇsor Hecîyȇ Cindî, doktor Donara Maxmûdova ya dota dewsgirtîyȇ kurd ȇ wezîrȇ komara Ermenîstanȇ – Nado Maxmûdov ji nivşa bijîşkȇn kurde yekemîn bûn li Ermenîstanȇ. Zurbeyȇ Emir ji nivşa doxtirȇn kurde duyemîn e. Ewî sala 1965 an înstîtûta bijişkîyȇ ya Yȇrȇvanȇ (niha zanîngeh) ṫemam dike. Sȇ salan navҫa Axbaranȇ da wek bijîşkȇ sereke yȇ zaŕokan ḱar dike û şȇnîyȇn gundȇn kurd û ermenî yȇn ber pala ҫîyayȇ Elegezȇ qenc dike. Ji sala 1975 an heta sala 2000ȇ dewsgirtîyȇ doxtirȇ sereke yȇ navenda doxtirîyȇ ya navҫa Hoktȇmbȇryanȇ (niha parȇzgeha Armavîr) bûye. Îro jî li evȇ navenda doxtirîyȇ da ḱarȇ doxtirȇ zaŕokan dûmayî dike.

Helbestvan û nivîsḱarȇ navdar Eskerȇ Boyîk derbarȇ doxtir Zûrbeyȇ Emir da dinvîse: ,,Zurbe rewşenbîr û zanekî me yȇ hȇja ye. Di nav profȇsîya xwe ya bijişkîyȇ da jî ew gihiştîye asta pisporîyȇ ye bilind …Wȇ demȇ komela me ya xwendevan û gȇncȇn kurd hebû. Zurbe rȇvabirekî wȇ komelȇ bû. Gelekî aktîv, welatparȇz, hevalhiz, helal, rûsivik bû… û ev xeysetȇ wî yȇ hȇja li nav hevala da ew kiribû hizkirî…,,.

Belȇ ŕîya 80 salan Zurbeyȇ Emir gihîyandîye hȇlanȇn bilind. Lȇ dîsa jî ew wek Zurbeyȇ berȇ ye, wek zaŕokȇn ku ew qenc dike, ҫi ku dilȇ wîda ne, ew jî li ser zarȇ wîye.

-Heger hemû ŕojȇn mirov mînanî hev bin, wisane ewî kesî/ȇ ŕojek jîyan kirîye, – doxtir Zurbe dibȇje. Tȇ bȇjî, lema jî ew cîda ŕûnanȇ, bi ȇnȇrgîya û ȇginaya xortanîyȇ ṫevî ḱarȇn ,,Şȇwra Yektîya Kurdȇn Ermenîstanȇ ya Neteweyî,, û ḱarȇn civakî yȇn dinȇ dibe, her dem li cȇrgȇn pȇşin yȇn ҫalekîyȇn alîyȇ ŕȇxistina ,,Komîtȇya Kurdistan,, da darxistî da ne. Nîvȇ şevȇ be jî, gava hewara xwe lȇ dadixin, ew bȇ westandin û acizbûn xwe digihîne zaŕoka nexweş. Her siva bo tenduristîyȇ bi kîlomȇtran bi pîya dimeşe. Gotarȇn doxtiryȇ dinvîse. Beşdarî konfȇransȇn zanistîyȇ bûye. Yek jî ya li Kurdistana Bakûr a li Amedȇ bû. Li vira mijara gotara wî derbarȇ nexweşîya ,,Perîodîkî,, da bû.

-Lawȇ min – Ŕûslan û Narȇya bûka min alîyȇ doxtirtîyȇ da ji min derbaztir bûne, – bi ḱȇfxweşî doxtir Zurbe dibȇje û serda zȇde dike. – Narȇ yek e ji doxtir – gînȇkologȇn here serḱetî yȇn Komara me ya Ermenîstanȇ. Gelek bûkȇn kurd û ermenîyȇn Ŕûsîyayȇ jî hewara xwe li wȇ dadixin ku bedena wan şîn be. Bi dehan zaŕok ser xatirȇ doxtira bi şuret ,,Narȇ,,, ,,Naro,,, ,,Narȇk,, hatine navkirinȇ. Gotarȇn derbarȇ tenduristîyȇ da yȇn Narȇ her dem ŕûpelȇn ŕojnama ,,Zagros,, ya kurdî dixemlînin.

Piŕtûka ,,Parȇzgeha Armavîr,, da, ku sala 2017 an ŕonahî dîtye, derbarȇ doxtirȇ zaŕokan Zurbeyȇ Emir da hatîye nivîsarȇ: ,,Eva bi dehan salan e, ku gişk jî aminaya xwe Zurbe Îboyan tînin, lȇ bawer dikin, ҫimkî ew zaneyȇ profȇsîya xwe ye, mirovekî dilovan û pak e,,. Bi ŕastî jî, doxtir Zurbe bi beşer û optîmîzma xwe qam – qidûmȇ dike ҫokan, hȇvî – gumanȇ dike dilȇ nexweş, heval – hogir, der – cînarȇn xwe, wan ŕuhdar dike. Eva yeka helbestȇn wî yȇn bi zimanȇn kurdî û ermenî yȇn Almanax û berevokȇn cihȇ da neşirbûyî da jî tȇ dîharȇ.

Ḱeda hȇja û mezin ya doxtir Zurbeyȇ Emir hatîye nirxandinȇ. Ew bi mȇdala ,,Nîşana ŕûmetȇ,,, nîşanȇn pȇsîrȇ: ,,Pȇşvanȇ tenduristparastinȇ,,, ,,Katȇgorîya here bilind ya pȇdîatrîyȇ,, û gelek xelatȇn dinȇ va hatîye xelatkirinȇ.

Ŕonakbîrȇ navdar Zurbeyȇ Emir nava gel da naskirî ye, wek ҫîyakî ye, serȇ pȇsekinî ye. Ew bengîyȇ kurd û Kurdistanȇ ye, li Komara Ermenîstanȇ nav û ŕûmeta kurda bilind xwey dike, şîretḱarȇ keҫ û xortȇn kurd e, ku ew her deran, her deman xwedîtîyȇ li ziman, nav û nirxȇn neteweyî bikin.

Gava doxtir Zurbeyȇ Emir ȇş û nexweşîya zaŕokȇ dide hildanȇ, sonda Hîpokrat a dayî ŕa amin e, qe nayȇ ber ҫavȇn wî ew zaŕok nas e yan ne nas e, zaŕoka serḱaran e yan a gundîyan e, eslȇ xwe da ḱȇ ye.

A lema jî ҫendekî pȇşda bira – pismaman, heval – hogiran, der – cînaran 80 salîya ȇ xweyȇ pȇşeyȇ herî hûmanîstîyȇ, helbestvan, ŕonakbîr, ḱarmendekî civakî yȇ aktîv Zurbeyȇ Emir bi dilgermî bi def û zuŕne, bi ḱilam û ŕeqas pîroz kirin, ḱed û xizmeta wî ya mezin şȇkirandin, ṫemenȇ dirȇj, jîyana aram û bextewarî jȇ ŕa daxwaz kirin.

 

Ji navê redaksyona Riataza

Desteya rêvebir ya redaksyona Riataza 80 salîya bizîşk û welatparêzê mezin Zurbeyê Emir pîroz dike, jê ra emirekî dirêj, jîyaneke xweş û bextewarîya wî û malbeta wî dixweze.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Torinê Torinî

Li kolêca doxtirîyê, Zankoya doxtirîyê ya dewletê li Rewanê, fakûltêya jûrnalîstîkayê ya heman zankoyê xilaz kirîye. Serwêrê para dermanan ya serwêrtîya dermanxanan ya bajarê Gumrîyê û hevt navçeyên Ermenîstanê bûye. Niha serwêrê dermanxanê ye.

Qeydên dişibine hev