Nameyên evînî -15

Nameyên evînî -15

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a panzdehan e.

Xuya ye evîna kurdî a ser asta bilind, ku Nura Şane heta niha ser evîna du evîndarên bajarî  amade dikir û di rûpelên malpera me da çap dikir, bi dilê gelek xwendevanên me ye û vê carê ji bajaran derketîye, heta gihîştîye gundekî kurdan jî. Lê asta evînê û kurdîya evînê ser heman dereceya bilind in.

Em îro nameyeke evînî ya nivîskar Yücel Aslan (Koçer) çap dikin ku wî ji evîndara xwe ra şandîye. Ev nameya wî a dudyan e ku em çap dikin. Di wê da hûnê xênji evînê bi zargotina me, bi erf-edetê milet ra jî bibin nas, belkî çend gotinên kurdî jî bikevin bîra we, ku we gelek salan bi kar neanîne.

 

****

Min danê êvarê nameya te ya dawî stand
Min wexta nameger dît ricafê bedena min girt
Name û şiklê te hildan ez çûme bin dara berpalê
De tu wê darê dizanî a ku min ji te re gezo lê dianî
Ew şiklê ku te neqişandîbû ji bona xelata sersalê
Ez mîna dîna ber şa dibim, didim ber paşilê
Min zanibû ez ê wek zaroka bikim îskeîsk, biazirim
Erê, erê rast dibêjim, ez ê bigrîm û biazirim hevalê
Hêsir bê hemdê min dirijin li ser sûretê çepê, ser vê xalê
Lewma min serî hilda ez dûrketim ji malê
Naveroka nameyê rûyê nameger de xweya dikir
Min dest avête nameyê, nameger berê xwe wêda kir
Min dilekî şa û bi destên lerzok vê namê vekir
Te gotiye ez ê dûr herim, namînim ji van hewata
Nasekinim vî bajarî û li van welatan
Te du caran ser hev gotiye ez ê herim
Tu baş xwe binhêre, lê tu li min negere
Ey dîldara dilê min, ey Qemercana min
Ey muhuba dilê min, ey her du aliyê giyana min
Ka tu tunebî ez ê çawa baş bibim
Û çawa baş xwe binêrim
Hema gotina te ya dawî ev bû malava
Ne ji ber eşqa min û te av diherikîn ji delava
Ne tu yê bibyayî bûk, ez ê bibyama zava
Te çima peyî xwe halê min nenihêrî, te da gava
Ey Qemera min, sûretxala min, ey roniya her du çava
Wê gotina te re rihê min kete qefesa min
Bêhn li min çikiya, bû pirtepirta neksa min
Ji bo ku ez berdewam bikim nema êdî nefesa min.

Ey Qemercana min

Dilê min çima tu nizanî
Ez bêyî te tije kul û keser im
Ez bêyî te sewdaser im
Ez bêyî te terkeser im
Ez bêyî te dişewitim
Ez bêyî te alav digirim, venamirim
Ez bêyî te pêt im, agir im
Ez bêyî te sor dibim, disincirim
Ez bêyî te dibim kurik, koz digirim
Lê tu vêya jî tu carê ji bîr neke
Şewat û giriyê min ji ber eşqa wî dilê te ye
Evîn ji bo min pîroz e, baweriya min jê heye
Ez lehengekî kurd im, Alê neviyê Zal im
Ger tu nizanibî şahnamê de min bigere
Çermê pişta xwe palewana re nahêlim
Kes nikare min sindoq û yaşîga de veşêre
Dema Fîrdewsî dibêje Ristem dev lê nagere
Rojên tengasiyê de rûnanêm tenişta dîwana
Devê ken berê xwe didim kela zindana
Tu postê evdala xwe bike
Bisekine ber dergê xêratxana
Bikeve dilqê bêkesa ber derê sêwîxana
Sed û heft heb zîncîrkûj nikarin min zeft bikin
Bi çek û cebirxana
Tu kesî destê min qeydê nexistiye
Tu dem û dewrana
Xêncî tunebûna te tu tiştek nikare min bike pişt caxê bendîxana.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev