Bi xêr werî Valentayin! Lê bi Kurdî!

Bi xêr werî Valentayin! Lê bi Kurdî!

Mihemed Zekî Mihemed

Her sal di 14 ê subatê de (Valintayin) ango cejna evînê serî li me hildide, Valintayin sal bi sal bi firehî damarên xwe berdide nava civaka me.

Bê gumane ku bandora xwe li nifşê me yê nû jî kiriye, hêlîneke xwe di dil û mejiyê wan de çêkiriye.

Hêjayî gotinê ye ku milet û civaka kurdî ji her kesî bêtir hewcedarê evîn û hezkirinê ye, ku di civaka me de ciyê xwe bigire, ji ber ku zor û stema pîlankirî di dermafê gelê me de hatiye bikaraîn, sedemeke sereke ye ku kîn, çavtengî û zikreşî yê di civaka me de ciyê xwe bigire.

Lê belê, em hewcedarê evîn û hezkirina kurdî ne, evîn û hezkirina ku stûnên wêjeya kurdî jiyana xwe di ber de terxan kirin e.

Wek nimûne Mîrê helbesta kurdî Ehmedê Xanî du sedemên sereke ji nivîsandina destana xwe (Mem û Zîn) ê re diyar kirin e:

  • Da ku karibe berhemeke nirxdar û giranbuha bi zimanê kurdî binivîse, ji cîhanê tevî re bide xuyanî ku gelê kurd xwedî zimanekî bilind û serbixwe ye.
  • Da ku ew nerîna ku li ser kurdan hatibû ristin, ku jiyana kurdan hovane ye, ji şer û kuştinê pêve tiştekî nizan in, bişkîne û ji wan re diyar bike ku Kurd jî weke hemî miletên cîhanê ye, hest nazik, dilzîz û evîndar û jiyan hez e, ji loma xwe di ber azadiya xwe de dide kuştin.

Melayê Cizîrî jî ciwantirîn helbestên evînî yên rasteqîn ristine, ta navê wî bûye helbestvanê evînê û spehîtîyê, çand, wêje û folklora kurdî ji çîrok, destan û efsaneyên evînî yê mişt in mîna: (Mem û Zîn, Siyamend û Xecê, Ferhad û Şêrîn û ……..).

Ji ber vê yeka han jî, evîn û hezkirin nirxdar û giranbuha ne, gelê kurd bi pîrozî lê dinêre. Hêviya me ew e ku evîn û hezkirin di civaka me de cî bigire, da ku em hemî bi yek dilî milên hev bigirin, da ku em karibin civakeke şawerwerî û hevgirtî, dûrî kîn û zikreşiyê, jiyaneke bi watedar û nirxdar saz bikin, ji ber jîna bê evîn pûç û ziwa ye…. Mirin e…

Melayê Cizîrî di derbarî evîna rasteqîn de wisa gotiye:

”Îde û hebîbin nezre lê

Yan dê bi biquran melê

Ya reb bibînim roj hilê

Sikîn di dest qesabî da”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev