Nameyên evînî -16

Nameyên evînî -16

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a şanzdehan e.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

 

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî yên kurt, lê bi evînê va dagirtî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

***
Çavên min wî alî da pir bi namûs in dilê min. Her kes bo min ne kes e, tu bo min her kes î.

 

***
Her tiştên ser evînê hatine gotin bo her kesî ye, xênji me. Ji ber ku hemû evîndar dişibine hev, lê evîna tu kesî naşibe evîna me. Evîna me xênji bextewarîyê, herwiha rehetîyê û aramîyê tîne dilê min. Tu bi wê evînê va here kar mala min.

 

***
Ez dema dimeşim – bextewar im, qure me, dor û berê xwe biçûk dibînim û xwe efû dikim, dibêjim: -Ez ne wa me, evîna min wisa dike.

 

***
Tu bi ruh û canê xwe va hatî û ketî di nav ruh û canê min. Tu herî jî (qewlî diya min va: -belkî devê te bişkê), ruh û canê xwe nikarî bi xwe ra bibî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev