“Deq: Li pey şopa hunera kevnare” -1

“Deq: Li pey şopa hunera kevnare” -1

Mela Mihyedîn, lêkolîner

Tilismeke ku bi rêya derzîyê, murekkebê diniqutînin binê çerm ji wê re Deq tê gotin. Ji bo gellek sedemên curbecur deq tê çêkirin lê bi piranî ji bo xemilandin, muhafezekirina ji xirabîyan û ji bo bereketê insan li ser laşê xwe deqan didin çêkirin.

Ev hunera qedîm a kevnare hêdî hêdî wenda dibe û ji holê radibe. Gellek kes jî haya wan ji vê hunerê mixabin tunne ye. Li Kurdistanê bi piranî li bajarên wekî Mêrdîn, Dîlok û li Rihayê hîn jî şop û bandora vê hunerê didome.

Deq xwedî dîrokek kevnare ye. Di nava gellek qewmên cuda cuda de ji xwe re cih çê kirîye û di dîrokê de bi navên cuda hatîyê bilêvkirin. Di çanda me kurdan de navê wê “Deq” derbas dibe, di nava çanda dewletên rojhilatî de bi navê Tattoo û di nava çanda ereban de jî bi navê “Vesm” derbas dibe.

Çend peyv li ser dîroka deqê

Sala 1991ê, li ser çîyayê Otztal ku jê re dibêjin rêza çîyayê Alpê jî mirovekî ji serdema qeşayê ku laşê wî spîsaxlem heta îroyîn hatîye tê dîtin. Ev mirovê ku tê dîtin navê Otzî lê dikin.

Otzî berîya niha 5300 sal berê jîyaye ji ber laşê wî di bin berfê de maye û bi demê re ew berf dibe qeşa û bi saya wê cemedê heta îroyîn laşê wî bêguherîn tê. Di dîroka cîhanê de deqên pêşî li ser laşê wî hatine dîtin.

Di zemanê berê de li Îyon (Yewnan), Gladya û Germenê deq dihat çêkirin û bi piranî ji mêran bêhtir jinan deq çê dikirin.

Berîya Filehtîyê li Rûmê ji bo ku sûcdar û bendeyan (kole) ji kesên azad veqetînin, li ser laşê wan deq dihat çêkirin. Dînê filehtîyê deq qedexe kiribû, piştî xelkê rûmî hatin ser bawerîya filehtîyê dev ji çanda xwe ya deqan jî berdan.

Hemû dînên semawî timî erozyonê li ser çand û hunerê çêdikin. Lewma wekî Filehtîyê Misilmantî jî çanda Deqa xwestibû betal bike. Lê herçend ji bo vê yekê xebitî be jî gellek eşîrên ereb dev ji çanda xwe ya kevnare bernedan û li ser laşên xwe deqên bav û kalan ji nû ve şîn kirin.

Di arteşgeha hin dewletan de ji bo ku komên biçûk xwe ji komên din veqetînin û nehêlin dijmin têkevin nava wan di nava komê de ji xwe re hem alek û hem jî sembolê wê alê li ser laşê xwe didan neqişandin. Gellek caran şûr, tîr, kevan, xencer, rim, tifing, heştir, baz, eylo û hwd. ji xwe re wek sembol li ser laşê xwe didan deqdayîn.

Wextê ji alîyê rojhilatîyan ve seferê birin ser Amerîkayê û ew der keşif kirin. Ji alîyê keşifkarên wan ve tişta ku hatî dîtin tevekî di rojnivîskên xwe de tomar kirin.

Yek ji wan keşifkaran James Cook di sala 1769an de wexta diçê Tahîtîyê hemû dîtin û keşfên xwe di rojnivîska xwe de dinivîsê. Peyva niha ku europî ji bo deqê (Tattoo) bi kar tînin ji zimanê Tahîtîyan derbasî zimanê europîyan dibe. Dîsa di heman lênûskê de dinivîse ku xelkê wê derê ji bo xwe xweşik bikin û xwe xweşik bidin nişandayîn deqan ango tattooyan li ser laşên xwe çê dikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev