Pirsa we û bersîva me – 70

Pirsa we û bersîva me – 70

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernaê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê jî rêvebira vê beşa malpera me Nura Şane bersîveke gelekî balkêş dîtîye:

 

Pirsa Darayê Mêrgesorî û bersîva Nura Şane

 

Pirs: – Gelo ji kesên di cihanê da binavûdeng kê derheqa jina kurd da fikirên herî xweş û balkêş nivîsîne.

 

Bersîv: – Piştî lêkolîneke dûr û dirêj min fikireke rohilatzan-kurdzanê binavûdeng Oleg Vîlçêvskî ser jina kurd dît. Keremkin, binêrin ka zanyarê mezin çi qîmet daye me.

 

“Rast e, ji hezaran salan bigire heta rojên me bi demê ra hukumê mêran di civaka Kurdistanê da bela bû û bi kûrayî bingehê xwe girt, lê dîsa jî rola jinê heta roja îro jî di nav civaka kurdan da pir e û qedirê jinan bilind tê girtinê.

Serxwebûna jina kurd, qedirgirtina di hindava wê da, hurmeta wê ya pir di nav civakê da me tînine ser wê bawerîyê, ku di navbera jinên kurd û jinên gelên cînar yên Asîya Biçûk û Îranê da ferqeke mezin heye.

Jina kurd, ku ne tenê li zozanan, an jî li gundan, lê herwiha di bajaran da jî hîç caran rûbendê (serrûk) nade ber çavên xwe û rûyê xwe venaşêre, ji alîyê îslamê da tê gunehkarkirinê.

Jina kurd ya jîr û jêhatî, zîrek û aqilmend, ku namûsa xwe wek ronaya çavên xwe diparêze û temamîya êl û eşîra wê li pişta wê sekinîye, gorî normên binecîyên Asîya Pêş jinên ji riya xwe derketî ne.

Ji bo nimûnê, gotina kurdî – cindî, ku tê maneya “ciwan”, ketîye di nava zar-zimanê farizên riat û fikra xwe guhêrîye, bûye “jina ji riya xwe derketî”, “qehbe”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev