Helbestvan Ehmed Huseynî: ”Li jiyanê pir zor e ku mirov kurd be, ya jê zortir jî ew e ku mirov helbestvanekî kurd be”

Helbestvan Ehmed Huseynî: ”Li jiyanê pir zor e ku mirov kurd be, ya jê zortir jî ew e ku mirov helbestvanekî kurd be”

Bûyerpress

Ehmed Huseynî, bi reng û şêwazê xwe yê dilkêş, cihekî berz û bilind di qada wêjeya kurdî de ava kiriye.

Bi hostayî û ji alavên ku di malzaroka çanda kurdî de hatine daritştin, hestên xwe li ser pelê û di malikên helbestê de vedibêje. Ne tenê ji nifşên îroj re dinivîse, lê xwe noqî deryaya raz û nepenên kurmanciyê dike û di nêçîra xwe de dur û laleyên hêja ji nifşên li pê xwe re dihêle.

Di sala 1955′ê de li Amûda Rojavayê Kurdistanê hatiye dunyayê. Qonaxên pêşîn ji xwendina xwe li Amûdê qendandiye, paşê li Şama Paytext Beşa Felsefeyê temam kiriye. Dixwest ku di xwendina xwe de bigihêje astên bilind, lê Hikûmeta Sûriyeyê rê li ber girt. Ji lew re di 1989′ê de berê xwe da Swêdê û herî dawî jî li Îngilistanê bi cih bû.

Di geşta nivîskariya xwe de bi dehan ji niviştên hêja berhem dane. Jê û pê ve, Huseynî ji 2001′ê ve tevlî kenalên kurdî yên wekî Medya û Roj TV bûye û ji 2013′ê ve di Ronahî TV de bernameyekê pêşkêş dike.

Aniha xerîkî xebat û çalakiyên rewşenbîrî li Rojavayê Kurdistanê bûye û li ser derxistina kovareke bi navê “Miştax” dixebite.

Çawa ku nivîsa wî bala mirov dikişîne, wisa jî hêçan, nirxandin û şîroveyên wî hêja û bilind in.

Di evê hevpeyvînê de, çend hevok û ravekirinên xweş bixwînin.

Hevpeyvîn: Ferîd Mîtanî

-Dixwazim ji pirseke giştî hevpeyvîn û suhbeta xwe bidim destpêkirin. Eger em rewşa xwe ya çandî û wêjeyî bi pêşveçûn û nûjeniya demê re bipîvin, di demekê de ku derfeta tevgerîn û lêgerînê hêsan bûye, em li kû ne?

Serê pêşîn, zevtkirina dîmen pêwîst e. Di zevtkirina ewî dîmenî de hişmendî û hişyariyeke ku bikaribe xwe bixwîne, derbasî kûrahiya pirsgirêkê bibe, pirsgirêkê zevt bike, goşeyên tarî ruhnî bike, kêlîkên şikestinê destnîşan bike; da ku li gorî wê em zanibin em kî ne? Em ji kû hatine û bi kû ve diçin?

Gava herî pêşîn ku colonialismê pêk tîne: Şikandina derzika piştê ye.

Derzika piştê: bermahiya dîrokê, kelepûr, ziman û bîra gelemper e. Serdest dixwaze ku li şûna evê paşxaneya çandî, çanda xwe li ser bindestê xwe bisepîne. Di vê pirsa pişaftinê de, derba herî mezin li zimên dikeve. Gava ku em dîmenê xwe li pêş çavan raxin û bixwînin, em ê bibînin ku alava me ya xwenasîn û danasînê (ZIMAN) derbeke mezin xwariye. Kurd hînî 3 zimanan bûne. Di wê hînbûnê de qurbaniya herî mezin hest e. Dema ku zimanê serdest bigihe asta ku miletê bindest pê hest bike, wê hingê colonialism û dagirkerî gihan serencama xwe.

Di van 30 salên dawî de pirsa dabiranê hat çareserkirin. Lê pêwîstiya kurdan bi nasnameyeke siyasî heye, hetanî ku karibin zimanê xwe azad bikin.

Îcar divê bi awayekî jixweber em xwe perwerde bikin. Divê ku em di mejî û canê xwe de çand, kultûr û perwerdehiya erebî bi dûr bixînin û li şûna wê mîratekî xwerû kurdî biçînin.

Derba herî dijwar me di rihê xwe de xwariye. Diziya herî mezin di çand û hunera me de çêbûye. Ji 5saliya me ve em avêtin wanexaneyan, bi zora dar û lêdanê em zuha kirin û berê me dan zimanekî din.

Eger wê demê kurd bibêjin ku Ehmed Huseynî ji tevahiya berhemên xwe tenê helbestek bi kurdiyeke resen û petî nivîsiye, ji bo min serkeftin e

 

-Bang an jî daxwaza hewldana zevtkirina reh, damar, raz û nepenîyên zimên her timî di axaftin û nivîsên te de berz e. Ev zevtkirin bi çi hawî pêk tê û eger pêk hat, meriv dikare çi binivîse?

Ji derveyî her tiştî, lê evên ku bi vê pirsê mijûl dibin şahidên gelek bûyer, trajedî, êş û azaran in. Ew jî bi mebesta zevtkirina kêlîka afirandinê, da ku meriv bikaribe ewê êşê bi awayekî bejinbilindane binivîse.

Heçî nivîskar û rewşenbîr e, erka wî parastina nirxên civakê ye. Divê ku nivîskar bi rengekî cihê û bi şêwazekî ciyawaz ji ziman nêzîk bibe, hetanî ku bikaribe nasnameya “nivîskar” bi dest bixe. Dema ku ez nikaribim Ş.Avesta di peyvê de vejînim, pêwîst nake ku ez binivîsim.

Nifşek wê bê ku ji bandora zimanê serdest rizgar bûye. Dê ev berhemên me bi dest wan nifşan bikevin û dê bi hestên zelal ên kurdî bixwînin. Pirs ew e: Gelo dê ev nifş tu sûdê ji van berhemên me bigire ku xwe pê dewlemend bike?

Eger rojekê ji rojan Kurdistanek ava bibe, eger rojekê ji rojan zimanê kurdî azad bibe, eger rojekê ji rojan nifşekî ku bi kurdî mezin bûye û bi kurdî hest dike peyda bibe, eger wê demê kurd bibêjin ku Ehmed Huseynî ji tevahiya berhemên xwe tenê helbestek bi kurdiyeke resen û petî nivîsiye, ji bo min serkeftin e.

Kurd hebûneke dijawr e, pirseke giran e, pênaseyeke tirsnak e, êşeke piralî ye

-Barê helbestvanê miletekî bindest ji barê helbestvanê miletekî serdest girantir e?

Li jiyanê pir zor e ku mirov kurd be, ya jê zortir jî ew e ku mirov helbestvanekî kurd be. Kurd hebûneke dijawr e, pirseke giran e, pênaseyeke tirsnak e, êşeke piralî ye. Mînaka wê tune.

Lê çi li vir heye, yên ku hatin û em bindest kirin, armanca wan daqurtandina me bû. Ev zimanê ku em li ser diaxivin bi dehên kefenan çirandine hetanî ku gihaye me. Ji lew re, divê em pir lê miqate bin û wî delalî bikin; nav tê bidin, da ku ji xwe bawer be.

Ziman bûnewerek e; nexweş dikeve, zuha dibe, dimire…

Çendîn em bikaribin bi berpirsyarî û bi baldarî nêzîkî ziman bibin, ew qasî baştir e.

-Di roja îroyîn de û piştî ku kurteçîrok û roman ber bi jorê ve baş hevraz bûne, gelo helbest ji lutkeyê berjêr nebûye?

Te gotina helbestvanekî îtalî anî bîra min; dibêj: Hemî babet, xwendevanên wê kêm bûne, lê ew xwendevanên kêm ên helbestê ji wan kêmên celebên din zêdetir in.

Vedîtina şêwazê Selîm Berekat di nivîsînê de, ez ber bi nivîsînê ve kêşam…

 

-Di biwara nivîsîna helbesta nûjen de, cenabê te li nava tevahiya kurdan naskirî ye. Geşta te ya helbestnivîsînê kengê û çawa dest pê kir?

Di salên 1980 – 1981′ê de birayê min sitranbêj bû û min jî helbest ji bo sitranên wî dinivîsîn. Lê paşê di 1983′yê de êrîşeke tirkan li ser devera Hekarîyê çêbû, wê hingê ew cara pêşîn bû ku tiştek çirusî û di wê bûyerê de min helbestek bi navê “Bûka Êgir” hûna. Jixwe wekî din jî tevahiya malbatê dinivîsî û yê herî zêde jî helbest ji min re dixwendin “Mihemed Nûr Hunseynî” bû.

Min bi navê “Ehmed Ciwanko” bi erebî jî dinivîsî. Bandora kurdiyê li ser min bi xwendina du berheman çêbû: Yek jê berhema Rojan Bernas û yek jî berhema Ebdurehmanê Mizûrî bû. Dema min ev herdu berhem xwendin, min ji xwe re got ku bi kurdî jî helbestên xweş tên nivîsîn.

Ji aliyekî din ve du hevalên min hebûn, herdu jî bi êgir şewitîn û ji jiyanê bar kirin, ew jî “Kesrayê Ebdê” û “Fesîhê Seyda” bûn. Belku ya min, wekî tolhildana her duyan ji helbestê bû.

Ev qas atmosfer û bûyerên ku rûdan, paşê jî vedîtina şêwazê Selîm Berekat di nivîsînê de, ez ber bi nivîsînê ve kêşam…

Xala herî girîng jî ew e ku ez derdora du sal û şeş mehan li kampeke Swêdê mam. Rewşa min a derûnî pir xirab bû û ji xwendinê pê ve tiştekî din bi min re nedibû alîkar. Ez çûm Stockholmê bal dostê xwe “Zinarê Xamo”. Zinar tûrikekî pir mezin tije pirtûk kir û da min. Min bi yek carê xwe ji xwendina kurmanciyê re vala kir.

ehmed-huseyn2-200x300

-”Sîsirkê Hesinî” berhemeke Selîm Berekat e ku te wergerandiye zimanê kurdî. Di pêşgotina wegera xwe de, te Selîm Berekat bi gotinên xweş nimandiye. Tu kesayeta Selîm Berkat çawa dinirxînî û çawa şîrove dikî?

Bi kurtasî dikarim bibêjim ku  gerek e Selîm Berekat sihirbaz bûya. Kêfa wî bi xwe jî ji tiştên wisa re tê. Tişta wî ya pir balkêş jî ew e ku danûstandina wî bi nivîsînê re û ew atmosfera ku dikeviyê, pir xeter e.

Ez bawer nakim ku di babeta nivîsînê de mînaka wî hebe. Ev heye 30 sal ku tenê di danê êvarê de ji se’et 7 hetanî 8 dinivîse. Ya din jî berhemên ku dê bandorê li ziman û xeyala wî bikin, qet wan naxwîne.

-Weku HRRKê, projeyeke we ji bo derxistina kovarekê hebû. Kengê kovara we derdikeve û eger derket, dê çi tiştên nû vehewîne?

Em li benda navendê bûn ku avakirina wê bi dawî bibe, da ku em bi awayekî fermî vekirina wê ragihînin. Lê ji ber rewşa Efrînê me ev yek munasib nedît û yekser me dest bi kar kir. Beşê kurdî weku mijar amade ye û aniha xebat li ser beşê erebî tê kirin.

-Di civata nivîskarên Rojavayê Kurdistanê de, dengê gilî û gazindan gelekî bilind e. Ji bo nivîskarekî, tu gazind an jî behaneyan çawa dibînî?

Ji bo min, ez 26 salan li derveyî welêt mam. Dema ku welat dihat bîra min, tenê darbest û kefen dihatin ber çavên min. Min digot ancex ez cendekekî mirî li welêt vegerim. Kêlîka Rojava, bûnewerekî nû di hundirê min de diafirîne. Ji derveyî ku ziman mala min a hebûnê ye, Rojavaya rasteqîn a min bêriya wê dikir, tirbên ku min bêriya wan kiribû, miriyên ku min ew nedîtin û mirin…ev tiştên ku min rêz kirin, hiştin ku ev kêlîk ji bo min bibe kêliyeke berpirsane.

Kî çi dibêje bila bibêje. Ev Rojava ya min e. Berî ku ya kesî be, ya min e. Çenkî ez ê bikaribim bi şêwazekî xweşik danûsatandinê bi vê Rojavayê re bikim.

Paşxaneya ewî rewşenbîrî çi be, bila bibe. Lê hindek pirsên Rojava hene divê ku em bersiva wan bidin û çu îşê tu partiyan jê tune. Eger pirsên ziman bin, eger pirsên hebûnê bin, eger pirsên çarenûsa nasnameyê bin, bersivên wan her ji me tên xwestin.

Em ê çawa bikaribin ji derveyî gazind, serhevde, devaêtin û xeberan vê pênaseyê biçesipînin? Em ê çawa bikaribin ji rewşenbîrê kurd re bibêjin ku bila tu girêdayî çand û wijdana civaka xwe bî?

Em ê çawa bikaribin ji rewşenbîrê kurd re bibêjin ku ji tu partiyan re nebe terî; bila ew bên bejna xwe li ber te biçemînin û hurmeta te bigirin..?

Mixabin, xeleka ku ez ê çawa bikaribim vê kesayetê biafirînim, li bal me winda ye.

Di vê gazind û xirecira xwe de, êdî em wê pênaseyê bi carekê re winda dikin.

-Herî zêde tu nivîs û berhemên kê dixwînî?

Herî dawî, çavên min li nivîsên Rênas Jiyan in.

-Helbest ji bo te çi ye?

Jiyanê watedar dike.

-Gotina herî xweş?

Evîn e.

-Gotina herî ne xweş?

Xiyanet e.

-Tu li çi poşman bûyî?

Di jiyanê de hevaltiya çend kesan.

-Qehremanê te kî ye?

Masiyê Helîm Yûsiv e.

-Bi yek hevokê, kesayeta xwe vebêje?

Helbestvanekî ku xwest peyama xwe bigihîne, pir êşiya, lê hinekî zû xwe nas kir.

 

Ev hevpeyvîn di rojnameya Bûyerpress, hejmara 74′ê de hatiye weşandin. 2018.2.15

العدد733

records Source:http://buyerpress.com/kurdi/?p=12821

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev