Divê rêxistin, çapemenî û ragihandinên Êzdîtiyê nav û sembolên ku di Êzdiyatiyê de pîroz in li xwe nekin

Divê rêxistin, çapemenî û ragihandinên Êzdîtiyê nav û sembolên ku di Êzdiyatiyê de pîroz in li xwe nekin

Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê kevneșop/zargotina Êzdîtiyê

Hêjayan, em Êzdî hemû, tevaya dost, heval û xêrxwazên me Êzdiyan jî dizanin û hê jî dêjin, Laliș di Êzdiyatiyê de ziyaret, goristan, cîh û warê herî pîroz e, li ser vê axa pîroz bi dehan dar, șikeft, kanî, ziyaret, goristan, gelek sembol, sema, eyd, rê û rizmên Êzdîtiyê hene. Bi hezaran xas û qelenderên Êzdîtiyê ji bo pîroziya vî ciyê sûr û keremtane, di hemû demsalan de bê kubarî, zêde bi libasên xwe yên spî, zikê birçî û pêxwas xizmet kirine û hê jî dikin.

Heta ku ji van ruhaniyên Êzdîtiyê hatiye, ewan ne hîștine, hê jî nahêlin tu kes bi kûbarî, tevî șikal-sol-pêlav-qonderan-telikan û libasên kirêt derbasî ser vê axa ciyê peydabûn, gera ruh û milyaketên batiniya Êzdîtiyê ne bive. Tiștê ku ji wan Xwedê jê raziyên xizmetkar hatiye û tê, ew nahêlin-ne hîștine ku tu kesek di nav vî cîyê herî pîroz de tiștekî derew, bi fesadî, hevsûdî, axaftin, peyv û hwd. yên ne baș bibêje û bikarbîne.

Bi dîtina min, ji ber van û hîna gelek egerên dinê jî hene, ne raste ku her Êzdiyek anjî çend Êzdî bi razemendiya xwe tenê, van nav û sembolên ku di Êzdîtiyê de gelekî watedar û pîroz in (mînak: peyvên Laliș, Berat, Batinî, Kaniya Spî û hwd) li rêxistin, amûrên çapemenî û ragihandinên xwe bikin.

Jixwe em dibînin, di nav û bin van navên rêxistin, çapemenî û dezgehên ragihandinê de her axaftin, bûyer, peyv û hwd. çi yên baș û ne baș bin, tev têne weșandin, parvekirin û bikaranîn.

Vêca ezê zahf dilxweș bim, ku hûn jî bikaribin zanîn û nêrîna xwe li ser vê xembariya min, bi șiklekî ku em hevûdinê neêșînin – piçûk nekin, binivisînin û di vir de bi me ra parve bikin!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev