DIVÊ HELBEST ÇILO BE?

DIVÊ HELBEST ÇILO BE?

Qasim Xelîlî: Rexneyek

Gelek kes li ser navê helbestvaniyê helbestên serbest dinivîsin lê di helbestên wan de ti tehm nîne. Heme ku çiqas ravekên çelexwehrî û dûvdirêj di helbestên wan de hebin ew dibêjin qey helbest ê bêhtir xweş bibe û bêhtir bibe huner.

Serê sê çar peyvan jî peyvne ji van peyvan bikartînin: berbenag, tarîtî, şev, stêrk, helbest û hwd.

Vêca kî peyvên weke van ku di helbesta îro de bûne moda, çi bi wate, çi bê wate bi hev ve girêbide, dibêje eha ev bû qerraseke helbestan.

De ka “Min di malzaroka xewnên reş yên bêxew ku xwe paldane di stêrikên berbanga çavên te de” çi ye?

Gelek helbestên îro weke vê raveke pûç û vala ne.

 

An jî de ka ev çi ye?

 

“Tu hatî ey gul

Çavên min jî şil

Pir nexweş im kul

Meraqliyê te me”

 

Xerca hunera helbestê peyv in, ziman e. Lê çiqas peyv bi awayên xweş bi hev ve werine grêdan jî ne bes e. Çawa ku ravekên dûvdirêj û sergêj bi tena serê xwe ne bes in.

Divê hem gotin û ravek û xeyalên nûjen yên têrwate û hem jî pergalek, herikbariyek, lihevhatinek û muzîkalîteyek bi hev re hebin çi bi qafiye û pîvan, çi bê qafiye û pîvan….

Jixwe nivîsandina li gorî rê û rêbazên zimên tew qalê nekin… Nexasim di helbestên bi pîvan de xeta bêhtir têne kirin. Weke bikaranîna qertafên ku ne hewce, nelihevhatina deman, nebikaranîna tewang û zayendê, nebikaranîna daçekan û hwd…

Ê ev yek jî ne hêsanî ye ku hem tu li manê bigerî, hem li qafiyê bigerî, hem li lihevanînê bigerî, hem jî hercarekê tiştekî nû bibêjî hem li gorî rê û rêbazên zimên binivîsî…

Vêcar helbestvanên me çi dikin? Li ya hêsanî diçin. An du sê peyvên bi qafiye weke hev didine ber hev û an jî ravekne pûç ku ew bixwe jî jê fêhmnakin dinivîsin. Gelek caran jî bi zimanekî werger weke tirkmancî, erebmancî an jî tirşikmancî ku ti te’ma Kurdî jê naye…. Û ji wan were ku ev kambaxî dibe helbest.

Bi kurtî ez vê dibêjim: heke nûjen û xwedîpergalek û bi ruhê Kurdî bin, helbestên azad û serbest zehf xweş in, lê heke çirtovirto bin welleh ne xweş in! Ma bi zorê ye? Her weha yên bi pîvan jî wulo…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev