EM KURD DIBIN HER TIŞT LÊ ÇIMA NABIN KURDISTAN?

EM KURD DIBIN HER TIŞT LÊ ÇIMA NABIN KURDISTAN?

Berwar Berwarî

Em Kurd di welatê xwe da, li pergalên dagirkerên Kurdistanê da, li Ewropa, li Rusya û li her derê dinê da û her hêla jiyanê da em dibin her tişt, lê mixabin ji bo Kurdistanekî azad û serbixwe em nabin Kurdekî netewî, welatparêz, xîretkar, kedkar û fedekar.

Bi fikira min welatparêziya me kêm e! Ji bo çi welatparêziya me kêm e? Yek em berjewendiyên xwe, yên malbata xwe, yê eşîra xwe, yê tevger û partiya xwe, têxin pêşiya xebat û doza welat. Dido mixabin welatparêz, welatparêzan baş nas nakin. Ji sixtekar û xayînan gelek zû bawer dibin û mixabin wan kesan wekê “welatparêzan” dibînin.

Ew kesên sixtekar jî hezar car mixabin kar û xebatên doza welat digevizînin. Ev kesên wisa an hir nezan in, an jî ne dirist in ji bo doza netewa xwe. Bo vê divê welatparêz di civakê da kesên dirist û sixtekar ji hev bike, her wiha divê welatparêz ji bo van kirmên nav civakî, divê miletê kurd hişyar bikin. Ev her du rewşên min nivîsandî di bingehiya exlaqê da bi cih dibe. Lê exlaqek çawa? – Exlaqek şoreşgerî û welatparêz…

Gelî Kurdistaniyan, di tekoşîn û doza welat-netewekî da exlaqekî şoreşger-welatparêz tinebitin, ne mimkûn e ku ew doz û tekoşîn serbikeve. Ji bo şoreşekî û ji bo parastina welat bo xebata welatpariziyê hewca idelojiyekî kûr û dûr û hewca olekî bi bawerî û giran nake. Ideolojî û ol hebe jî dibe nebe jî dibe. Kurdistan û miletê Kurd brîndar û bindest e. Divê beriya ideolojî û olan miletê Kurd birînên xwe derman bike, xwe û welatê xwe azad bike.

Rewşa giştpirsiya başurê welat, Kerkûk û vê paşiyê jî rewşa Efrîn teqez dete nîşan kirin û di nava civaka welatparêz vê pirsê dike “ça siyaseta kurd ji bo berjewendiyê miletê kurd nabe yek?” ev pirseke kûr û baş û her wiha pirseke şoreşgerî-welatparêzî ye bo pêşeroja miletê kurd. Belê wekê hevoka serê nivîsa me gotî ”em kurd dibin her tişt lê em nabin Kurdistan!“.

Em dibin mamoste, nivîskar, mela, rewşenbîr, endezyar, bazîrgan, dewlemend, xweyî tevger, hunermend, serok, çekdar, rêvebir… bêlome em dibin her tişt lê mixabin ji bo pêşeroja stratejiya miletê kurd û Kurdistanê em bi hevra kar û xebatan nakin… ji xwe ma ne ev hal e ku miletê kurd bi salan paş ve û bê pêşeroj û bê azadî hêlişt! Gelê Kurdistaniyan ne dema razanê û bê xîretiyê ye dema kar û xebatê, dema hevgirtinê, hezkirinê, bi hevra gav avêtinê ye…

Dema parastina xaka Kurdistanê ye, li bajaran û li welatên koçber dema parastina nirxên miletê kurd e. Dema parastina ziman, çand, huner û ededên kurdan e. Dema parastin û xebata piştgirîya belengaz, feqîr, kesên hewce, bi xebatên madî û manewî ye… Şuna ewqas bangên mezin ji rastiya miletê kurd dûr, şuna zirtên bê bingeh, şuna siyaseta vir û derew, şuna nezanî, şuna çavpehnî, şuna bêdengiyê, şuna bê xîretiyê… roj roja parastina Kurd û Kurdistanê ye… An emê bi xwe hebûna xwe xweyî derkevin… an jî her 40-50 û sedsalan dîroka bindestiya me ti vegere paş… Her çi dibe jî hêviyê min hene, bila yê we jî hebin ji bo vê nesekinin, bixebitin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev