Êzdî li Sûrîyê: di navbera bobelata buhêrkê û metirsiyên niha de

Êzdî li Sûrîyê: di navbera bobelata buhêrkê û metirsiyên niha de

Cabir Cindo 

Wergerandin: Mihemed Zekî Mihemed

Hin guman dikin ku êzdî koçber in, di vê dawî de hatine Sûriyê, ev gotin rast e, lê xwediyên vê gumanê ne gotin ku Êzdî ew ji şêniyên Sûrîyê yê resen in, dîroka wan lê, vedgere hezarên salan. Ji encama rikgîrî û şerên li dijî wan diqewmîm, ew ji herêmên xwe dihatin koçkirin, çiqas dem dirêj bûbûne jî, lê ev vedgeriyan.

Êzdî şahnişîn û mîrnişeşînên wan li Sûrîyê hebûn, di gelek maweyan ji dîroka Şamê wan destlatdarî lê kiriye, cihekî taybet ji Şamê re li cem wan heye. Her ewha destlatdariya Helebê kirine yan ew bi mîrnişîna Kilis dihate nasîn a ku digihişte Hemayê, û Şêx Mendê Şemsanî yê Êzdî destlatdarî lê dikir, û keleha Helebê li ser vê yekê bîner e.

Dûvre mîrnîşî kete destê malbata Canpola kurê Qasim (ew niha malbata Canpola, Durzî yên Libnanê ne). Herweha hebûna Êzdiyan li herêma çiyayê Sem’an de hebû, ku li wê herêmê bi firehî şandên bo şîrovekirin û belavkirna xirstiyanî di nav wan de dixebitîn.

Siyasetên mandelekirinê başqekirin li Êzdiyan sepand

Neha Êzdî li Sûrîyê bi rengê komelgehê ji hev dûr belav dibin. Cîgehên serke ji cîwarbûna wan re parêzgeha Heleb û Hesekê ye, bajarên Heskê, Dirbasî, Amûd, Tirbespî û Serê Kaniyê hejamarne mezin ji Êzdiyan di nav xwe de dihewînin, tevî ku piraniya wan li gundan dihêwerin. Hejmara gundên wan li vê parêzgehê (Heseke) digihêje bêtirî pêncî gundî ye, herweha li gundên Efrînê û taxên Helebê belav dibin.

Hejmara wan li Sûrîyê nenas e, ji ber tunebûna serjimarên fermî, lê hin nerînên ne fermî guman dikin ku niha hejmara wan bêtirî sed hezarî ye.

Tevî ku hejmara wan berî deh salan ji vê bi gelekî bêtir bû, lê ji ber koçberiya ku zêde dibe, hişt ku rêjeya wan li Sûrîyê kêm bibe.

Ji kevn de Êzdî toşî hilmetên reşkirirn û bincilkirna dîroka xwe hatine, ji loma li gundan kombûn da ku ji yên din dûr bin û ta ku gumanên xerab li ser wan neyên biçîanîn, pir dijwarî dîtine, peyweniyên wan bi xeynî wan re li tirs, dudilî û hayedariyê avabûn.

Li Sûrîyê tu rêdan tune bû ku perstgehên taybet bi wan ava bibin, ew ji dagehên rewa yê îslamî re de dihatin pêşkêşkirin, ji hemî mafan bê par bûn ne ji hêla siyasî, ne jî mafên olî yê çandî. Û li ola wan ne dihat mukirhatin, ew mislman dihatin jimartin, zarokên wan di dibistanên hikûmetê de ola îslamî dixwendin. Zagoneke taybet bi barê kesayetî tune bû.

Se’îd Ebdê, ew çalakvanekî siyasîyî Êzdî ji Serê Kaniyê ye li Elmanya cîwar bûye,dibêje:

”Gelek sergêr û asteng li Sûrîyê li pêş me rû didan, em peyrewên ola Êzdî, herweha rê li ber me hate girtin ku bi rêweresmên xwe yên olî, şahî û boneyên xwe bikarbînin an ola xwe di dibistanan de bidin fêrkirin, du perwerdeyên olî li dibistanan hebûn, ew jî Îslamî û xiristiyanî bûn, min dixwast ku ola Xiristiyanî bixwînim û bo vê yekê min xwesteke pêşkêşî rêvebirê perwerdeyê li Heskê kir, lê ew xwestek nehate pejrandin, bê vîna xwe min ola îslamî xwend”.

Herweha Se’îs zêde dike: ”Me ji xeynî xwe bêtir dijwarî didît, yek, em weke Sûrî, didu, em weke Kurd mafên me hatin daqurtandin û desteserkirin, nasnameya Sûrî ji ma hat kişandin û xakên me ji me standin û dane Erebên Xemir, wek Êzdî ji hemî mafên siyasî û çandî bê par bûn, tu kesê me yê Êzdî tune bû ku di parleman an hikûmet an ewqaf an di çi gerîndeyên dewletê de ku nûnertiya me bike”.

Peywendî bi pêkhateyên din re

Tê bîra Se’îd ku peywendiyên Êzdiyan bi pêkhateyên din re di herêma ku ew têde dijya çawa bû, ew dibîne ku baş bûn û li ser rêzgirtin û hezkirinê ava dibûn, lê tevî wê jî bi şêweyekî ne yekser ji aliyê hin Kurd û Ereban ve tengasî û tengijandin hebûn, ew jî di rêya hin kiryar û peyvên ku yê Êzdî nedixwast bibhîze dihatin kirin û Se’îd gotina xwe zelal dike: Tevî van tevan jî, rewşa me bi gelekî ji rewşa Êdiyên dewletên derdorê baştir bû.

Gundên têkel yên ku Êzdî bi pêkhateyên din re ji Ereb û Kurd, Mislman û Xiristyanên Siryan re dijîn pir in, mîna herêma Tibespiyê (Elqehtaniye) ku 30 km î ji bajarê Qamişlo dûr e, peywendiyên wan pir baş bûn.

Ziyad Hamid, endamê Komîta Êzdîtiyê li Tirbespiyê û endamê Komîta hawarçûna xelkên Şingalê li herêma Cerehê dibêje: ”Êzdî li herêma Cerehê yek ji pêkhateyên ku tevna civakî ya sergihayî pêktîne, Êzdî bi danûstanda baş, na ya herî baş bi hemî pêkhateyên din re ciyawaz bûn.

Ev yeka han di gundê Mizgeftê de hate xuya kirin, yê ku ji bilî Êzdiyan Mislman û Xiristiyan jî lê dihêwirin.

Li Til Xatûnkê bi Mislanan re jiyan e, herweha li gundê Ela Reşa jî û li Gir Reşa bi xiristyanan re jiyan e û li gundê Dirêcîkê bi Mislmaên Kurd û Ereb û siryanan re.

Di salên heftê yî ji sedsal bûrî de, hejmara wan gihişte pênc sed (500) malbatî, ku di nîrên abûrî yên dijwar di dijiyan, tevî bê parbûna ji regez û nasnameyê û zordestiya axayan a ku li ser wan dihate ajotin, vê yekê hişt ku ciwan ber bi bajarên mezin û derveyê welêt ve koçber bibin, bi rastî em xwe kêmetewe di civaka xwe de nabînin ji ber ku civaka derdora me bi nerîna nizmîtî û piştguhkirinê li me nanêrin.

Mezintirîn nîşan ji hezkirin û lêbûrîn ya ku Êzdî li herêmê têde dijîn, ew pêşwazî û hevkariya ku her kesekî bo xelkên meyî ku ji Şingalê koçber bûyê pêşkêşkirin berçav bû”.

Şêx silêmanê Hito, ji herêma Amûdê ye, li ser agahiyên ku Ziyad gotî erê dike û dibêje: ”Peywendiyên me bi pêkahateyên din re xweş û baş in, îro em bi tu cudahiyê di navbera xwe de hestwar nabin, lê belê vajeyê wê ye ku em bi Êzdîtiyê li Kurdisatan Îraqê re bidine ber hev, tevî ku hejmara Êzdiyan li wir bêtir e, em bawer in ku danûstandina pêkahteyên din bi me re, bi taybetî tevgerên Kurdî yên li vir, nirxekî bilind û hêviyekê bi siberojê didine me”.

Guherînên civakî Êzdî berbiba kirin

Tevî van peywendiyên xweş bi pêkhateyên din re em dibînin ku diyardeya koçberiyê di civaka Êzdî de rû dide, nemaze pêştî vêketina kirîza Sûrîyê, ya ku hist gelek ji wan bi alî ewropayê ve koçber bibn bi rengekî taybet bo Elmaniya yê.

Şêx Silêman sedemên koçberiyê di nav tîreya Êzdî de li Sûrîyê şirove dike: ”Em ne bi koçberiyê re ne, lê belê pir hêman hene ku me bi alî wê de tehvdidin û nexasin bi bilindbûna metirsiya rêxstinên tundrew û gawirane”.

Lê Ehmed Dilf, mamoste ye, ji herêma Amûdê ye niha li Elmaniya yê cîwar bûye dibêje: ”Mirov di civaka me ya paşdemayî de, weke mirov tu nirx jê re tune ye, piştî em hatin Ewropa me mirovê roavayî naskir”. Û lê zêde dike: Wek Êzdî, nemaze li Sûrîyê bi hemî wateya gitinê ”hebûn” ji me re tune bû.

Birêz Hemûd ew ji Êzdiyên Dirbasiyê ye, endamê komîta aştiya navxweyî ye, li ser guherînên civakî, aborî û siyasî bi ser civak Êzdî û tevahiya herêmê de hatin, ji encama herdu cengên cîhanî, ku para gelê Êzdî ji wêranî û bobelatên cengê hebû.

Hemûd dîmenên piştî şer diyar dike û dibêje: ”Xelk û malbat mişexte bûn, hev winda kirin, piştî wê û ji tirsa zorbaziya stemkaran, biryar dan ku biçine Şingalê ku welatê çiyan e.

Lê belê Firensiyan sîron din navbera Sûrîyê û Îraqê de danîn ji loma di salên pênî yî ji sedsala bûrî Êzdî neçar bûn ku di gundine nû de cîwar bibin, û di çandinî û sewalvaniyê de xebetîn, divî karî de ji herêm re bûne nimûne.

Lê ew xakên ku wan di çandin, nanê wan ê rojane dabîn nedikir ji lewara li beriyên Cizîrê belav bûn li roziyê xwe digeriyan, ta gihiştin çiyayê Ebidilezîzê, ta salên notî ji sedsla bûrî di hemî cureyên bazirganiyê de xebitîn.

Tevî geşbîniya Êzdiyan bi siberojê û pisporiya wan di hemî curyên kar de, lê ew perîşan in, ji encama bildbûna rêjeya zayîna zarokan û tunebûna derfetên kar, vêca li şûna vê koçberiya ji derve bû, û komkoçberiyê destpêkir, piştî ku zaroyên wan ên koçber li jiyan û jîndariya Ewropa axivîn, ku bi rewşa herêmên wan ên ku têde dijîn bidine berhev , çawa ku ji her kesekî keysebaz û partiyan re bûne nêçîreke hêsan, li gorî pesndana kesekî.

Derbarî peywendiyên êzdiyan bi pêkhateyên din re birêz Hemûd dibêje: ” Êzdî ji danûstandin û hevakariya bi olên û pêkhateyên din re hezdikin ji loma kirîvatiyê bi wan re dikin,(Kirîvatî din nav kurdan de navdar e, ew jî zarok di dawa kesî ji olek e din de sinet dikin).

Êzdî ji siberojê ditirsin

Piştî vêketina şoreşa Sûrîyê Êzdî bi xêrê geşbîn bû. Bi birayên xwe yên Sûrî re di tevgeran û xwepêşandanên aştiyane de pişkdar bûn, lê ew ji ber gelek hêmama xwe jê dane paş dibe ya giringtirîn ew be ku gundên wan ji aliyê ketîbeyên şerker û Cebhet Elnesre toşî êrîşan hatin.

Hin gundên êzdiyan rastî êrêşan hatin ji wan êrîşa li ser gundê Qestel Cindo li herêma Efrînê –dema êrîşkeran şênî bi gawiran dane pesindan- û êrîşa Cebhet Elnesre û hin ketîbeyan li gundên Serê Kaniyê, ku di 17-8-2014an ji gundê Esediyê destpêkir, kuştî û birîndar û mişxetikirina şêniyan li şûn xwe hiştin, bi vê yekê hinek gund li Serê Kaniyê (Ras Ele’în) hatin valakirin.

Ji hêla din ve biryar ji desteya rewyaî derçû û têde talankirin û desteserikina mewdan û xakên Miradê Derwêş rewakir ji ber ku ew gawir e.

Her weha Êzdî li Heskê toşî tengasî, gef û revandina hin kesan hatin. Ev tev bi hev re bûne sedem ji koçberiyek bê serûber li gundên Hesekê, Amûd û Serê Kaniyê çêbibe.

Piştî bûyera ku li Şingalê qewimî, û derbasbûna Rêxistina Dewleta Îslam û bazdana hejmareke mezin ji şênimiyên wê bi aliyê çiyan de û yên mayî neçarkirin ku misilman bibin, metirsiyên Êzdiyên Sûrîyê bi siberoja nependî bilintir bûn û ji her demî bêtir bi komkoçberiyê diramiyan.

Tevî rewşa wan a dijwar, lê ew bi hemî tiştên ku karîbûn ji bo birayên xwe yên mişextbûyî bikin rabûn, xanî, cil û xwarin ji wan re pêşkêş kirin.

Hewldana parastina Taybetmendiyê û parastina yên din.

Mu’az Mîro endamê koma Laleş a folklorî dibêje: ”Me xwe pêşkêş û rahênan dikir û bi hayadariyeke mezin me xwe ji helkeftan re amade dikir. Di şeş salên bûrî de me gelek dîmenên folklorî bi cil û stranên xwepêşkêşkir, di helkeftekê de û bi sedema şanoyekê em toşî şopandin û tengasiyan hatin, armanca me ji komê, parastin û vejandina kultûr û folklora êzdî bû”.

Mu’az lê zêde dike: ” Me Êzdiyan ta cil û temtêla xwe guhertin, li wir tiştekî taybet bi me nema. Û piraniya Êzdiyan, ku em nebêjin teavan, cil û bergên erebî û Igalê li xwe dikin ta jinan jî cilên xwe guhertin. Û jiyana çandî li cem me ta niha neyî ye, ji ber nîrên ewleyî em ne dikarin bi azadî bixebitin”.

Lê bavê Fayiz, ji gundê Dugir e, ku ew gundekî Êzdî ye dibêje: ”Li dirêjahiya salan yekê Êzdî zor li kesên din nekirine, û ol li ser me disepîne ku em ji yên din hezbikin û rêzê li wan bigirin, ta ku yê Êzdî nimêj dike her dem dibêje xweda mirovan tevan biparêze û em jî di nav wan de, yanê em dixwazin ku xêr li ser mirovan tevan bibare_ ku çi hebe jî_ di baweriya me de, ku cîranê te ne bi xêr be helbet tu jî ne bi xêr î”.

Û Bavê Fayiz berçav dike û dibêje bê çawa xelên gundê wî xortekî Ermenî ku dikarîbû xwe ji kuştarên ku di dermafê Ermeniyan de li serdema Osmaniyan qewimîn xwe riha bike parastain, çawa dikrîbûn wî bi keçeke Erîmî re li ser ola wî bizewcînin.

Bavê Fayiz ji dîrokê daxive û bîranînên bavkalan û bervaniya wan di ber Ermeniyan de bibîrtîne.

Di sala 1915an de, bêtirî 4000 Ermenî yî dikarîbûn xwe ji kuştarê riha bikin û xwe li Êzdiyan girtin û ew parastin û bi serkêşiya Hemo yê Şero şerek ji bo wan ajotin, ji ber ku dest ji Ermeniyan bernedan Êzdî toşî hilmeke leşkerî hatin.

Di sala 1917an de serdarê Êzdî Cengîz ji bo Ermeniyan şerkir û bi 5000 şervanî ve li hawara wan çû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev