Ji nimûneyên zargotina me –128

Ji nimûneyên zargotina me –128

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji rêzenivîsa me a 128an e, ku me ji pirtûka “Varîyantên kurdî yên destana “Koroxlî” hildaye, ku sala 1953an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Em îro beşa duduyan a bi sernavê Koroxlî û Bolî beg raberî we dikin. Berevkar û amadekarê vê berhemê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Koroxlî û Bolî beg -2

Dora çadira Bolî begê girtin. Bolî beg bi saxî girtin. Çiqas çadir û xêbetên wan hebûn, bar kirin, kişandin serê Çardaxlî Çamlibelê. Bolî beg jî bi xwe ra birin. Ev mal li hevdu parevekirin.

Koroxlî Bolî beg bir dîwana xwe, sêsid şêstûşeş keleşlerên wî hatin li dîwanê rûniştin.

Nîgar Xanim qîza Cewarlî paşa bû. Qelûna pêçayî îmane sêrî da (karbar) girte destê xwe, hat nav keleşleran da rûnişt, lê nihêrî xortekî delal, kincên wî jê êxistine, xwe belengaz kirîye, dera han rûniştîye. Nîgar Xanimê got:

– Koroxlî, ev xortê hanê çi xort e, wisa belengaz li odê rûniştîye?

Got: -Nîgar Xanim, ewî carekê ez girtim birim,- li ber wî dibêje, zanî,- bi dekekê min xwe jê xilaz kir, ez hatim, esker careke din zivirandîye anîye hatîye min bigire, tu niha çi dibêjî, ez çi cezayî bidime wî, ez bikujim?

Nîgar Xanimê hilda got:

– Mêranîya te ne tu mêranî ye. Erê tu dibêjî “Ez helal im”, hema eva yeka helalî nîne, navê te heye, hilbet ev belengazê hana derdekî wî heye hatîye şerê te. Ca hela jê bipirse, çika derdê wî çiye?

Koroxlî jê pirsî, got:

– Bolî beg, kuro, te carekê ez girtim birim, hela min bi deka xwe ji destê te xilaz kir, îcar tu hatî çi, te dîsa esker anîye?

Bolî beg got:

– Koroxlî, hefsa dilê min ketibû Done Xanima qîza padişa. Padişa emir kir, ku “Kî ji we here Koroxlî bi hespê wî va sax bigire bîne, ezê qîza xwe – Done Xanimê bidimê”. Min got: “Hazir ezê herim; Koroxlîyê yan min bikuje ez ji wî derdî xilaz bibim, yan wê bi min ra bê, wê min bigihîne mirazê min.

Nîgar Xanimê hilda got:

– Koroxlî, tu ku mêr bî, tuyê herî wî bigihînî mirazê wî, mêrik xwe avîtîye ber bextê te, rastîya xwe ji te ra dibêje.

Koroxlî got:

– Nîgar Xanim, tu qîza Cewarlî paşa yî, hema xeber xebera te ye, hema ezê herim, ne ku naçim, lê tu were ecêbekê bîne serê min.

Bolî beg hilda got:

– Were ez û tu em bibin qan-qardaşê (birê xûnê) hev, nanê xwe bîne, ez bi nanê te sond bixum, ku qelpîya min wê piş te va tunebe.

Nan anîn. Bolî beg bi nanê wî sond xwar. Qedehek tije av kirin; herdu jî tilîya xwe ya çûk xûn kirin û berdan nava avê, her yekî gulmek jê vexwar, bûne birayên hev yên xwînî.

Nîgar Xanimê rabû tivdarekê herdan dît. Koroxlî kincên xwe yên cengê li xwe kirin, hespê wî hemîn hespê wî ye, hespek jî ji Bolî beg ra anîn, bi terkûya xwe va çadirek girêdan, berê xwe dane şeherê Stembolê. Herkê rojekê, herkê dudan çûn. Rojekê ew kanîya esker ser hêwirî bûn, gihîştine wir. Ji wê kanîyê ra “Kanîya Rihetîyê” digotin. Nihêrî ku ew eskerê ne revîbû, li çiya neketibû, wê hatine ser kanîyê hêwirîne. Ewana jî çadirên xwe lêxistin. Esker hat, hema Koroxlî, Bolî beg di hundurê çadirê da rûniştîne. Ev ordîya han gişk lê sêr dike, li hespê wî, li Koroxlî, li sîlihên wî dinihêre. Koroxlî ser doşekan rûniştîye. Bolî beg, hesabê birayê biçûk, jê ra qulix dike. Hema nîvê vî eskerî zû da bêrîya mala xwe kiribûn, çûbûn daxilî şeher bûbûn, çûbûn malên xwe.

Qeceroxlî kurapê Bolî begê bû. Ewî eva pirsa bihîst, ku Bolî beg Koroxlî anîye ser “Kanîya Rihetîyê”. Sê-çar heval hildan, got:

– Were em herin, salixê Koroxlî û hespê wî didin, em herin bibînin. Hemîn Bolî beg kurapê min e, em herin bibînin. Bîne cem padişa, kî dikare here bibîne.

Rabûn du eyar şereba serkelê hildan, berê xwe dane ordîyê, hatin. Lê nihêrîn çadir bi erbet (bi sirê) lêxistine. Çûne ber derê çadira Bolî beg. Selam û sabax dane hevdu, saxlixîya dinê ji hev pirsîn. Qeceroxlî lê nihêrî ku deste kincên wisa li Koroxlî ye, meriv şaş dimîne; sîlihên wî girêdayîne, ser doşekê rûniştîye, Bolî beg jê ra lola birê çûk qulix dike. Li Qeceroxlî gelek çetin hat, got: “Canim, evî çûye Koroxlî hêsîr bigire bîne, lê Koroxlî xapandîye anîye; padişayê hemîn qîzê bide Koroxlî, çira bide wî”. Qeceroxlî solên Bolî begê danîn. Bolî beg derket der va, got:

– Bolî beg, Xwedê malik xirabkiro, ku tu bi wî hesabî Koroxlî bînî cem padişa, padişayê serê te jêke, wê Done Xanimê jî bide Koroxlî.

Bolî beg got:

– Lê çawa?

Got: -Gere em dest û lingên wî girêdin, bibin teslîmî padişa bikin. Padişayê zanibe te bi zora şûrê xwe girtîye anîye.

Bolî beg hilda got:

– Qeceroxlî, ne em bûne qan-qardaşê hev, me sond xwarîye, ku em piş va tiştên xirab nekin.

Got: -Hewî, malxiravo, sonda we herduyan li Çardaxlî Çamlibelê ma, vira çi sond; sonda we herduyan li wêderê maye.

Bolî beg got:

– Em nikarin alt bikin, emê çawa destê wî girêdin, wê me gişkan qir bike.

Got: -Zanî tuyê çawa bikî?- Qeceroxlî got,- min şeraba heft salan ya serkelê anîye, ji Stembolê boyîna we, eşqî te. Tu rûnê, ezê şerabê bînim, dibêjin Koroxlî zef şerabê vedixwe, ezê tasa şerabê li we vala kim, tasa te vala, ya wî tijî bidimê. Kengê bê hiş ket, emê wî çaxî sîlihên wî vekin, destê wî girêdin, lingên wî bin hespê va girêdin, bibin herin ber derê padişa, bira xelq jî zanibe te bi zora şûrê xwe alt kirîye, anîye. Dergîstîya te jî wê bizanibe.

Bolî beg çû rûnişt. Qeceroxlî şerab bi herduyan girêda, tasa Bolî begê vala, ya Koroxlî tijî dayê. Koroxlî vexwar, vexwar, vexwar, heta di alîkî da hate xwarê. Milê Koroxlî girêdan, sîlihên wî vekirin, hespê wî anîn, Koroxlî lê siyar kirin, lingên wî bin hespê va girêdan, ordîya xwe bar kirin, berê xwe dane Stembolê.

Koroxlî ma sehetek here nava Stembolê. Aqilê Koroxlî hate sêrî, lê nihêrîn lingên wî girêdayî, destên wî girêdayî. Zivirî ji Bolî begê ra got:

– Bolî beg, sonda te ev bû, te ez anîm bi mixenetî girtim?

Bolî beg got:

– Sonda me, biratîya me ma serê Çardaxlî Çamlibelê, li vira sond tune.

Koroxlê di halê xwe da got:

 

Bolî begem, sene deyîm,

Çamlibêlda neîm qaldî?

Qaldî keylîk – Nîgar Xanûm qaldî.

Menî tûtdû Qeceroxlî

Oldûrir, vêrmas mecalî,

Dort dîreklî, bêş bacalî

Çamlibêlda neîm qaldî?

Qaldî, Nîgar Xanûm, qaldî,

Kyoroxlî soylemes yalan

Çamlîbêlda neyîm qaldî?

Qaldî, Nîgar Xanûm, qaldî8.

 

Qeceroxlî got, go:

– Ew mêr wa û wa bi te bike; çira wêderê keleşlerên te tunebûn yek bi jina te ra be…

 

Got: -Bira be Qeceroxlî, bira eva di bîra min da be, te got, çû buhurt.

Wê kezelikê Koroxlî birin nava şeher, ber derê padişa peya kirin. De, xeber di nava şeher da belav bû, ku: “Bolî beg Koroxlî bi saxî girtîye, anîye”. Gişk hatin tije dîwana padişê bûn. Koroxlî birin hinzûra padişa.

Padişa lê nihêrî meriv sawa kulê ji Koroxlî digirin. Ji Bolî begê pirsî:

– Te çawa Koroxlî girt, şerê te hilbet çawa bû, gilîyên xwe ji me ra bike.

Got: -Navê wî zef derketibû, padişa xweş be. Ew çiye, şerê wî çiye, ku ber min ber xwe bide? Min carekê lê kir qarîn, kete hevdu, nikaribû bixebitîya, şer bikira, min girt anî hat. Go, hizdikî ji ordîyê bipirse.

Koroxlî got: -Padişa xweş be (egît e, talaşa wî ye?!), go, îzina te heye ez jî xeberdim; go hema xeberdana xwe ezê bi saz bistirêm, ez nikarim lola wî xeberdim.

Got: -Bêje, go, îro roja girtinê ye, tu hatî ber kapê xwe, go, çi dibêjî, bêje!

Cimaet tijî ye; Koroxlî got:

 

O kî leke arîya geldî,

Meclîsîn halî perîşan olûr,

Bîr îgît arîya torese,

Dûşmanîn halî perîşan olûr.

Serçîya bax, qereqûşa kem bîçer,

Qoç îgîtin balasî qoçax olar.

Deke qovxe gyûnû dayanmez – qaçer,

Qaçer tenhada qehreman olûr,

Kyoroxlî dêyer: qorxmenem mixennetdan,

Tûlkî dêyer: aslana qoverem yûrtdan.

Kêçî qorxa-qorxa qaçer qûrtdan

Hema men qorxmenim hêç bîr nemerddan9.

 

Padişa got: -Bolî, te çûye anîye hatîye; herkê bi şer anîye, herkê bi xapandin anîye (padişa jî bawer ne kir, ku bi şer anîye). Min hemîn Done Xanim daye te, hespê Koroxlî jî ji te ra, min Koroxlî jî da te; dibî dikujî, çawa dikî bike.

Koroxlî derxistin derva. Qeceroxlî, Hesen, Huseyn şêwra xwe kirin, go: “Em çawa bikin?”. Yekî got:

– Emê bikujin.

Hesen got:

– Na canim, çira bikujin, go, hespê wî bînin bazarê ber çavên wî bifiroşin, emê wî jî bibin herin Çuxur mehelê, li wir bîr heye, emê bavêjine bîrê. Ew ji hespê xwe zef hiz dike, wê di bîrê da ji derdê hespê xwe bibihece. Çira gunehê wî dikine situyê xwe?

Bolî beg telal dane gazîkirinê, gotê: “Li şeherê Stembolê çiqas merivên qereh, maldar hene, bira bên; ezê hespê Koroxlî bifiroşim, bira ji xwe ra bistînin”.

Hema tucarek li şeherê Stembolê hebû, yekî ji wî xurttir, ji wî qerehtir, ji wî maldartir li şeherê Stembolê kes tunebû. Ew hate bazarê, hesp di destê Hesen û Huseyn da ne. Bolî beg sekinîye. Tucar got:

– Bolî beg, tu wî hespî difiroşî?

Got: -Çima tu nizanî min telal daye gazîkirinê?

Got: -Bolî beg, fîyatê wî bêje, eger hate hesabê min, ezê bistînim, çika tuyê bi çi bidî?

Bolî beg got:

– Ne ez lê siyar bûme, ne min ajotîye, ku ez xeysetê wî bizanibim.

Hesen got:

– Canim, go, ancax xweyê wî fîyatê bêje.

Bolî beg ji Koroxlî ra got:

– Gerekê tu fîyatê hespê xwe bêjî.

Koroxlî pêş tucar va got, go:

– Fîyatê ez bêjim tu kes nikare wî fîyatî bide.

Li tucar çetin hat, tucar got:

– Koroxlî, go, nîvê Stembolê varlixîya wê cem min heye, çawa nikarim bistînim? Go, Koroxlî, go, tu ne Koroxlî bî tu ji min ra nebêjî.

Talaşa Koroxlî ye? Got:

– Fîyatê hespê min dilê min da çi bêjim, ew hêja ye.

Tucar got:

– Bêje, go, çika tuyê çi bêjî?

Koroxlî îcar wê fîyatê wî bi sazlêxistinê, bi kilamkî bêje:

 

Qiratin gîymetînî sîza soylêyîm,

Seksen mîn xezîne pûla vêrmenem,

Seksan mîn axtûklû hogeca vêrmenem.

Seksan mîn ata, seksen mîn olkenin pûlûna vêrmenem,

Seksen mîn kyotana, seksen mîn cûte vêrmenem.

Seksen mîn kele, seksen mîn okyûze vêrmenem.

Kyoroxlî dêyer malmi êndîrîn dûze.

Seksen mîn geliîne, seksen mîn qiza.

Seksen mîn ner yûkî altûna vêrmenem10.

 

Tucar pişta xwe dayê, çû, got:

– Ezê qîzan ji ku bînim, bûkan ji ku bînim, heyştê hezar qîz, heyştê hezar bûk!?

Koroxlî jê ra got:

– Tucar, ku qewata te nagihîjê, tu çi ra têyî hespa wisa dikirî?

Koroxlî birin Çuxur mehelê, milê wî vekirin, dahiştin hundurê zindanê, kevir dane ser. Bolî beg ji xulamekî xwe ra got:

– Kuro, hespê bibin bal Done Xanimê, dergîstîya min, bê digo bira vî hespî xas tewlê da xweyke, van sîlihan jî têxe dolabê hilde. Wextekê dibe dewat, ez van çekana girêdim, li vî hespî siyar bim, ku xelq jî zanibe min eva hespa bi zora şûrê xwe anîye.

Xulam hesp bir teslîmî xanimê kir. Xanimê ji xulam pirsî, go:

– Kuro, Koroxlî kanê; we kuşt, çawa kir?

Got: -Na xanim, birine Çuxur mehelê, avîtine zindanê, kevir dane ser.

Xulam wa caba xanimê da û çû.

Xanimê got:

– Gelî carîyan, hûn jî qîzên maqûlan in, hûn jî xwenedan in, aqilê we jî heye, qe xwayê vî hespî, xwayê van sîlihan – Bolî beg dikare wî alt bike (zora wî bibe)? Bolî beg çûye bi dekekê xapandîye anîye. De hespê rind xway kin.

Sîlih jî hildan bi destê xwe birin kirin dolabê. Sekinî heta êvarê, bû tarî; carîyên xwe hilda çû Çuxur mehelê, ser bîrê. Kevir ji ser da alîkî, gazî kir:

– Koroxlî!

Koroxlî got: -Ha!

Go: -Ez ji te ra nivînan bînim tu tê da razêyî?

Go: -Qîza padişa, tu zanî?

Go: -Çiqas nan, av, şerab hebe tu royê bixuyî?

Go: -Batmanek (donzdeh girvanke) nan, batmanek goştê qelandî, hîzek şerab, cêre av tu ji min ra bişînî ezê îdara xwe bikim.

Carîyeke xwe şand deste orxan-doşek anî jê ra. Orxan-doşek kirine hundurê bîrê, derê bîrê îcar vekirî hîştin. Zivirî çû cem firneçî. Firneçîkî kal hebû, go:

– Firneçî, tu rojê batmanek nan bi dizî bibî herî Çuxur mehelê, dahêlî hundurê bîrê, bira Koroxlî bixwe, hema înî-înî were perê xwe bibe, ezê peran zêde jî bidime te, bira surra min li cem te be, tu eşkere nekî; tu ku surra min eşkere bikî, ezê sere te bidim lêxistinê.

Firneçî got:

– Xanim, çi heqê min heye ku ez surra te eşkere bikim; tu qîza padişa, ez jî merivekî rêncber û xebatkar.

Çû cem qesab got:

– Tu rojê batmanek goşt bavêjî firnê sor bikî, bi dizî bibî Çuxur mehelê, dahêlî bîrê, bira Koroxlî bixwe. Her înî were heqê xwe zêde bistîne, surra min jî xwey ke.

Çû cem mîkîtançî, got:

– Tu rojê hîzek şerab bibî Çuxur mehelê, dahêlî hundurê bîrê, bira Koroxlî vexwe. Bira surra min li cem te be. Her înî were perê xwe bistîne.

Temî da wan merîyan, wan merîyan çawa ku wê gotibû, wisa jî kirin: her înî diçûn perên xwe dewsa yekê dudu distendin.

Zivirî hat ji carîyeke xwe ra got:

– Tu jî rojê herî baxê min Xewletxanê, cêrekî tije av bikî, bibî Çuxur mehelê, bidî Koroxlî, bira vexwe. A binihêre; hema kes te nebîne, ha! Û tu kes jî gerekê surra min ji te nebihîze.

Keeçikê jî çawa gotibû wisa dikir.

Qîza padişa Done Xanim rojê carekê diçû teselîya Koroxlî dikir, jê dipirsî:

– Koroxlî, halê te çi ye?

Koroxlî digot:

– Qîza padişa, halê min xweş e.

Koroxlî lê nihêrî di şeher da her sahabê wî, xweykirina wî ser milê Done Xanimê ye. Bi Done Xanimê gelekî razî bû.

Bira Done Xanim Koroxlî wisa xwey bike, em ji kêderê xeberdin; em ji Çardaxlî Çamlibelê xeberdin.

Nîgar Xanim rojekê xewn dît, ku Koroxlî di tengasîyê da ne, îmdadê dixweze, gazî kir, sêsid şêstûşeş keleşlerên wê hatin ser hev, go:

– Keremkin dîwanê.

Keleşler çûne hundur, rûniştin. Nîgar Xanimê textê xwerina Koroxlî danî, got:

– Gelî keleşleran, hûn ewledên min in, Koroxlî girtî ye, îşev min xewn dîtîye, zef cîkî teng da bû, îmdadê ji we dixweze çika kê ji we here îmdada Koroxlî.

Yekî got:

– Ezê herim.

Yê dine got:

– Ezê herim.

Yê dine got:

– Ezê herim.

Yê dine got:

– Ezê herim.

Keleşler xurt bûn; yekî ji yekî ra alçaxî nedikir.

Nîgar Xanimê nihêrî ku keleşlerê hev qir bikin, got:

– Lawo, wa nabe, herin her kes di malên xwe da razên. Îşev hate xewina kê ji we, sibê werin bi nanê wî sond bixun, rast bêjin, ew meriv gere here.

Keleşlerên wî bela bûn çûne malên xwe, razan. Di nava wan keleşleran da yek hebû, nave wî Îsa Balî bû, cahil, panzdeh salî bû. Koroxlî şev sê cara hate xewna wî, ku Koroxlî li şeherê Stembolê, li Çuxur mehelê girtî ye, di hundurê zindanê da ne.

Sibe safî bû, sibe bi xêr û xweşî ser haziran da jî safî bibe. Sibe safî bû, keleşler berevî ser hev bûn, hatin dîwana Koroxlî rûniştin. Nîgar Xanimê çû nan û qedehek tijî şerab anî, danî ser texte, got:

– Gelî keleşleran, eva nanê Koroxlî ye, eva qedeha Koroxlî ye, kê ji we îşev xewn dîtîye, kî bi nanê Koroxlî sond bixwe, qedeha merdîyê ser xwe da bike, vexwe, wê here îmdadê.

Gişkan xwe kerr kir. Îsa Balî panzdeh salî bû; rabû şipîya, got:

– Ev nan xenîmê min be, min îşev di xewnê da dît li Stembolê, li Çuxur mehelê Koroxlî girtî ye, îmdadê dixweze.

Gava Îsa Balî eva pirsa hana got, keleşler her yek di dilê xwe da werimîn, fikirîn, ku “Çawa nehat xewna min, tu panzdeh salî yî; hema hate xewna te tenê?”. Qet dengê xwe nekirin. Îsa Balî gihîştê qedeh hilda ser xwe da kir:

– Ancax, go, ezê herim.

(dûmayîk heye) 

Riataza

 

8 Bolî beg, ez ji te ra dibêjim:

Çamlibelê da çi min ma?

Kewa min – Nîgar Xanim ma.

Qeceroxlî ez girtim,

Dikuje, moletê nade,

Mala çar sitûnan, pênc kulekan da,

Çamlibelê da çi min ma?

Nîgar Xanima min li wêderê ma

Koroxlî derewan nake,

Çamlibelê da çi min ma?

Nîgar xanima min li wêderê ma.

 

9 Gava ku leke tê ortê,

Halê meclisê perîşan dibe,

Lê gava egîtek tê ortê,

Halê dijmin xirab dibe.

Çivîkê binhêr, qereqûş dikene,

Kurê qoçax mîna bavê xwe qoçax dertê,

Leke (xayîn) roja şêr ji nava şêr direve,

Direve, cîkî tenê dibe qehreman,

Koroxlî dibêje: natirsim ji mixenetan,

Rûvî dibêje: ezê şêr ji kuna wê bidime revandinê.

Hama çetin…

Bizin ji tirsan ji gur direve,

Lê ez ji tu nemerdan natirsim.

 

10 Ezê fîyatê Qirat ji we ra bêjim:

Nadim heyştê hezar xezinê peran,

Nadim heyştê hezar pezê qerqaş,

Nadim heyştê hezar hespan, perê heyştê hezar welatan,

Nadim heyştê hezar kotanan, heyştê hezar cotan,

Nadim heyştê hezar gamêşan, heyştê hezar gayî.

Koroxlî dibêje: malê min bînin cîyê dûz,

Nadim gayêd anî – ji heyştê hezar welatan,

Nadim heyştê hezar bûkan, heyştê hezar qîzan,

Nadim heyştê hezar ner devan bi barê zêran.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev