Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ji Kerkûkê vedikşin

Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ji Kerkûkê vedikşin
Hat ragihandin ku piştî êrişên DAIŞê yên van çend rojên dawî li derdora Kerkûkê milîsên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ji herêmê vedikişin.

Parlamenterê kurd ê Parlamentoya Iraqê bi ser lîsteya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdullah di axaftina xwe de got: “Piştî êrişên milîtanên DAIŞê yên derdora Kerkûk û Xurmatûyê milîsên Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê herêmê diterikînin.”

Şaxewan Ebdullah di berdewamiya axafitina xwe de got: “Derbarê vê meseleyê de delîl di destê me de hene û ji xelkê herêmê jî agahî tê. Rewşa Kerkûkê niha dişibe rewşa Mûsilê ya 2014an ku hêzên Iraqê vekişiyan û DAIŞ kete bajêr.”

Ebdullah di dirêjiya axaftina xwe de got: “Eger yekîneyên artêşa iraqê herêmê biterikînin hêzên Pêşmerge amade ne herêmê li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê biparêzin.”

records Source:http://www.rupelanu.com/hesda-seibi-u-hezen-iraqe-ji-kerkuke-vediksin-2048h.htm

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev