Nameyên evînî -18

Nameyên evînî -18

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a hijdeh e.
Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî yên kurt, lê bi evînê va dagirtî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

Nura Şane

 

***
Rojbaş mala min!

Êvareke xweş bû, lê eşqa min Nura min e.

Sohbeteke xweş bû, lê zar û zimanê min Nura min e.

Xwerineke xweş bû, lê tahma min tu yî.

Gerreke xweş bû, lê riya min Nura min e.

Şeraveke xweş bû, lê serxweşbûna min ji Nura min e.

Şevên bi Nurayê ra hemû ronahî ne.

 

***
Niha difikirim, ku tu li rex min razayî, ez demeke dirêj bi zewq li mîmîkayên çavên te mêze dikim û dixwezim bizanibim tu di xewnê da çi dibinî û hêzeke ne diyar jî li min dinêre û dibêje:

-Ev dîn e!

Bo çi dibêje ev dîn e? Ji ber ku ew mîmîkayên çavên min dinêre û difikire:

-Ev xwe bi xwe ra zewqê digire.

Hêzên ne dîyar jî ji evîna me fêm nakin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev