WAIZA MÊ Û MINDERÊN BEHIŞTÊ

WAIZA MÊ Û MINDERÊN BEHIŞTÊ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Rojek ji rojan, mamosteyekî Îlahiyata Tirkî, gotiye xwendekarên xwe yên keç:
– Kî ji we dixwaze here dogo (Rojhilat), li gundan bigere û xweşiya cenetê bêje jinên Kurdan?

Xwendekar tev bêdeng mane, lê keçeke şafiltî bi navê Avrad gotiye ku ew amade ye here.

Îlahiyatê pêşî wê fêrê Zimanê Kurdî ye û piştre ew çûye li gundên Kurdistanê geriyaye, waz û nesîhet li jinên gundiyan kiriye.
Rojekê li mala gundiyekî dewlemend bûye mêvan û xwestiye ku jinên gundî tev werin ba wê. Jin hatine li jûra wê malê ya mêvanan kom bûne.

Raxistina jûrê jî tev bi xalî, xalîçe, berr û bisstira bûye û li ber dîwaran mînder û balîfên rûxalî hebûne. Mazûrvana malê jî, ji wan re nanê sêlê, penîrê bi sîrik û çay pêşkêş kiriye.

Waiza jinik di civata jinên gundî de pir fedî kiriye û xwe bi tiştên dî ve lipikandiye ku dem zû bibihure. Lê jinên gundî zor danê ku ew wazan bike.
Keçikan waiz dev pê kiriye û behsa xweşî û delaliya behiştê kiriye û gotiye:
– Xaniyê cenetê eynî mînanî vê odeya ku em niha lê rûniştî ne. Bi xalî û xalîçeyan raxistî ne, mînder û balîfên wê jî eynî mînanî van mînder û balîfan. Lê qarçayê xaniyê cenetê ne wek ên vê ne, ew bi kêran û rewtik in, yên cenetê beton in û boyaxa wan jî delal e…

Îcar jinê gundiyan tev berê xwe dane jina malê û gotine:
. Lê lê xaltîka Gilyazê. Çewa ev jinika Tirk dibêje, cinet jî eynî wek mala we raxistî ye. Êdî hewce nake ku tu û mêrê xwe herin cenetê. Jixwe va ye mala we bi xwe cenet e.

Xatiya Seyrê jî gotiye keçika wazi:
. Tu dev ji xalî û mînderên cenetê berde. Ka hinek behsa horiyan bike. Ji do ve tu hatî virê, mêrên me tev çavên xwe li te bell kirine.

Jinika waiz gotiye:
. Mesela horiyan, meseleyeke siyasî ye. Lê em divê tenê behsa dîn û îman bikin û rê nedin ku hinek werin û we bibin ser kufrê…

Jinên gundî tev zêvir bûne û çêr û pêçarî bi waiza mê kirine, zilam hatine û bi zorê ew ji nava lepên jinan xilas kirine.

(Ev meselok rast e, lê min nav nedane)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev