Ewî bi mîlyonan kurd şîyar kirin

Ewî bi mîlyonan kurd şîyar kirin

Guhdarên hêja wek her rojên pêncşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Vê carê emê behsa jînenîgarî û berhemeke Xelîlê Çaçan bikin, ku 24 salan serok û berpirsyarê radyoya kurdî a Rewanê bûye û bi mîlyonan kurd ji xewa hingorê şîyar kirîye. Ew bername bona xwendinê bi cûrê nivîskî û bi deng di rûpelên malpera me da çap dibe.

Rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

Wezîrê Eşo derheqa Xelîlê Çaçan da

Her kurdek zane, ku rola radyoya kurdî ya Êrîvanê di hişyarkirina gelê kurd da pir e. Lê kêm kes zane, ku ew kar piranî bi saya sere serokê wê Xelîlê Çaçan bûye, ku 24 salan serokatî li wê radyoyê kirîye û hemû sitiran û pîêsên radyoyê di dema wî da hatine qeydkirin.

Em navê camêrekî welatparêz, rojnamevan û nivîskarê mezin – Xelîlê Çaçan Mûradovê rehmetî (11.01.1924 – 13.11.1981) careke mayîn di 90 salîya bûyîna wî da bi dilekî baristan bi bîr tînin. Ewî di nava 24 salên (ji sala 1957-a hetanî sala 1981ê) serokatîya radîoya kurdî li Yêrêvanê karê ji bo çend deh mîlyon kurdan û çendik-çend sedsalan kirîye.

Berê ewlin ew teşkîldarekî zor û dûrdîtî bû. Ewî dora xwe – redaksyona xeberdanên kurdî da – hêzên ronakbîr yên kurde jêhatî civandin ser hev û hereketê wan da xerckirinê bona hişyarkirina gelê kurd, yê ku îro li Kurdistanê da şerê ji bo azadîyê xweş kirîye. Wek welatparêzekî dilşewat ewî rê dida propagandakirina bîr-bawerîyên rizgarkirina gelên bindest û xwesma yê kurd. Û di wê derecê da ewî carna şexsê xwe û posta xwe dikire bin qezîyayê, ji ber ku gelek caran sînorên sîyaseta dewleta Sovyet têk dibir. Kê nizane, ku dewleta Sovyet herdem dilê wan dewletên Rohilata Nêzîk û Navîn dikirî, ku Kurdistan di navbera wan da hatîye perçekirinê, ku bi wê yekê meremên dewletên Roavayê yên xirab di hindava xwe da tevlihev bike. Û hedê tu kesekî tunebû tixûbê vê sîyaseta resmî serobin bike. Lê car-carna bi saya Xelîlê Çaçan ew tixûb bi fesal dihate hilanînê boy kara gelê kurd.

Xelîl Mûradov hereketekî mezin xerc kir seba bi hezara nimûnên hunurmendîya kurdan ya sitiranbêjîyê ji windabûnê xilazke û qeyd bike. Bi saya Xelîlê Çaçan Mûradov bi sedan nimûneyên sitiran û miqamên kurdî fonda radîoyê dewlemend kirin û îro radîoguhdar bi wana şa dibin. Xênji sitiran û miqaman, hêna wî da gele radyokompozîsyon (şano, pîês) hatin hazirkirinê ser hîmê radîopîêsên nimûneyên zargotina kurdî, nivîskarên kurd û ermenî.

Xelîl Mûradov bilî vê karkirina teşkîldarîyê ya giran û rûmet, pêra digîhand ya efrandarîyê jî mîyaser dikir: wek rojnamevan û nivîskar. Ew xudanê 6 pirtûkan û bi sedan miqalan e. Pirtûkên wî ev in: ”Kilamên cimaeta kurdan” 1963, ”Du poêm” (destanên ”Memê û Eyşê” û ”Zembîlfiroş”, bi helbestkî) 1965, ”Qisên cimaetê”, 1969, (nimûneyên folklorê), ”Morîyên Nenê” (çîrok), 1972. Du pirtûkên wî jî van dawîyan li Kurdistana Bakur derketin. Yek ”Benê min qetîya” li weşanxaneya ”Doz”ê, ya din jî ”Cewahirên kurdî” li weşanxaneya ”Lîs”ê. Pirtûkeke wî jî wê zûtirekê çap bibe, ku tê da nimûneyên folklora me ya dewlemend in.

Bi saya welatparêzî û xerîbdostîya serokê radîoyê bû, ku gele kurdên ji welatên derva û Kurdistanê li redaksyona xeberdanên kurdî diqesidîn û pê radyoyê dipeyivîn. Rehmetî merd-merdane sitiranên kurdî dida kurdên Kurdistanê û bi wê yekê kareke mezin dida şuxulê propagandakirina hunurmendîya kurdî ya dengbêjîyê.

Bermalîya wî – Eznîva Reşîd ji sala 1955-an (ji destpêkê) hetanî sala 1982-a peyvkara (spîkêr) radîoya kurdî bûye. Kurê wî – Têmûr rojnamevan e. Bêtirî 20 salan di rojnamên “Riya Teze” û “Dengê kurd” (“Golos kurda”) û radîoya kurdî ya Yêrîvanê û radyoya kurdî ya Moskvayê ya Dengê Rûsîyayê da kar kirîye, endamê Yekîtîya Rojnamevanên Moskow e. Keça Têmûr-Mîdîya, keça kurda ya yekemîn e, ku fakûlta rojnamegerîyê ya Ûnîvêrsîteya Moskow ya dewletê xilaz kirîye. Gotarên wê di rojnamên “Dengê Azadî”, “Armanc”, “Riya Teze”, “Sûdarûşka” (bi rûsî, li Moskow) û cîyên mayîn da çap bûne.

Bi tevayî 4 kesên vê malbeta rojnamevanên profêsyonal 100 salan xizmetî çand û edebîyata kurdî kirine, gelek nimûnên folklora me ji undabûnê parastine. Ev rêkoreke taybetî ye di nava dîroka rojnamegerîya kurda da.

Em îro nivîskar û rojnamevanê kurda yê mezin Xelîlê Çaçan Mûradov bêy hazirîya wî bîr tînin, lê baristanîya ber dilê me ew e, ku karkirina wî ya welatparêzîyê wê ji bo gelekan bibe nimûne. Bextê me tenê ji alîkî va lê xist, ku serokê radîoya kurdî ew bû. Eger yekî dinê bûya, kê zane, dibe ewqas nimûneyên zargotina me ne bûna milkê gel.

Navê Xelîlê Çaçan ser rûpelê tarîxa çand û edebîyata kurdî bi herfên zêrîn hatîye morkirinê.

Gotinên mirovên navdar derheqa Xelîlê Çaçan da

Ez bi we ra ji bo mirina heval Xelîlê Çaçan – wî peyayê payebilind – xemgîn û dil tijî kul û ah û kovan dibim. Heval Xelîl stêrkeke geş û ronî bû û di şevreşa rewşa miletê me da ji esmanê torevanî qurijî û bi carekê va unda bû. Hêvîdar im, ku bîrewarên kurdên Sovyetistanê bi gernasî şûna wî bigrin. Heval Xelîl serê xwe danî, lê navekî mezin û malbeteke hêja û payedar şûna xwe hîşt. Hêvîdar im tarîxa jîndarîya heval Xelîl dûr û dirêj bê nivîsar û ji me ra bihêlin, ku tarîxa Kurdistanê di rojekê fire û bilind bibe.

De, Xwedê wî di buhuştê da, di qata jorîn da dilşad û rûgeş xwedî bike.

Heval û dilxwezê we – Cegerxwîn, Hozanê kurdan yê mezin.             

 

Rola radyoya kurdî ya Yêrêvanê û serokê wê Xelîlê Çaçan di karê hişyarkirina gelê Kurdistanê da pir e.

Mistefa Barzanî, rêberê kurdan.

 

Xelîlê Çaçan hiş û mejûyê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bû.

Qanatê Kurdo, Profêsor, kurdzanê navdar.

 

Xelîlê Çaçan pey xwe ra ji bo gel 1800 sitiran, 40 pîês-şano, 5 pirtûk, bi deha gotarên delal hîştin. Sed heyf, ku ew serhevdu 57 sal jîya… Û ewqas kar. Lê eger 75-80 sal bijîta? Vî alî da jî felekê ji me ra xayîntî kir.

Hecîyê Cindî, Profesor, folklorîst.                

 

Mirin ya hemû mirovane. Lê xwezî bi wan kesan, ku jîna xwe di xizmeta gelê xwe da derbaz dikin, bi serfirazî dijîn û bi serbilindî jî dimirin. Xelîlê Çaçan navekî paqij li pey xwe hîşt û herwaha ji malbeta xwe xebatkarên bona gel yên hêja gîhand. Ji ber wê em dikarin bêjin, ku ew nemirîye. Navê wî di nava kurdên nemir da hatîye nivîsîn û cîgirtin.

Mehmed Emîn Bozarsilan, Lêkolîner û nivîskar.

 

Xelîlê Çaçan mînanî sîyasetmedarên çavtirsîyayî bend û asteng ne didane ber kilamên kurdî û meselên gel. Ewî him ew kilam dane dengnivîsandinê, him jî pareke wan bi pirtûkeke cihê da çapkirinê.

Fêrîkê Ûsiv, Helbestvanê binavûdeng.

 

Ew yek, ku îro kurdên Gurcistanê di warê çanda kurdî da pêş ketine, wî karî da keda Xelîlê bira pir e. Ew her dem li me dibû mêvan, li malên kurda yek bi yek digerîya, gotin û sitiranên wan hildida û bi radyoya kurdî dida. Mirina Xelîlê Çaçan derbeke giran bû, ku li me û gelê me ket.

Baxçoyê Îsko. Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Gurcistanê.

 

Ez ji navê kurdên Qazaxistanê û Asîya Navîn dibêjim, ku em minetdar û deyndarê Xelîlê Çaçan in. Ez xemgînîya xwe dixwezim bi helbestekê bînime zimên:

De xatirê te, lawê kurdayî qenc û delal,

Te sefera xwe xilaznekirî gihîştî li mal,

Zû-dereng emê bi tera bibin heval,

Bira kevirê gorê ji tera bibe belgîyê berpal.

Medoyê Elî, Nivîskarê kurd ji Qazaxistanê.

 

Dû mirina Xelîlê Çaçan ra helbestvanê bi nav û deng Çerkezê Reş ji bo bîranîna wî helbesta “Zar-zimanê min nagere” nivîsî ji bo sitiranê û sazbend Xelîlê Evdile jî mûzîka wê çê kir.

 

Zar-zimanê min nagere…

Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo…

Hey wayê, hey wayê, hey wayê, lê xweyo…

Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wa nabe,

Tu qarî dijmin ra mêrkîmî cî rabe…

 

Wax cînarno, zarê min nagere-ez vê sibê heydadê,

Dost-pismama, xêrxaza, kinêza daxim, di rîya xwedê,

Ezê çawa elamkim-bavê min ji dinê xeyîdî, xeyîdî…

Dil lê mayî-pişta xwe wê da-çû îdî, çû îdî…

 

Ezê pirskim ji teyra: çerxa me çima çep dizivire,

Qoçfelekê çima ji hev qetandîye destê bav û kure,

Xêra mala xwedê ra, bira cab bela bûya hewatê, hewatê…

Heta mêrê olimê bihesîya cegera şewatê, şewatê…

 

Çiyakî mîna Girîdax ça hat xwarê,-ewir giryan,

Tilî-pêçîyên ser kaxez-devtera, gidîno, min biryan,

Ezê rabim cabekê bişînim wan kewên gozel ra, gozel ra…

Bira lez bên, beyta dil bixûnin mêranîya enzel ra, enzel ra…

 

Recadarim qulingno, hûn zanin riya gelîyê Lalişê,

Kanîya Sipî peya bin, çilke av ca bînine vê hewşê,

Rêva çaxê ber perê esmana hûn sekin kurmancî, kurmancî…

Ax, bawerkin, wekî hê ew Xelîle ser kanîyê duaçî, duaçî…

 

Hevalê Xelîlî ermenî Hmayak Manûkyan, ku helbestvanekî navdar e, ev helbesta xwe bi zimanê ermenî li goristanê xwend. Paşê Fêrîkê Ûsiv ew wergerande kurdî.

 

Me tu dispartî ax-bera, Xelîl,

Pêşberî Elegezê kaw-kubar,

Gişka dikirin şîn-girî, nalîn,

Kerba birîna te ya dilxedar…

 

Nermebayê wî Elegezê te

Digirîya, ser te dikir lûve-lûv,

Bira û pismam, kes-kinêzên te

Ji sîya ser te mabûne miqûf.

 

Xwelîya yêr-misken te ra bû bêşîk,

Elegez dayka, ku dike lûrîn,

Mirina te bû kul, derd û dilêşî,

Xelîlê minî aqilî nûrîn.

 

Tu çûyî gorê bi rêke kese,

Dilê te ne bir derd û kulê behr,

Tu bûyî xudêdakî terr-teze,

Li dû xwe hîştî zuret û devter.

 

Qisa min tev te ret nabe tu car,

Dilê min da bûye dimîm û delîl,

Geş û genc bûyî, bi dil û dîndar,

Lema em ser te dinalîyan, Xelîl…

Fermo serpêhatîyeke Xelîlê Çaçan bixûnin û guhdarî bikin:

Na, ez gunekar nînim!

Hene qewmandin, ku bi sal û zemana ji bîra meriva naçin, lê wextê derheqa pirsêd usa da gilî li gilîya dikeve, tu jî dixwazî derheqa wê qewmandinê da cimetê pê bidî hesandinê.

Ez jî îro dixwazim derheqa qewmandineke ecêb ji xwendevana ra bêjim, ku min xortanîya xwe da bihîstîye.

Ez ancax 16-17 salî hebûm, teze nehîyê da ketibûme ser xebateke sivik. Rojekê ez çûme gundekî kurda. Ez navê gund nadim, çimkî ew gunda niha ser xerîta Ermenîstanê tune, binecîyêd wîye berê niha hatine deşta Araratê, ji xwe ra gundekî teze çêkirine. Ez çûme nivîsxana şêwra gund, min karê xwe xilaz kir û dixwest ji nivîsxanê derketama, pizmamê me – Efendî nêzîkî min bû, got: “Birê apê xwe, keremke em herne malê, hine nan bixwe, hêsa be, paşê lêde here, ku sibê birakê min pê bihese ku tu ji gundê me bê ezet û qulix çûyî, wê çi ji me ra bêje?”

Ez pê ra razî bûm, û em ji nivîsxanê derketin. Hela em çend gava ji nivîsxanê dûr ketibûn, me dît jineke sere berbi me tê û wê çend gilîya jî, ku me tesele nedibû, ser hev diwekilîne. Ji revaçûyîn û gêla wê ra dihate kivşê, ku ewe ne ser hişê xwe bû. Porê wêyî sipî, ku ser serî bibû gijik, ketibû ser çavê wê, ber û pêsîrê wê vekirîbûn, hine kinc-mincê peritî lê bûn, cote şimikê qul-qulkî di linga da bûn.

Apê Efendî merîkî zane bû, ewî bire misiletê, ku ez cahil im, dibe ji vê kulfetê fikara bikim, yanê bitirsim, bona wê yekê jî heta ewê ranêzîkayî li me kir, apê Efendî min ra got:

-Eva kulfeteke belengaz e, nav gund digere, lê tu ziyanê nade kesekî.

Wextê ew nêzîkî me bû, kete ser çoka û hate lavaya-dîleka, got: “Na, ez gunekar nînim, min qestîka ne kir, benê min qetîya, neçin, ezê jî bêm…”

Ewê ev gilî ser hev çend cara wekiland. Paşî van gilîya ewê hêrsa xwe rakir, kef li dev ket, çengûyêd xweye bê diran li hev bir-anî. Xêlekê şûnda rabû, bi melûl riya xwe guhast û çû.

-Belengaza Xwedê,- apê Efendî got,- eva 30-40 sal e, ku ew van xebera diwekilîne, kê zane hela ewê çendik-çend sala jî van xebera biwekilîne.

Min tiştek ne ji gotina wê hurmetê, ne jî ji gotina apê Efendî fem nekir, lê min tenê tiştek bir misiletê, ku derdekî giran ev belengaz kirîye vê rojê, lê gelo çiye? Apê Efendî îdî hîvîya pirsa min nesekinî, ewî xwexwa destbi serhatîya vê hurmetê, neynesîya dînbûna wê kir.

-Kî tê gundê me, çav vê belengazê dikeve, yêd serhatîya wê zanin, gunê xwe lê tînin, lê yêd derheqa wê da nizanin, hinek jî pê dikenin.

Apê Efendî qulapeke kûr li miştika destê xwe xist û gilîyê xwe dîsa pêşda bir. Lawo, ya hatîye serê vê kulfetê, bira neyê serê gurê çiya, gur jî gunene.

Hela em li êlê bûn, li welatê kal û bavê xwe bûn, mihacir ne bûbûn, nehatibûne vira. Gundê me haqas mezin nîbû, weke 100 mal tê da hebû. Xwedê xirab bike edetê berê û ev ber û qebîlêd meye kurmancîyê, wî gundê meyî biçûkda 3-4 qebîl û çend ber hebûn. Tu were binhêre, ku ew hemû ber, yek dijminê yekê bûn, wan ser tî-tune şer dikirin. Hela gelek cara jî mêr ji hev dikuştin. Ew dijminaya wan bi sal û zemana dikişand. Lê zara û cahila ew dijminayî çi fêm dikirin, ew bi hev ra mezin dibûn, dilîstin, mêla xwe didane ser hevdu, lê gelek cara jî xort û qîz jî ser hevdu bengî dibûn. Qîz û xortê wan bera û qebîla bi ya dê û bavê xwe ne dikirin, kîna dijminatîyê ne dikişandin. Lê bavêd qîza tu cara razî nedibûn, ku qîza xwe bidine dijminê bera xwe, lê bavê kur jî qîza dijmina ji kurê xwe ra nedixwest. A bi vî cûreyî ev edetê kevin dibû sebebê gele-gele bext û miraza.

-Ev edetê kevin bû sebebê bext û mirazê vê belengaza Xwedê û hevalêd wê jî. Biharekê ez wextê teyî niha ra bûm,- pismamê min gotina xwe pêşda dibe,- eva hurmeta jî, ku navê wê Zozan e, îdî gihîştî bû, wextê wê û mêra bû. Zozan notila hîvê diçûrisî, meriv heyr û hijmekar bû li bejn û bala wê binhêrîya. Çavêd gele xorta lê bû, lê ewê tu yek begem nedikir. Lê wextekê dilê Zozanê û du qîzêd bereka wan dikeve sê xortêd bereka dijminê wan. Çawa qîza, usa jî xorta zanibûn, ku dê û bavê wana qayîl nabin, lê gelo hizkirin bera û dijminayê dipirse? Piştî ku ev yek di nav gund da dibe şarewar, ku dilê hinek xort û qîza ketîye hev, dê û bavê qîza wan dizêrînin, heta nahêlin, ku ewana herin pincarê jî. Ew hersê qîz, ku ji berekekê bûn û mêla xwe dabûne ser hev, hertim berev dibûn, gilî-gazinê xwe bi hev ra dikirin, di ser hev da digirîyan, lê tu yekê çare li derdê ya dinê nedikir.

Min giliyê apê Efendî birî, gotê:

-Apo, eger wana usa ji hev hiz dikir, bira serê xwe hildana, di cîkî da biçûna, dê-bavê wan wê çi bikirana?

-Lawo, tu ser bêga niha diçî, cahilêd niha hemû rê û dirba zanin, her dera dikarin bixebitin û serê xwe xweykin, lê cahilêd wî çaxî haj ji bayê dinyayê tunebûn, devgirêdayî bûn, ne zar û ziman zanibûn, ne jî rê û dirb, wê di ku da biçûna? Em bêjin niha jî ku xortek nezanîyê bike qîzekê birevîne, du camêr dikevine ortê, li hev tînin, kuta bû çû. Lê wî çaxî, ew jî berêd dijminê hev, ku qîz ji hev direvandin, mêr dihatin kuştinê. Bona wê yekê jî cahila ku ev yek ber çavê xwe didîtin, tiştê usa ji hezara yekî dikir. Lê her tişt qedera wê heye…

Apê Efendî dîsa axînekê radihêle û gilîyê xwe pêşda dibe.

-Çawa mesela cimeta me dibêje: “Av li gewriyê, gewrî xeniqî”. Ev hersê qîzik dinhêrin dê û bavê wan wê wana bê dilê wan bidine mêr, hizkirîyê wan wê here ber çavê wana yeke dinê bistîne, yek hiltîne ji ya dinê ra dibêje:

-Gelî qîzika, werin em ecêbekê bînin serê xwe, ku em heta-hetayê bibine serê gilî-gotina û em bibine sebeb, ku yê pey me bi dilê xwe mêr bikin.

-Xûna merîyêd cahil hevraz davêje, ewana kin difikirin, -apê Efendî destê xwe li milê min xist û dîsa xeberdana xwe pêşda bir. -Ew usa jî dikevine ber bayê hev û qirar dikin xwe bixeniqînin. Berî vê yekê qirar dikin, ku rastî hizkirîyêd xwe bên, dema xatirê xwe ji wan bixwazin û paşê vê bêdadîyê bikin. Ew cabê didine hizkirîyêd xwe, ku sibê filan sehetê bêne deşta fêza gund, ew bi xwe jî xwe ji malê vedidizin û diçine wira.

Ew rastî hev tên, bi hev şa dibin, dilîzin, laqirdîya dikin, lê yek hiltîne ji hersê xortan ra dibêje:

-Hûn zanin, ku em nikarin bigihîjne mirazê xwe. Bona ku em nebine sebebê xûnrêtinê, me gazî we kirîye, ku em xatirê xwe ji hev bixwazin, em ji xwe ra, hûn jî ji xwe ra, herin bizewicin, em destûra we didin, dibe Xwedê li enîya me usa nivîsîye.

Hilbet, xort bawer nakin, dibên eva xweşîyê xwe li me dikin. Xêlekê jî bi hev ra xeber didin û ew xortan bi rê dikin, dibên hûn zû herin, emê pey we bên, bira kes me nebîne. Piştî vê yekê ew diçin derê holikekê dişkênin, benê pişta xwe vedikin, kevira didine bin lingê xwe, ben ber kêranê holikêra dikin, xatirê xwe ji hev dixwazin, hev maç dikin, dîsa ser hevdu da têr digirîn û radibin bi hev ra ben davêne stûyê xwe, xwe dixeniqînin. Wextê xeniqandinê benê Zozanê diqete, ew nîvxeniqî dikeve erdê, lê paşê wextê ser hişê xwe da tê û hevalêd xwe xeniqî dibîne, hema qijka Xwedê bi xwe dikeve. Wek ku ew bûye sebebê wan, pişt wana va mixenetî kirîye, xwe nexeniqandîye û hertim van gilîya diwekilîne, lavayî meriva dike, ku wê gunekar nekin. Çawa tê kivşê, eva xebera berî dînbûnê ketine serê wê û eva 30-40 sal derbaz bûye, xen ji van xebera tiştekî bîr nayne û tu kesî nas nake.

Apê Efendî qisa xwe kuta kir û çawa merîkî barekî giran ji pişta xwe dayne, kesereke kûr rahîşt.

Ez ji vê qewimandinê bûme risas, îdî zarê min nedigerîya, min bi zorekî ev pirsa da wî:

-Lê paşê çawa ew dîtin?

-Em bi gund-gundîtî çend roj li çiya û banîya gerîyan, me ev qijka li çiya, ber zinarekî dît, lê herdê mayîn jî dardakirî, di holikê da dîtin.

-Lê gelo dê û bavê wan qîzika ji kirina xwe şerm kirin?

-Wê ji çi şerm kirana, lawo, wî çaxî dewran usa bû, edet berk bû, gotina mezina jî gotin bû, ku ewana digot, îdî gilîyêd wana nedihate dutakirinê. Wextê me meytê wana anî gund, şîneke giran kete gund. De gundîne, hineka kin digot, hineka dirêj, hineka heyfa xwe li wan dianî, hineka nifirî li wî edetê kevin dikir, hineka dê û bavê wan gunekar dikir, hinekên ernûs jî digotin, ku eva riya wan e ku tê da çûn, çima îdî zilam di serê wan da qelîya bûn, gereke ese kurê dijminê bavê xwe bistendana, çi ye. Lê xwezil derdê dê û bavê herdu qîzika, ne xwezilderdê dê û bavê Zozanê, ku dîn bûbû. Dê û bavê wê hertim digotin, xwezila ew jî notla yêd mayîn bixeniqîya, ji dinê xilaz bûya, ne ku bûbûya robet, biketa dinê. Dê û bavê belengaz haqas çerçirîn, birine ser doxtira, ber şexs û ziyareta, ber mala, ser mella, lê tiştek jê çênebû. Diya wê ya belengaz piştî çend sala ji kerban mir.

Heta bavê wê sax bû, bavê xweyîtî lê dikir, piştî bavê, birayê wê xwey dikir, lê birayê wê jî çû şer, nehat. Niha ew wehîd maye, rojê di mala gundîkî da radizê, her yek xêra dê û bavê xwe kincekê lê dike yan hine nan didê. Xwedê buhustek ax nadê, ku here ji xwe ra xilaz be.

Paşî qisa xwe apê Efendî ji me ra hurmet kir û ser nan me ra gilîkî dinê dikir, xeber dida, lê wek ku min tiştek nedibihîst, hela dengê wê hurmetê, lavayê wê guhê min da bûn: “Ez ne gunekarim, benê min qetîya, bisekinin, ezê jî bêm…”

Transkrîpsyon ji tîpên kîrîlî: Serdar Dîcle

 

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya bernameya me li ser jînenîgarî û berhemeke Xelîlê Çaçan kir, ku 24 salan serok û berpirsyarê radyoya kurdî a Rewanê bûye û bi mîlyonan kurd ji xewa hingorê şîyar kirîye.

Berpirsyara radyoya Riataza Bêlla Stûrkî bername bi sazbendîyê xemilandîye.

Rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev