Ji nimûneyên zargotina me – 129

Ji nimûneyên zargotina me – 129

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 129an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend çîrok-hikyatên di wê cîwarbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl 

 

XEWNA QAZÎ

Car hate cara,

Xeber hate zara,

Rehme li dê û bavê hadir û guhdara.

-Yê te jî.

Rojekê jina padişê, jina wezîr, jina qazî diçine seyrangê, ji seyrangê vedigerin, forma karê xezala cot-cot dimeşin, ji vegerandinê nişkêva penzaharek dîtin, hersêka hevra dadayê, wekî penzaharê hildin. Jina padişê go:

-Na, ne minra, ne tera, ne wêra, kîjanê me ecêbeke zor serê mêrê xwe kir, wêra.

Hersêka jî ew sozê wê begem kirin.

Jina padişê penzahar hilda bal xwe, go:

-Berê sirya mine, ezê ecêbê bînim serê mêrê xwe.

Êvarê jina padişê gote xulamê xwe, go:

-Here nava mêşe, bin dara bilindda xwe bitelîne.

Sibê zû jina padişê gote mêrê xwe:

-Were, em îro herin seyrangê.

Çûn bin wê dara xulam xwe têda veşartî. Bin darêda rûniştin, xatûnê nişkêva go:

-Pe, ev dar çiqa bilinde, gelo kê dikare hilkişe ser serê vê darê.

Padişê go: -Çîye, eva çîye, ez jî dikarim hilkişim ser serê vê darê.

Xatûnê got: -Heyran, ecêba neke, tu kengê dikarî?

Padişa qurre bû: rabû ser serê darê.

Xatûnê bin darêda gazî xulam kir, ewê û xulam henek hev kirin, padişê jorê dît, gote xatûnê:

-Ha, hay pê hatê, tu paşî min tiştê usa dikî?

Hat wekî bibece, ser darê peya bû. Heta ew peya bû, xulam çû xwe veşart.

Padişa hat, ser xatûnêda hêrs bû, kir ki lêxe.

Xatûnê go: -Evdê xwedê, min tiştê usa nekirîye, tu çira minra usa dibêjî. Xeyîdî.

Cara duda xatûn rabû ser darê. Xatûnê enqesta li padişê kire qûrîn, go:

-Ha, ha, tu paşî min carîya minra şixulê xirab dikî?

Padişa go: -Na welleh, evda xwedê, carya çi?

Xatûn ser darê peya bû, lê nihêrrî carî tune, mêrê xwe kire direw, got:

-Mêrik, wekî usane, ev dar ya sêrane.

Mêrik jî got: -Raste, ne te xulam dîtîye, ne min carî dîtîye.

Xatûn tê cahabê dide jina wezîr, wekî “min ev ecêb anî serê mêrê xwe”.

Jina wezîr jî go: “Sibê jî sirya mine”.

Jina wezîr ji mala xwe heta mala cînarekî erd leqem kir, wekî çûyîn-hatin têda hebe. Jina wezîr gote xulamê xweyî hizkirî, go:

-Bêje wezîr, bira te bizewicîne, qîza mala hanê tera bixweze.

Jina wezîr û xulam haj gilîyê hev hebûn.

Rojekê xulam gote wezîr:

-Îsal çend sale ez ber destê te dixebitim, gere îsal tu min bizewicînî, qîza vê malê minra bixazî.

Wezîr go: -Pak, ezê te bizewicînim.

Xulam gote jina wezîr:

-Min gilîyê te qedand.

Êvarê wezîr, wekîlê eyan, sînotê padişê timam çûne xazgînîyê.

Jina wezîr bin erdêva çû wê malê.

Gotin: -Ka bûk kîjane? bira bê, avê bide me.

Jina wezîr av anî.

Wezîr lê nihêrrî, eva jina wîye, ma ecêbmayî, gote cimaetê:

-Îzina min bidin, ezê herim mal, ttûna xwe bînim.

Gişka go: -Eva tev ttûne, tuê çira herî?

Go: -Na, ez nikarim ttûna başqe bikişînim.

Ewî usa digo, jina wî jî dengê wî dibihîst. Ew derket, here. Jina wî jî bin erdêva çû mala xwe, berî mêrê xwe gihîşte mal, rûnişt, kinc dirût. Mêrê wê lê nihêrî, jina wî va. Jina wî go:

-Ha, tu hatî çi?

Wezîr go: -Qe, ez hatime ttûnê bivim.

Û usa careke dinê çû.

Rûniştin.

Go: -De bûkê bînin, gustîla nîşanîyê têkine tilîyê.

Bûk hat, wezîr lê nihêrrî, jina wî, kincê jina wî, rengê jina wî, çevê jina wî. Dîsa bawer ne kir, go:

-Min gustîla nîşanîyê zêrr ne anîye, îzinê bidin, ez herim bînim.

Ew derkete derva; jina wî jî bin erdêva çû. Çû, lê nihêrrî jina wî wê rûniştîye malda. Jina wî go:

-Wezîr, xwedê xêrke, tu çira diçî, têyî?

Go: -Qe, qîzê, min gustîl bîr kiribû.

Jinikê go: -Na, ev ne îşê gustîlêye.

Wezîr got: -Çi ji te veşêrim, çi ji xwedê; bûk hema nola teye: bejina teye, çevê wê, çevê tene.

Jinikê got: -Mêrik, herkê tu bawer nakî, ezê çarşeveke sipî xwe werkim, bêm ber pêlekanê bisekinim, min binêrre, heta tu diçî mala wan.

Jinikê çû çarşeveke sipî xwe wer kir, hat ser pêlekanê sekinî. Wezîr paşva nihêrrî, berjêr daket. Jinikê jî çarşev avîte ser darekî, çû otaxa bin erdêva: dîsa çû malê. Wezîr heta çû ber dêrî jî, çarşev didît, digot: “Jina min wê sekinîye”. Çû hundurr, bûk anîn, nîşan kirin, teva “bimbarekî” dayê. Wezîr ji alîyê xulam bavê qîzikêra nehik birrîn, “helalîya xwedê qîzik dane xulam”.

Wezîr zivirrî, çû mala xwe, nihêrrî jina wî tune. Herdu tepa hate nav çevê xwe: “We weylê, lê ew jina min bû”.

Sibetirê çû dîwanê, wekî jina xwe xulêm bistîne. Dîwanê jî jin jê sitend, da xulam, go: “Te xwe-xwe destê xwe daye mêr”.

Jina wezîr cahab da jina qazî, go: “Min ev ecêb anî serê mêrê xwe”.

Jina qazî go: “Sirya mine”.

Êvarê qazî hate mala xwe, jina wî av germ kir, av li qazî kir.

Qazî go: -Qîzê, minra serbidewê çêke.

Qazî dikeve nav cîyê xwe. Jina wî agir dadide, serbidewê jêra çêdike, divê: “Qazî, razê heta dikele”. Qazî radizê. Jina wî morîyê xewê dike guhda, ewê û carîya rûyê wî kur kirin, cîyê wî nav hevra kirin, danîne heyatê.

Wextekê qazî hişyar bû, lê nihêrrî wê dervane: “Eva kî dere, go, ne ez hêja razayî bûm, ev ez kura hatime vira”. Dest da rûyê xwe; rûyê wî tune, go: “Welleh, wekî usane, ez ne qazîme, go, de bise, ez herim derîxim, çika wê derî min vekin”.

Çû derîû xist.

Jina wî go: -Ew kîye?

Go: -Ez qazîme.

Jinikê go: -Kopekê heram, tu dîn bûyî, qazî va hundurrda razaye, tu çima qazîyî?

Careke dinê ber derî vegerîya. Çû gurze gîha lodê anî, go:

“Min hergav gîha lodê danî, jina min derî min vedikir, hergê îjar jî derî min vekir, hemîn ez qazîme, xêr, derî venekir, bizanibe ez ne qazîme”. Çû gurze gîha lodê anî, da pişta xwe, çû derî xist.

-Qîzê, derî veke, min gîha anî.

Jinikê go: -Ew kîye?

Go: -Ez qazîme.

Jina wî got: -Kopekê heram, tu çima qazîyî? -Jinikê kire gazî: “Qazî, qazî, rabe, gîha birin”. Qazî gîha avît û revî, got: “Welleh, xwedê zane, ez ne qazîme, loma jî derî min venekir”.

Qazî serê xwe hilda, terkeseratî dinê bû. Çû cîkî dêm-dêmistan, qûm-qûmistan, hêja serê qazî ket xaxê giran. Qazî çû ha gunda, ha şehera, heta çend sal ebûra xwe kir, bê xayî, bê xudan, bê kes, bê wêris, ji xulamtîyê, rêncberîyê sê sal temam bû. Rûyê wî dirêj bû. Rojekê wetan kete bîrê, fikirî, wekî herre ber bi şeherê xwe. Çû ji şeher derket, lê nihêrrî, rêwîk wê deve pêşîyê diçe, qazî gihîştê, gotê:

-Oxir be, bira!

Rêwî gotê: -Oxira xêrê be, hevalê oxirê bî.

Herdu rê ketin, çûn ber bi meskenê qazî.

Pirr çûn, hindik çûn, nêzîkî bajarê qazî bûn û daxilî nava şeher bûn.

Qazî gote hevalê xwe: -Tu here xana, devê xanêda girêde, lê ezê herim nav şeher, nasê min hene:

Qazî qesta mala xwe kir, got: “Ezê herim, çika wê derî min vekin, an na. Herkî derî min vekirin, bizanibe ez qazîme, lê herkî derî min venekirin, bizanibe ez ne qazîme”. Çû hewşa xwe, newêribû derî xista, hewşêda rûnişt, duşirmîş bû, hema bi wê xemêda raza.

Wextekê carîya jina wî derkete hewşê, lê nihêrrî reşek hewşêda dixuêne, çû gote jina qazî û carîyava derketin çûn. Lê nihêrrîn, eva qazîye. Jina wî gelekî şa bû. Morîya xewê kirine guhê qazî, nav hevra kirin, anîne otaxê. Av germ kirin, xewêda av qazî kirin. Qazî kirin nava orxan-doşekê quştukî, dîsa nona berê, serbidew da ser agir, keland, wekî wa her sê salê derbazbûyî li qazî têke xewn. Morîya xewê guhê qazî derxist, dey li qazî kir. Qazî çevê xwe vekir, ma şaş, got: “Ne ez hêja hewşêda bûm, kurra hatim vira?”.

Jina wî got: -Tu dîn bûyî, ne tu hêja hatî, te av xwe kir, te go: “Mira serbidewê çêke”. Tu razayî, min tera çêkirîye.

Qazî go: -Eva sê sale ez çûme xerîbîyê, hevalê min, deva wî, ew minra hatin, kanêne?

Jina wî lê kire direw, got:

-Xewn dîtîye, hey malxirav, sê salê çi, çûyîna çi, te xewn dîtîye.

Qazî jî bawer kir, wekî “xewn dîtîye”.

Sibê qazî çû dîwanxanê, tev şa bûn dereqa hatina qazî. Qazî paşê pê hesîya, wekî jina wî delk serî kirye.

Jina qazî ev delk serê mêrê xwe kir û cahab da jina wezîr, ku “Penzaharê wê bigîje min”.

Penzahar gihîşte jina qazî, çimkî delkê jina qazî ji ya wan zêdetir bû.

Got: Îsoyê Xudo, 19 salî, dersdarê gundê Cercerîsê, li ser nehya Axbaranê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev