Gundekî parêzgeha Sineyê: Palingan

Gundekî parêzgeha Sineyê: Palingan

Yaqûb Kurmanc

Palingan an Palengan gundekî perêzgeha Sineyê ye ser bi navçeya Kamiyaranê. Dîroka vî gundî vedigere berî hatina Îslamê. Ev gund ketiye geliyê Tengîwerê û binesaziya vî gundî bi awayekî pêlekanî ye yanî serbanê malekê hewşa mala dine. Palingan heya 400 salan cihê desthilatdariya Erdelaniyan bû. Palingan di dirêjahiya dîrokê de gelek caran hatiye rûxandin lê dîsa ava bûye.
Nifûsa Palinganê zêdetirî 1000 kes e û bi zaravayê Hewramî diaxivin. 

Erdnîgarî, Berhem, Çand û Kultûr, Av û Hewa
Gundê Palinganê yek ji gundên navçeya Jawro ser bi şaristana Kamiyaranê ye, ev gund 50 km dûrî bajarê Kamiyaranê ye û di geliyê Tengîwerê de cih girtiye.
Çemê Tengîwerê ku ji nav gund de derbas dibe Palingan kiriye du beşan. Xanîyên gund bi keviran û bi aweyekî pêlekanî hatine çêkirin û serbanê her malekê hewşa mala din tê hesibandin.
Ev navçe yek ji navendên girîng ya parêzgeha Sineyê ji serdema Selçûqiyan virde ye. Keleha Palinganê ku rex gund û ser çiyê hatiye avakirin girîngiya vê herêmê diyar dike.
Li gor bermahiyên mizgeft, xanîyên kevn û baxên xweşik yên vî gundî wiha xûya dike ku avabûna gund vedigere serdema Samaniyan.
Her wiha di gund de goristaneke kevnare heye ku çend kêlên vê goristanê bi nivîsa Kûfî hatine nivîsandin ku dîroka vê nivîsê sedsalên heft û heştan e.
Gundê Palinganê de zêdetirî 20kanî hene ku hemû diherikin robarê Tengîwerê û li gor zanyariyên bijîşkî ava wan ji bo tenduristiyê gelekî baş e.

Berhemên berçav yên vî gundî piranî ceh, genim û berhemên mastî û di nav pîşeyên destan de Kilaş ji hemûyan pêşketîtir e. Yek ji tiştên herî navdar yê vî gundî hingivê suriştî yê Palinganê û herwiha masiyên vî gundî ne ku mirov dikare wan li wir bidest bixe.

Berhemên baxî yê gund hinar, tûtferengî, xox, mijmij, hejîr e.

Av û hewaya Palinganê di havîna de germ û biharê hênik e. Di demsalên payîz û zivistanê de sar û berfî ye.

Ji merîsamên herî xweşik yên vî gundî lîstikên Geriyan, Çeple û Siyaçemane ye.
Herwiha Hespsiwarî, Gurzweşîn, Baranê, Kûşe kûşe û Çak çak lîstikên herêma Palinganê ne. 

Newroza Palinganê
Cejna herî girîng ku cejneke dîrokî û neteweyî ye cejna Newrozê ye ku li Palinganê bi çoş û xiroşeke mezin tê lidarxistin.
Di vê merasimê de ciwan bi dîlan û gerandina bizotan ber bi çiyayên Palinganê ve diçin û serhildan û serketina Kawayê hesinkar li hemberî Dehak bibîrtînin.
Di cejna Newrozê de xelk bi cilûbergên kurdî û muzîk û dîlanan derdikevin serbanê malan û vê çejnê bi coşeke mezin lidardixin. 

Jêderka navê Palinganê
Palingan ji sedî sed navekî kurdî ye.
Dîrokzan dibêjin navê di eslê xwe de Pilingan e yanî cihê ajalekî bi navê Piling.
Hîn kes jî dibêjin navê Palinganê ji peyva Pal tê. Yanî cihê ku xwe bispêrî tiştekî
Ev nêrîn jî dibe ku durist be jiber ku xaniyên gund bi awayekî pêlekanî û berpal çiyê de cih girtiye û serserê hevdu ne. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev