Ji ŕȇzenivîsȇn ,,Ȇzdîtî û dîŕoka gelȇ kurd,, -2

Ji ŕȇzenivîsȇn ,,Ȇzdîtî û dîŕoka gelȇ kurd,, -2

KURD Û DONORTÎYA WAN A BI HEZARAN SALAN

yanê

Parêzîya Îsa ji Ŕoparêzîyȇ hatîye bergirtinê

 

Em îro beşa duduyan a gotara nivîskarê malpera me, lêkolîner Torinê Torinî ser dînê êzdîtîyê raberî we dikin. Ev lêkolîna zanyarî derseke bêhempa ye bo wan kesên xalifî, ku êzdîyan û kurdan ji hev cuda dikin. Beşa pêşin me duh çap kiribû.

 

Torinê Torinî, lêkolîner/êzdîzan

 

Zanyarên cîhanê bi her alî mak dikin, ku serpêhatîya Îsa (ŕovegera zivistanê da ji keça kezî dayîkbûn, pey sê ŕojan ŕa ji mirîtîyê zêndî bûn, li ser xaç xaçbûn, ji ŕohilatê hatina sê magan bo çavŕonahîya ji dayîkbûnê, dayîkbûn û pey mirinȇ ŕa veşartina di mixarȇ da, hebûna 12 şagirtan, xelek – xêlîya ŕonahî ya sîmvola goveka Ŕoyê ya li dor sêrî, cejnên xaçparêzîyê û hwd) hema mînanî serpêhatîyên H – OR – os, Mîhr û Mêr – Xwedawendên dinê yên ŕoparêzîyê ne. Lȇ serekanîya parȇzîya evan Mȇr – Xwedawendȇn ŕoparȇzîyȇ li Kurdistana kevnare der bûye.

Ḱoḱa Horos ȇ ku bûye bingehke parȇzîya Îsa ji ḱu tȇ?… Mixabin, ji ber kurd hê vȇ gavȇ ne xwedî dewlet in, ango bê xweyî – xwudan in, ,,deftera kesekî da ṫunene,,, ax, dîŕoka wana ji destȇ zȇndî, heta ji hestûyȇn miryȇn wan jî hatîye û tȇ stendinȇ, zanyarên dinȇ – alemȇ ȇn sawȇŕalȇs nadine ḱivşê, ku Îzîda û Ozîrîs en dȇ û bavȇn Horos ȇ misiryan hema ji ber Înana û Dûmûzî yên piştovanên O – RO – et – to (Aratta) hatine girtinê. Lê Aratta dewleta kal – bavên kurda ya here kevnar e (ji vir 4700 – 4800 sal pȇşda) li ser erdnîgarîya Kurdistanê. (Sûmerîyan ew ,,welatȇ xweyȇ kanonȇn pîroz,, navkirine. Li vira Gîlgamȇş ŕa li hev hatîye hȇşnaya nemirinȇ peyda bike). Sûmerîyên ji çîya – banîyên Kurdistana kevnare ber bi jêr daḱetî jî Înana û Dûmûzî gor ŕewşa siŕuşta Sûmerȇ parêz kirine. Heta navbera serekmagên bajaŕ – welatê Ûrûkê yê Sûmerê û bajaŕ – welatê Arattayê da gotebêj – hucet çûye, ka Înana û Dûmûzî piştovanên Ûrûkê yanê Arattayê ne. Balḱêş e, ku ew gotebêj hema bi nivîskî pêk hatîye, ango, xwendin û nivîsar Kurdistanê da dema Arattayê da îdî hebûne. Ji tîrnivîsarên sûmerîyan dîhar dibe, ku pey cihêbûna sûmerîyan ŕa ocaxa mezin ya Dûmûzî hema li Arattayê maye. Lema jî destana sûmerîyan ya ,,Ênmêrkar û serokmagê Arattayê,, da tê gotinê:

 Merivên Arattayê yên li ser merivên dinê ŕa,

 Meriv ên ku Dûmûzî bijart ji merivên dinê.

Parêzîya Dûmûzî – Tammûz, bê navbiŕîn, li cem êzdîyan bi navê Melekî Taûs didome. Êzdî hê jî wek arattayan xwe ,,miletê Taûs,, nav dikin. Melekî Taûs (TA yȇ ÛS – ŔOYȆ), ȇ ku demsala baharȇ da ŕuh – giyan ber her tiştî da anîye, Cîhana li ser axȇ ava û şȇn kirîye, Mêr – Xwedawendekî ŕoparȇzîyê û çelx – ŕozgara ŕast e, ango, hersal ҫelxa ŕozgarȇ ŕast dike, baharȇ tîne. Dema cejnê wekehevbûna şev û ŕojê ya baharê ya Kurdistanê ye. Cejn bi hezaran salan bi Newrozê – Çarşema Serê Salê dest pê bûye, ҫawa li cem sûmerîyan jî bûye, du hevtêyan ḱişandîye – pêk hatîye û bi Çarşema Serê Nîsanê va dawî bûye. Cejna Newrozê – Çarşema Serê Salê û ṫevaya ŕîṫma jîyana gelê kurd ya dewr û zemanan ne gor çanda bi bêtir hîvparêzîyê ya li beŕîyên germ in. (Û eva 1400 salin dagirker dikin, nakin nikarin ewȇ ҫandȇ li kurda ṫam bidine pejirandinȇ). Li evan beŕîyên germ, berovajî Kurdistanê, ŕoj û ḱar ne ku sivê da dest pê dibin, lê hema bi hatina hȇnkaya şevê û Hîvȇ dest pê dibin. Bi nȇŕîna zanyaran ҫanda bȇedebîyȇ, bênamûsîyê, destavîtinê, xwe zevtnekirinê, nefsekîyê, kavil – wêrankirinê, ṫunekirinê, ṫalankirinȇ jîyana şeveŕeş – tarîstanparêzîyê va girȇdaîye û hela ji Xwedayê wan ê Ênlîl (Allah) tê. Evî hê berî tofanê bo ṫunekirina merivan nexweşî, xelayî, tofan pêk tianî. Belȇ, badilhewa nehatîye gotinȇ: ,,Her neteweyek û Xwedayȇn wȇ dişibine hev,,… (Derbarȇ hine mînanîhevbûnȇn navbera bîr – bawerîyȇn sûmerîyan û ȇzdîyan yȇn derbarȇ Taûs – Dûmûzî da binȇŕe: Torinȇ Torinî, ,,Miletȇ Taûs,, – navlȇkirina 5000 salî,,).

Mîhr – Mehr – Mȇr

Zanyarên cîhanê yȇn bȇxem usa jî nadine xuyanê, ku Mîhr, ȇ ku dîsa bûye ҫavkanîke parȇzîya Îsa, Mêr – Xwedawendekî ŕoparȇzîyȇ yȇ h – OR – î – mîtanîyan e. Lê horî – mîtanî pêşîyên kurda nin. Ŕê – ŕizmên parêzîya Mîhr jî êzdîtîyê da hatine parastinê. Îro jî cejnȇn Mîhrȇ Mȇrȇ Ŕoyȇ yȇ tifal – lawîn (ŕovegeŕa zivistanȇ da bi şȇweyȇ cejna Şȇ Şems), Mîhrȇ ciwan (bi şȇweyȇ cejna Batzmȇ), Mîhrȇ kal (bi şȇweyȇ cejna Xidir Nebî) tȇne pîrozkirinȇ. Navê Mîhr hevalcêwîyê peyvên ,,Mêr,, (Xwedawend), ,,mêr,, (bawermendȇ ŕoparȇz – wek ,,mȇrȇ ȇzdî,,) ,,mêr,, (zilam), ,,mêr,, (mêrxas), ,,mîr,,, ,,meriv,, û yên dinê ye û ji makezimanê hindoavropî tê. Ŕo û hîv alîyȇ kurda va her ,,Me – hr,, û ,,Me – h,, hatine navkirinȇ. Hine zanyar heta knȇzîyȇ navbera peyvȇn MEhr – MȆr, ME – d, ME – nda, ME – na, ME – rd, ME – îtȇnî (Mîtanî) û ,,MȆ,, ya sûŕî ya sûmerî da jî dibînin… Stûnȇn hemû parȇzgehȇn Mîhrparȇzîyȇ gor 24 demjimarȇn şev û ŕojȇ 24 bûne. Tîrȇjȇn quvȇn parȇzgehȇn ȇzdîtîyȇ jî bi piŕanî 24 in. Li fêza dergehê Lalişa Nûranî da mora Şaûştatar ê padîşahê mîtanî ya bi 2 ҫargoşȇn li ser hev danî yȇn Ŕoyȇ va, bi hine guhastina va (xwezma teyr bi sînema poçikdirêj va hatîye guhartinê…), hatîye mor kirinȇ. Zîyareta Nûrȇ – Lalişa Nûranî jî mînanî zîyaretên dinê yên Mîhrparêzîyê binerdî ye. Bîr – bawerîyȇn kevnare yȇn hindoavropîyan da mixare sîmvola azman bûye. Sanskrît da û ,,Avȇsta,, – yȇda ,,azman,, hem kevir – zang, hem jî azman dide ḱivşȇ. Demên kevnare da, heta sûmerîyan jî, bawer kirine, ku Ŕo ji zang – mixarên çîyayên Kurdistanê nedîr dide, êvaran jî dîsa zang – mixarên ewan çîyan da dice ava:

 ,,Ew herŕo hilatin û avabûna ŕoyȇ nav xwe da xwey dikin,,              

Derḱetina Şeref Dînê Madî ji mixarê jî mînanî derḱetina Mȇrȇ Sivȇ (li Ûrartuyȇ – Şîvînî, cem hindȇn arî – Şîva) nedîrdayîn, derḱetina ŕonahîyê – hêvîyê û têkbirina tarîyê va girêdayî ye. Qewl û beyṫȇn ȇzdîtîyȇ da ṫevî ,,dîn,, ṫimê peyva ,,madî,, tê bir anîn (,,dînȇ şeref ȇ madî,,), ji ber ku dinê medên, wek kesȇn mîna Sîon V. Tȇr – Manvȇlyan gotî, ,,kal û bavên êzdîyan,, dînê ŕoparêzîyê bû. Badilhewa nîne, ku li ser Ala medan dîndara Ŕoya zerîn lȇkirî bû. Dema xweda Hêrodot û dîŕoknivîsên dinê jî nivîsîne, ku medan xwe arîyên here ŕesen dîtine û bi ewê va serbilind bûne. Demên kevnare da hema tav – ŕonahî – şemal – nûr bi xwe jî wek Xwedawendeke xwe serî xwe hatîye parêzkirinê û her êzdîk îro jî dema sond xwarinê divêje: ,,Ez vê Şemalêkim,,, ,,Ez vê Nûrêkim,,. Peyva ,,nûr,, bi sûmerî jî hema agir, ŕonahî daye ḱivşê û ṫimȇ li ŕex peyva ,,Ûtû,, (Oto) hatîye bi ḱar anînȇ. Awa dînê êzdîyan ne ku sofîyek yan jî mehdîyek sedsalên navîn e, lê hema Nûr e a ku ji ,,mixarȇ – dîwanȇ,, dertȇ. ,,Şadetîya dine êzdî,, da peyvên ,,meshef,,, ,,atqat,,, ,,îman,,, ,,dîn,, hemwate – sînonîm in û ṫenȇ bawerîyȇ didine ḱivşȇ, ango, ḱurd ȇn bawermendên êzdî çiqwas êzdî ne, awqas jî şemsanî ne, awqasî jî taûsî ne, awqas jî nûranî – şeref dînî ne, ango ŕonahîparêz in .

Cema ya Lalişa Nûranî da ŕizma gakujîyê jî Mîhrparêzîyê va girêdayî ye. Lap kêm zivŕ – fitla xweye here dawîyê da, ango, ji vir berî zêdetir 6000 sal pêşda (gor zivŕa berî wê – ji vir 32000 sal pêşda) Mîhr – Ŕo ḱetîye dewra nîşana zodîakê (ḱember – goveka ajalan) ya ,,Ga,,. Û pey 2150 salan ŕa gava ji wura derḱetîye, ḱetîye dewra nîşana Çerxa Felekê ya ,,Beran,,, îdî ga ,,daye kujtinê,,. Awa ŕizma ,,gakujîyê,, di Cema ya Lalişa Nûranî da ji evan dewrên kevnare tê. Demê da Cema bi navê Çil Mêran hatîye navkirinê (ji wanan Hevt Mêrên Ŕiḱnê xudanên Ŕoyê, hîvê û pênc geŕsteyrên dora Ŕoyê ne bi sîmvolên makrokosmosȇ ȇn Taûs a 7 qat – tevekȇ û steyra şeş baskê bi navenda Ŕoyê va). Ew Mêr mînanî Mêr – Xwedawendên Pantêona Ûrartûyê ne. Li ser dergehê şȇresîwar Xaldî – Adî (ew usa jî Derîyê Mîhr – Mêr tê navkirinê) ê li ŕex kela Wanê (To – ŔEŞ – po) nava salê da demên cejnên nedîrdayîna steyr û exterên wek Mêr – Xwedawend pejirandî û hejmara dorgeŕ – gorî – qurbanên wanan li pey hev hatine ŕêz kirîne. Ango, Cema ya ҫend hezar salî ne ku ya Adîyê şêx û heval – hogirê wî ye, lê ya wan Çil Mêran e, yȇn ku alîyê Adîyȇ şȇx, mag – micewirî û xizmetḱarên cidan ȇn li ber zîyareta Lalişa Nûranî va hatine parêzkirinê. Micȇwrî û xizmetḱarȇn cidan bona evan Ҫil Mȇran ȇn kevnare havînȇ û zivistanȇ 40 ŕo – jan ŕo – jî girtine. Çil Mêr – Xwedawend wek Mȇrȇn demsalan û bûyerȇn siruştȇ wekehevbûna şev û ŕojan ên payîz û bahar û ŕovegeŕȇn Kurdistanê da û cejnên dinê da li hev civyane, hatine cem hev, cemaya xwe pêk anîne. Bi bawerkirina sûmerîyan ji Mêr – Xwedawendên gerdûnê hema li ser heçe – kopên ҫîyayȇn fȇza wana da yȇn ,,Çil Mêran,, ê çîyayê Şengalê û çîyayên dinêye pîroz ên Kurdistanê hêwirîne. Cemayȇ da û cejnȇn dinȇ da geŕandina Semayȇ diharkirina geŕa ŕonkayȇn Galaktîka Ŕoyȇ ye. (Sedsalȇn navîn da Sema ya yekŕȇz gor felsefa sofîtîyȇ bûye bi du ŕȇz). Serḱȇşȇ Semayȇ, wek magȇn Misira kevnare, bi xȇlî kirî ye. Gor ȇzdîtîyȇ navbera Xwedȇ û Mȇrȇn Ŕiḱnȇ yȇn xudanȇn ŕonkayȇn erşȇ azman da perde heye. Micȇwrîyȇn ȇzdîyȇn Serhedȇ jî, xwazma cejna Ȇzdîdȇ Sor da, micȇwrîkî feqîr bi xȇlîya ji xerqeyȇ bi ŕîşî xȇlî – perde dikirin, dikirin ,,Bûka Ȇzdîd,, û bi ṫevayî nava gund mal bi mal digeŕyan, cejn pîroz dikirin. (Ȇzdî hȇ jî bi ,,Bûka baharȇ,,, bi ,,Bûka beranberdanȇ,, bi ,,Bûka baranȇ,, û yȇn din sond dixwin, banga hewarȇ lȇ dikin)… 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Torinê Torinî

Li kolêca doxtirîyê, Zankoya doxtirîyê ya dewletê li Rewanê, fakûltêya jûrnalîstîkayê ya heman zankoyê xilaz kirîye. Serwêrê para dermanan ya serwêrtîya dermanxanan ya bajarê Gumrîyê û hevt navçeyên Ermenîstanê bûye. Niha serwêrê dermanxanê ye.

Qeydên dişibine hev