Perwerdeya rojnamegeriyê ya bianetê wê li biaOkulê berdewam bike

Perwerdeya rojnamegeriyê ya bianetê wê li biaOkulê berdewam bike

Weqfa Ragihandinê IPSyê ji bo danasîna biaOkulê ku wê perwerdeyên derbarê rojnamegeriyê êdî li vir berdewam bikin û ji bo înfografiya rapora tundkariya mêran a 2017yê bernameyek taybet li dar xist.

biaOkul (Dibistana biayê) ku navnîşana nû ya perwerde û civînên nûçegîhaniyê ya Weqfa Ragihandinê IPSyê ye, bi bernameyeke taybet hat danasîn. Weqf ji sala 2000î û vir de perwerdeyên nûçegîhaniyê dide.

De dema heman bernameyê de înfografiya rapora tundkariya mêran a 2017yê jî hat parvekirin.

Halûk Kalafat Hevberpirsê Weşanê yê Giştî yê bianetê di destpêka bernameyê de axivî û got ku biaOkulê ji xwe re programa Ji Dibistanê ber bi Odeya Nûçeyan weke bingeh qebûl kiriye û wê li vir perwerdeya rojnamegeriyê bê dayin.

Alankûş: Em wisa fikirîn ku êdî dema biaOkulê hatiye

Sevda Alankûş şêwirmenda perwerdeyê jî wiha axivî:

“Ji sala 2000î de em perwerdeyê didin, em jî gelekî hatin perwerdekirin. Me bi medyakarên herêmî re dest pê kir. Ji sala 2002yê heta 2007ê em û bi qasî 1500 xebatkarên medyaya herêmî li ser têgeha nûçegîhaniya mafparêziyê sekinîn û me ew belav kir. Bû mijara tezan, êdî herkesî behsa wî tiştî dikir ku nûçegîhaniya mafparêziyê dikin. Ev nayê wê wateyê ku berê nûçegîhaniya mafparêziyê nedihat kirin. Lê bi van xebatan re nûçegîhana mafparêziyê sazûman bû, belav bû, bû xwedî îdia û bû vebijarkek. Nûçegîhaniya mafparêziyê wê gavê jî vebijarkeke polîtîk û exlaqî bû, niha jî wiha ye.

“Me xwest ku em xwe bigihînin fakulteyên ragihandinê. Di navbera fakulteyên ragihandinê û rojnamegerên ku li jiyanê vedigeriyan de valahî çêdibû. Me xwest ku vê bi OHOyê temam bikin. Em hînî gelekî tiştan bûn, di encama van tiştan de pirtûk hatin nivîsandin.

“Di sala 2000î jî di dilê me de hesta hebûna dibistanê hebûye. Qey wisa dihat fikirîn ku êdî dema wê hatiye. Projeya veguhestina dibistanê projeya Nadîre Mater, Evren Gonul û biayê ye.

“Wê li biaOkulê tiştên cuda çibin? Me perwerdeyên OHOyê tenê ji bo xwendekarên fakulteyên ragihandinê dikirin, di mehên havînê de bûn, me hewl dida ku di deh rojan de biqedin, li biaOkulê wê di tevahiya salê de perwerde bê dayin.”

Tahaoglû: “Bi hêviya wan rojan ku em raporan çênekin”

Rapora tundkariya mêran a 2017yê piştî wê pêvajoyê hatiye amadekirin ku Begum Bakiyê medya kontrol kiriye û Çîçek Tahaoglû edîtora nûçeyên jinan û LGBTİyan a bianetê amade kiriye. Afîşên raporê ji hêla hunermend Cem Dînlenmîşî ve hatiye sazkirin.

Çîçek Tahaoglûyê got ku ji ber daneyên fermî yên derbarê vê mijarê de tune bûne, bianetê di sala 2008yê de bi armanca tiştên li ber çavan bide nîşandan dest bi berhevkirina van agahiyan kiriye. Rapora tundkariya mêran destpêkê ji hêla Emîne Ozcan û Bûrçîn Belgînê ve dihat amadekirin. Ji sala 2011yê û pê de Tahaoglûyê ev rapor amade kirine.

Tahaoglûyê destnîşan kir ku ew 5 sal in daneyan weke înfografiyê amade dikin û di înfografiya îsal de her kareyek bûyerekê vedibêje.

Tahaoglûyê axavtina xwe bi gotina “bi hêviya wan rojan ku em van raporan çênekin” qedand. (BK/FD)

Foto: Mûrat Bayram / bianet

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev