“Çend Danên Hişyar” a Ergîn Sertem derçû!

“Çend Danên Hişyar” a Ergîn Sertem derçû!

Berhemeke hêjayî xwendinê ji “Lîs”ê

 

Mêravî

Li kolana Mêravî

Li kuja kej a kêlîkên vajî

Noqav bû miravîyeke xewas

Û li seravê

bê ba bû

bê bal bû

Pûşên xem û mereman

li ber nermîya bayê tîrmehê

şibhê pifokên bêwezn

bê ser bûn

bê bin bûn.

 

Çend Danên Hişyar, berhema edebî ya pêşîn a Ergîn Sertem, ne cîyê gumanê ye ku henaseyeke taze ye bo helbesta Kurmancîyê ya vê serdemê, ya ku bi rêya Benda Zarê Berze gilîyên xwe li gilîyan dixe, dibêje:

 

Ezmanekî dî heye

li derek, li devereke dî…

 

Çend Danên Hişyar          

Ergîn Sertem                    

Helbest, 71 rûpel

Çapa pêşîn, Reşemîya 2018’an

Weşanxaneya Lîs, Amed

ISBN: 978-605-9295-98-7 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev