Qebîlyet û ehilbûn ji bo nivîsandinê?

Qebîlyet û ehilbûn ji bo nivîsandinê?

Welat Agirî

Car caran em di axaftin, gotar û pirtûkên rewşenbîr û nivîskarên kurda de rastî sedemên pêşneketina edebiyata kurdî tên. Li gorî wan edebiyatvan û zanyaran; hinek nivîskarên kurd, ji hezkirina nivîsê zêdetir, wek reaksiyon dest bi nivîsa kurdî dikin, ku ev jî ziyaneke mezin dide zimên. Dibêjin di xislet û xwezaya wan kesan de eşq û xwesteka nivîsê nîn e, lê nivîsandina wan  a bi zimanê kurdî, li hember tirkî, erebî û farisî wek reaksiyon û bertekek e.

Dibe ku di van gotinan de heq û mafdar bin jî. Mimkun e, ku gelek kurdan li ber serdestiya zimanê dagirkeran serî hildabin, zar û zimanê xwe di warê nivîsê de feal û aktîf kiribin.

Lê pirsa me ew e, ku di rewşeke weha de, gelo kurdê çi bikin, çawa tev bigerin! Yan yê ji bo parastina kurmanciya resen û xwerû ji nivîsandinê dûr bisekinin; yan jî yê dev ji zimanên din berdin û kêmzêde bi zimanê kurdî binivîsin. Gelo kîjan çêtir e?

Niha dixwazim vegerim ser sedemên Ehmedê Xanî yên nivîsandina bi kurdî, ku sedemek jî di derbarî van hevokên jorê de ye. Feylesofê kurd ê qirna hevdan, sedema xwe ya duyem de dibêje:

 

Yanî ne ji qabil û xebîrî

Belkî bi teessib û eşîrî

 

Dibê nivîsandina min a bi kurdî “Ne ji qebilyet û ehilbûnê, belkî ji miletperwerî û hezkirina qewmê min tê”.

Bêguman, Ehmedê Xanî û fîlozofên wek wî, ji tewazû û dilnizmîya xwe, xwe dernaxin pêş û bêqebilîya xwe bi lêv dikin. Lê him nifşên sedsala wan û him jî yên pey wan tên, mezinahî û hostetiya wan gelekî baş dizanin, ku berhemên wan ji sedsalekê derbasî yeke din dibin.

Herçiqas herkes hemfikir nebe jî, ev beyta Ehmedê Xanî, di heman wextî de, bersiva pirsa me ye jî. Seydayê Xanî destûrê dide û dibêje; heyran çiqas xûy û xisletê te ji nivîs û karê nivîsandinê dûr be jî, di navbera te û nivîsê de tiştekî muşterek tune be jî, dev ji zimanên din berde, berê xwe bide mala xwe, li ber şêmîka xelkê nemîne.

Û bi beyteke din sedema sêyem tîne ziman:

 

Hasil: ji înad, eger ji bêdad

Ev bîdete kir xîlafê muted

 

Dibêje “Bi kurtasî ji înad an ji neçariyê, min bîdatek kir ku wek mûtayê ye”. Ya girîng ew e, ku nivîsandina bi kurdî wek bîdat hatiye dîtin. Lêwra di wê sedsalê de zimanê nivîsê farisî û erebî bû. Ne tenê miletê kurd, hema bêje hemû gelên Rojhilata Navîn bi van zimanan dinivîsandin û dixwandin.

Mirov dikare bêje ku ev bîdata nivîskarê Mem û Zînê bertek, reaksiyon û serhildanek e. Ger bi farisî binivîsiya, mimkûn e ku berhemeke ji Mem û Zînê bêtir bihata nivîsandin. Lê Ehmedê Xanî reaksiyona xwe nîşan dide û dest bi nivîsandina bi zimanê xwe dike.

Ew kesên ku zimanê xwe dihêlin û bi zimanekî din dinivîsin an jî diaxivin dişibin cewên avê ku erk û wezîfa wan ji aşê xelkê re kişandina avê ye. Dema behsa nivîsê tê kirin, divê bi tenê nivîsa edebî neyê aqila. Ne hewce ye ku herkes bibe pexşannivîs an jî helbestvan. Meriv dikare bi zimanekî sivik û rehet qewimîn û hedîseyên rojane bîne zimên û fikr û ramanên xwe bi zimanê xwe ji civata xwe re par ve bike.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev