Bîranîna hevalê min Beşîrê Mele Sebrî wê her bijî

Bîranîna hevalê min Beşîrê Mele Sebrî wê her bijî

Kurdzan û zaneyê zargotina me ji nav me bar kir

Dr. Sadedîn Mele

Ji roja (20-03-2018) bihîstina nûçeya koça dawî ya dost û hevalê xwe Dr. Beşîrê Mele Sebrî Resûl ve, ez dixwazim bi çend gotinan xatir ji giyanê wî bixwazim, lê kela xemgîniyê û hestê, şîniyê, matmayînê, şikestinê, dûrbûnê û windakirina bêdawî derfet ne didan min û destê min lê nedigeriya. Ez jî mîna gellek dostên Dr. Beşîrî dilşikestî me, cih ji xwe re nabînim û nikarim dinyayeke bê Beşîr bawer bikim. Ezê hewara xwe bigihînim kê, mexabin birîneke kûr û bê derman e û kes nikare zora zagona hişka xwezayê bibe.

 

Bîranînên min bi Dr. Beşîrî re gellek in, hîn ji sala 1970-an ve, me di kongireya Komeleya xwendekarên kurd li Ewrupa – Şaxê Sovyêtê de, li Moskow hevûdu naskir. Wî sala 1961 an zemaleya xwendinê bi rêya PDK li Sovyêtê wegirtibû û li Taşkentê bicih bibû. Piştî wergirtina bawernameya magisterê di wêjeya rûsî de, Beşîr li Taşkentê di kovareke Rûsî –Erebî de kar dikir. Me di civînên şaxê PDK li Sovyêtê de hev didît û dewamî, bi nameyan yan telefonan danûstendin bi hev re dikir. Carnan ew bi kar yan bi mebesta çûna Sûriyê dihate Moskow, lê jiber ko destê me jihev nedibû, tatîla wî xilas dibû, çûna xwe betal dikir û dawî vedigeriya Taşkentê.

 

Sala1979 an, bi rêya hin nasên xwe yên di komîteya piştgiriya Asya û Afrîkayê re, min karîbû stêpêndyuma xwendina bilind, li Instîtua Rojhelatnasînê ji Beşîr re pêda bikim û ew hate li Moskow bicih bû. Wilo nêzîkbûn û hevdîtinên me zêdetir bûn.

Beşîr hemû berpirsên pêşî yên tevgera kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê nas dikirin û nûçeyên welêt û tevgera siyasî dişopandin. Wî teza doktoraya xwe li ser ezmûna partiyên siyasî yên kurd li Sûriyê, di bin serpereştiya prof. Hasratyan de, amade kir û di sala 1984 an de PhD wergirt.

Sala 1994 an dema ez vegeriyam Moskow, karmedên beşê kurdî li Instîtua Rojhelatnasînê bê mûçe mabûn û xebata wan hatibû rawestandin. Ji bo alîkariya wan karmendan û berdewambûna xebata wan, welatperwerê kurd Mizgîn Mêqerî xwe da ber Navenda Lêkolînên kurdî li Moskow û dana mûceyên karmedên wê. Hingê Dr. Beşîr ligel Bavê Nazê, Lazarêv, Hasratyan, Şekroyê Mihoyî, Sobolov, T. Reşîd û hinin din bûne endamên wê.

Dr. Beşîr kurdekî welatperwer, merivekî zîrek, vekirî, piralî, civakî û hezkirî bû, dîwanên Melayê Cezerî û Ahmedê Xanê jiber kiribû, tev kurmancî û soranî, zimanên wî yên erebî û rûsî gellekî bilind bûn, şarezayê çanda kurdewarî, civata erebî, rûsî û Asiya Navîn bû. Bilî kurdologîya xwe ya zanistî û di ser her tiştî re Dr. Beşîr dramatistekî xwezayî û civatxweş bû.

Ta roja birêvketina Dr. Beşîr a dawî ya Sûriyê, danûstendinên me rojane bi rêya telefonê yan Skype berdewam bûn û axivtinên me dirêj dibûn. Tevlî gazinên wî yên tendirustî, min digot emê hîn mîna caran basa tiştên nuh û kevn bikin, devê min nedigeriya ez xatirê dawî jê bixwazim û niha jî destê min nagere, ezê gellek caran, herdem, ta saxbim bi keser dostê xwe Beşîrê Mele Sebrî – Bavê Feyrûz bibîrbînim, bibîrbînim.
Hezar silav li giyanê te yê pak Bavê Feyrûz

Ji alîyê redaksyona malpera Riataza

Desteya rêvebir ya malpera Riataza bi dilekî kovan û bi xemgînîyeke mezin va serxweşîyê dide malbeta Beşîrê Mele Sebrî, ku li Kurdistanê gelek binavûdeng e û sebirê ji neferên binamalê ra dixweze bo wefata zanyarê kurd yê mezin.

Em di ser nivîsa Doktor Sadedîn Mele zêde bikin ku dema sala 2008an li Radyoya Moskvayê ya “Dengê Rûsîyayê” beşa weşanên radyoya bi zimanê kurdî vekirin, gazî Beşîr Mele Sebrî kirin, ew bû serokê beşê û berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl di bin serokatîya wî da demekê li wê radyoyê kar kir.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev