
Weşanxaneya “Lîs“ê kitêbxaneya me dewlemend dike
Hasbey Köksal di çarînên xwe de bi zimanekî gelêrî û zelal bahsa jîyanê kiriye; jîyana evînîyê, jîyana suxretê, jîyana rindikîyê…
Jîyan di çarînan de, carinan bi zimanekî rasteqîn, carinan bi zimanekî surreal, carinan jî bi zimanekî fabl hatiye nivîsandin. Gelek helbestên nivîskar li ser bingeha çîrok, stran û efsaneyên gel hatine nivîsandin.
Em karin bibêjin di pirtûka Kilamên Bêdeng de xweza, meriv, hêvî, jan, şabûn, evîn, xem û bi kurtayî çi heye bi zimanekî sivik û fambar hatine vegotin.
Kilamên Bêdeng
Hasbey Köksal
Helbest, 108 rûpel
Çapa pêşîn, Reşemîya 2018’an
Weşanxaneya Lîs, Amed
ISBN: 978-605-9295-94-9
Riataza