Nameyên evînî -22

Nameyên evînî -22

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a bîst e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî yên kurt, lê bi evînê va dagirtî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

 

***
Min hemû wêneyên te qeyd kirîye, ew jî li çend cîyan: di komputerê da, di dilê xwe da, di mejûyê xwe da û di xewnên xwe da.

 

***
Her kes dibêje: -Ez her tişt zanim, tenê roja mirina xwe nizanim. Lê a min tam eksî wê ye: Ez hîç tiştekî nizanim, lê roja mirina xwe zanim: -Ew roja ku Nura min ne a min be, ew roj e.

 

***
Ez ewqas kûr nefikirîbûm, lê belkî di binhişê min da hebû. Tiştê zanim ew e, ku hezkirina min ne hîşt tu herî. Hizkirin jî ne weke hezkirina her kesî ye. Ya ji dil û paqij e. Hezkirin ewqas pir bû, ku dema tu diçûyî, ez qet ber xwe nediketim, hela di ser da jî difikirîm, ku Nura pê hesiya ez ne layîqî wê me, loma çû. Berxweketina min tenê ji rewşa te bû. Ji ber ku tu dema diçûyî, tu ne kêfxweş bûyî, tu ji çûyîna xwe ne razî bûyî, ew rewş tesîr li ser derûnîya te dikir. Hezkirina min û hezkirina me gelek caran dibû ”ji te hezkirin”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev