Vexwarina ava kaniya kurmancî

Vexwarina ava kaniya kurmancî

Welat Agirî

 

Nivîskarê “Mem û Zîn”ê, Ehmedê Xanî, sedemên bi kurmancî nivîsandinê bi van beytan didomîne:

 

Safî şemirand, vexwarî durdî

Manendê durê lîsanê kurdî

 

Înaye nîzam û întizamê

Kêşaye cefa ji bo amê

 

“Min safî û zelalî wêda kir û vexwar durd û şêluya zimên ku ew ziman mînanî cewher e”,

“Ji bo gel ziman hat rêk û pêk kirin ku ew ji min re cefa bû, ne asan bû”

 

Di beyta yekem de, dest ji kişandina zelaliyê û vexwarina durd û şêlîyê tê kirin. Eger em li gorî dewr û dewrana wê rojê li edebiyata dinê binhêrin, dê were dîtin ku ava zelal û safî farisî bû. Nivîskar û wêjenasên tirk, kurd, azerî, peştûn, beloç û îranî bi ava wê kaniyê tîbûna xwe dişkênandin.

Hember kaniya farisî, ya kurdî jî bi kevz û durdê hatibû rapêçandin ku ava wê di jiyana rojane de nedihat bikaranîn. Erê bi qewlê Ehmedê  Xanî “ew zimanê wek cewher” di bin toz û xubarê de mabû. Di rewşeke weha de, dev ji wê ava zelal û gorî gelek edebiyatnasan “ava şekir û şerbet” berdide û dest bi vexwarina ava welatê xwe dike.

Di beyta duduya de jî, behsa rêk û pêkkirina ziman û di vê xebatê de kişandina cefa û zehmetiyan dike. Lê mirov nikare bê pirsa “kîjan nîzam û întîzam?” vê beytê bixwîne û derbas be.

Heke em peyvên farisî nehesibînin ku farisî û kurdî ji eynê malbatê ne; nîzam, întîzam û amme peyvên erebî ne. Û dema di beytekê de nîvê peyvan ji zimanê erebî bin, ka ew toz û xubara li ser kurdî çawa hatiye paqijkirin? Gelo meriv dikare bêje ziman hatiyê rêk û pêk kirin?

Ger em ziman û edebiyata xwe bişibînin zeviyekê, peyvên biyanî ew peyvin, ku wek firêzan di zeviya wêjeya kurdî de hêşîn bûne, bejn avêtine. Ev zevî jî bi kaxkirinê ji wan firêzan tê paqijkirin û rêk û pêk kirin.

Lêbelê heke berhema Xanî an jî zeviya gel ji peyvên biyanî nehatibe paqijkirin, gelo mabesta Ehmedê Xanî bi “Nîzam û întizam” ê çiye?

Me di nivîseke din de jî behs kiribû, ku ji bo hin nivîskaran û xasma ji bo şairên wek Xanî, Cizîrî, Teyran ji peyvan zêdetir form û qalibê nivîsê girîng e. Yanî bi gotineke din ger form û teşa nivîsê kurdî be, giringîya peyvên xumalî an jî biyanî nîn in.

Herçiqas beriya Ehmedê Xanî eserên bi zimanê kurdî hatibin nivîsandin jî, kêmbûna jimara wan eseran kaniya kurdî zelal nekiriye. Nivîskarê Mem û Zînê jî hewl dide, ku bi bikaranîna lêkerên kurdî şikl û dirûveke kurd û kurdewarî bide berhemê. Û dîsa bi maneya beyta wî, ev kar ne tiştekî hêsan bûye, ku di vê riyê de gelek cefa hatiye kişandin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev