NERÎT Û HELBEST

NERÎT Û HELBEST

Nerîta Neteweyî di Helbesta Nû ya Kurdî de (1880-1970)

Edebiyata Kurdî jî mîna Kurdan bi çendîn sînorên siyasî, coxrafî û şêwezarî ji hev hatiye dabirîn û her navendeke edebî wek giraveke dûredest berê xwe daye bergeheke ciyawaz. Ev xebat di nav vê parçebûn û dabirînê de reh û rîşeyên pevgirêdayî yên vê edebiyatê berçav dike û îdîa dike digel hemû astengî û dijwariyan, mirov dikare behsa nerîteke hevbeş a edebiyata Kurdî bike. Bêguman ew ruhê ku vê nerîtê zindî dike hizra neteweyî ye.

Ji ber vê mirov dikare bibêje ku nerîta edebî ya Kurdî di çarçoveya romantîzma neteweyî de hemû navendên edebî bi hev ve girê dide û wek diyardeyekê derdikeve holê.

Bi belavbûna hizrên neteweyî û moderniyê re di serê sedsala 20î de helbestvanên Kurd wek pêşengên civakeke rojhilatî, netewetiyê di nav kirasên moderniya pêşketinxwaz de dipejirînin ku di cewhera wê de zanist, pêşketin û ronakgerî heye. Lewra helbestvanên Kurd ên neteweperwer wek ronakbîrên giştî yên serdema xwe, ji ber ku bi hemû warên jiyana neteweyî re eleqedar dibin moderniya civakî, siyasî û edebî li hev tînin û ji kêşeyên ruxsarî zêdetir serê xwe bi naveroka helbestê re diêşînin.

Ji ber vê, netewetî di edebiyata Kurdî de dibe yek ji wan babetên sereke ku helbesta nû ji helbesta kevin ciya dike. Loma jî di destpêkê de nûbûna helbesta Kurdî di çarçoveya nûbûna naverokê de pêk tê û di cewhera nûbûna helbestê de jî hizra netewetiya nûxwaz heye.

 

AGAHIYÊN KITÊBÊ:
Nav: NERÎT Û HELBEST Nerîta Neteweyî di Helbesta Nû ya Kurdî de (1880-1970)
Nivîskar: Zülküf Ergün
Weşanxane: Nûbihar
Rûpel: 264
Cûre: Kurdolojî
Ziman: Kurdîya Kurmancî
Ebat: 13,5 x 21
Çapa yekem: 2018

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev