Xwendkarên ZMLD praktîka xwe li redaksyona RIATAZA derbaz dikin

Xwendkarên ZMLD praktîka xwe li redaksyona RIATAZA derbaz dikin

Duh redaksyona Riataza rastî xwendkarên Zanîngeha Moskvayê ya Lîngvîstîyê ya Dewletê (ZMLD) hatin, ku wê praktîka xwe li redaksyona malpera me derbaz bikin. Hemû xwendkar fêrî zimanê kurdî dibin û ewê bibin pêşkezanên pirsên bi kurdan va girêdayî.

Evan kesana tevî rasthatinê bûn: Cîgirê serokê Rêxistina hevbendîyê û hevkarîyê bi gelê kurd ra Vîktor Petrenko, doktorê dîrokê Îkbal Durre, ruhanîzan û nivîskarê herdemî yê malpera Riataza Valerîy Yêmêlyanov, nûnerê demkî yê hukumeta Herêma Kurdistanê Daner Ebûbekir û aktîvîstê kurd Xalid Goranî.

Di dema rasthatinê pirsên girêdayî derbazkirina praktîkayê di redaksyonê da hatine guftûgokirin û dersên xwendkaran yên di paşdemê da hatine destnîşankirinê, fikir hatine pevguhastinê derheqa pêvajoyên ku li Rohilata Nêzîk dibin, ku bi kurdan va girêdayîne, çend pirsên dîrok, dîn û çanda gelê kurd minaqeşe kirin.

Rasthatina ku berpirsyarê sereke yê malpera Riataza Yûrayê Şamil Nabîyêv derbaz dikir, di rewşeke dilovan û dilgerm da derbaz bû. Xwendkaran behsa wê yekê kirin, ku bi çi awahî hînbûna zimanê kurdî hilbijartine û di wî karî da rastî çi dijwarîyan tên.

Redaksyona malperê wê di tevaya dema derbazkirin praktîkayê da xwendevanên xwe hayadar bike ka karê xwendkaran yê di hêla pêşxistina zanebûnên xwe di hêla zimanê kurdî da çawa derbaz dibe, di çi astê da ne. Em bawer in ku ewê bala xwendevanên me bikişîne. Ew xwendkar di paşdemê da wê bibin kurdzan.

Em destnîşan bikin ku dersên herêmzanîyê li Zanîngeha Moskvayê ya Lîngvîstîyê ya Dewletê dostê kurdayî mezin Vadîm Makarenko dide.

Dersdarên zimanê kurdî Rizganê Cango Recevî û Ahmed Îbrahîm in.

Lîsteya xwendkarên Zanîngeha Moskvayê ya Lîngvîstîyê ya Dewletê, ku li redaksyona Riataza praktîka xwe derbaz dikin:

— Persîanova Natalya Andreevna

— Baurin Artêm Vadîmovîç

— Dmîtrîyêva Olga Mîxaylovna

— Narxov Îlya Îgorêvîç

— Sêrgêyêv Dmîtrîy Vladîmîrovîç

 

P.S. Malpera Riataza di destpêka vekirina vê koma xwendekaran da, ku li Zanîngeheke Moskvayê fêrî zimanê kurdî dibin, vîdêorêportajeke balkêş çap kiribû. Em linka wê raberî we dikin:

Rûs fêrî zimanê Kurdî dibin

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev