Sînemxan Celadet Bedirxan/Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan

Sînemxan Celadet Bedirxan/Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan

Lêkolîneke zanyarî ji nivîskar Seîd Veroj

Şaristanî, civak û welat li ser mêrên mezin û gernas ava dibin. Wan bi berxwedana xwe paşerojeke baştir ji milletên xwe re peyda kiriye. Gandî Hindistan serbixwe kir, Mandêla Başûrê Afrîka ji nû ve saz kir û bavê min Celadet Bedirxan nasnameya kurdan da wan ko zimanê me pêşkêşî me kir. Herdem digot; zimanê me nasnameya me ye û wê herûher me biparêze.

Dema bavê min çû ber dilovaniya Xwedê, ez 13 salî bûm. Lê tiştê min dît û ez li ser amade bûm, bi min re ma, bû handan û sirûştek ji hemû jiyana min re; welatperwerî, dilsozî, rastgoyî û dilpaqijiya wî hişt ko bibe ev dastan. Herûher baweriya wî bi doza kurdan hebû û tu carî dest ji mafê kurdan neberda û her daxwaza wî ko bi wekhevî û dadmendî bijîn weke her milletekî din. Baweriya wî ya mezin ji bo vê dozê, rê dayê ko alfebaya kurdî pêşkêş bike, ev alfebaya ko bû bingeha zimanê kurdî yê nû.

Dilovan bû ji malbata xwe re, bavekî dilbirehim bû, em li ser şanaziya kesêtiya kurdayetiya xwe hîn kirin û digot herdem şanaz bin. Ez gelek bextewer bûm ko ez di malbata xwe de bi du kesên gelek hêja re xwedî bûm; mamê min Kamiran Bedirxan herweha karekterek mezin bû di jiyana min de, wî çiraya doza kurdan piştî bavê min berdewam kir, ko ev doz gihande astên navnetewî, her bi wan baweriyên mezin û bi wê daxwaza xurt weke bavê min.

Berdewam bû bi parastina mafên me, bê ko sist bibe û jiyana xwe hemî ji bo kurd û Kurdistanê qurban kir. Li cîhanê geriya ji bo mafê kurdan bide xwiyakirin û piştrast be ji berdewamiya vê nameyê û paşerojek baştir ji kurdan re bi dest bixe.

Wê dîrok cihê du lûtikên bilind ji çiyayên Kurdistana me ya şêrîn bide van herdû dastanan.

Ez bi hêvî me ko ev nifşê nû doza wan berdewam bike û nameya wan bigihîne nifşên pey wan, ji bo xewna bavê min û mamê min Kurdistaneke bihêz û yekgirtî bi cî bikin. 31.10.2016

http://kovarabir.com/sinemxan-celadet-bedirxan-du-birayen-bedirxani-celadet-u-kamiran-bedirxan/

 

Ev jî pêşgotina nivîskar Seîd Veroj

Pêşgotin “Sed qaîme û qesîde kes naykirrê be pûlê Rozname û cerîde kewtote qîmet û şan.” Hecî Qadirê Koyî Bedirxanî bibin mewzûya xebatekê, divê dem û dewreyeke berfireh a dîroka Kurdistanê bête lêkolandin. Ev xebata li ber destê we, neketiye bin barekî wisa giran, li ser dem û dewreyeke kurt hatiye kirin. Armanca lêkolîna li ber destê we, hinek ronîkirina xebata civakî û siyasî ya Emîn Alî Bedirxan û bi taybetî jî herdu lawên wî; Celadet û Kamiran Bedirxan e, di deh salên dawî yên Dewleta Osmanî de. Her du birayên Bedirxanî, bi rizamendiya xwe tevlî Şerê Balkan û Şerê Yekemîn ê Cîhanê bûne.

Di pêvajoya Şerê Yekemîn de Celadet Bedirxan, bi wezîfeya zabitê îhtiyatê li Iraq, başûrê Kurdistanê, Qafqasya (Bakû) û ciyên din de karê leşkeriyê kiriye. Di nav rûpelên vê xebatê de, hûn dê hinek bîranîn û nirxandinên wî yên li ser tevger û bûyerên wê demê bixwînin. Eger em nameya C. Bedirxan a ji bo rojnameya Serbestiyê nejimêrin, kar û jiyana nivîskariya her du birayan, di salên 1913an de dest pê kiriye. Em karin vê demê, wek dewreya yekemîn a nivîskariya wan binavînin. Pirraniya nivîs û pirtûkên wan ên wê demê di terzê bîranîn, çîrok û helbestan de hatine nivîsandin. Ew di naveroka helbestên xwe de, cesaret û moralê didin orduyê û pesnê Îslam, Xîlafet û Osmanîparêziyê didin.

Dema em bala xwe bidin naveroka nivîs û nêrînên wan, wisa diyar dibe ku wê demê, her du birayên Bedirxanî jî di bin bandora fikra Îslamîparêzî û Osmanîparêzî de bûne. Kamiran Bedirxan bi xwe jî li ser rewşa fikrî ya wê demê wisa dibêje; “Ez merivek bawermend bûm, min wisa pê bawer dikir ku divê beriya her tiştî dîn bête parastin.” Piştî Peymana Mondrosê, ji bo tevgera civakî û neteweyî ya kurd rewşeke nû hate meydanê û di vê rewşa nû de rêxistinên wekî Partiya Radîkala Gel, Cemiyeta Tealiya Kurdistanê, Cemiyeta Teşkîlatê Îçtîmaiyye ya Kurd, Partiya Milleta Kurd û Partiya Demokrata Kurd û rêxistinên wd. hatin damezirandin. Bi xebat û armanca siyasî ya van rêxistinan ve girêdayî, kovar û rojnameyên wekî Jîn, Kurdistan û Serbestî hatin weşandin. Hecî Qadirê Koyî sî-çil sal beriya weşandina kovar û rojnameyên navborî, heta beriya weşandina cerîdeya Kurdistanê jî, pêdivî û girîngiya weşanên bi vî rengî anîbû ziman û gotibû: “Sed qaîme û qesîde kes naykirrê be pûlê/ Rozname û cerîde kewtote qîmet û şan.” (Sed qaîme û qesîde kes nakirrê bi pûlek/ Rojname û kovar bûne bi qîmet û şan.)

Emîn Alî Bedirxan wek damezirêner û rêvebir, di piraniya van rêxistinan de cî digire. Celadet û Kamiran Bedirxan jî, dibin endamên çalak ên van rêxistinan û bi giranî di warê çapemeniyê de kar dikin. Xebata di rojnameya Serbestîyê de, dibe destpêka karê rojnamevaniya profesyonel a birayên Bedirxanî. Celadet Bedirxan dibe redaktorê alîkar ê rojnameya Serbestîyê û Kamiran jî wek nivîskarê herdemî kar dike. Nivîsên wan ne tenê di nav rûpelên Serbestîyê de, di rojnameyên wekî Türkçe İstanbul û Îctihada Abdullah Cevdet û wd. de jî têne weşandin. Di weşanên navborî de; zimanê nivîsandina her du birayan jî ne bi kurdî ye, bi tirkî ye. Di nav vê pirtûkê de 36 meqeleyên birayên Bêdirxanî hene û bawer dikim piştî çapa yekemîn, cara pêşîn e ku li ser hev têne çapkirin. Naveroka 36 meqeleyên wan ên di nav vê pirtûkê de, ji bo ronîkirin û rastxwendina tevgera neteweyî û siyasî ya kurd a navbera salên 1918-1922yan pirr girîng e.

Ji nivîs û meqaleyên wan diyar dibe ku hetanî salên 1918an jî, têgehîştina wan a siyasî di bin tesîra fehma Osmanîparêzî ya panîslamîst de bûye. Bidestxistina mafên neteweyî yên kurdan, di nav yekîtî û parastina Dewleta Osmanî de dibînin. Kamiran Alî Bedirxan di nivîseke xwe ya sala 1918an de dibêje: “Qenaeteke giştî heye ku parastina kurdan, parastina menfeatên tirkan û Dewleta Osmanî ye.” Piştî pêkhatina Peymana Mondrosê, ji aliyê fehma siyasî û rewşenbîrî ve, şexsiyetên ku pirr zêde tesîr li ser her du birayên Bedirxanî kirine, Abdullah Cevdet û Mewlanzade Rifat in. Ji aliyê gihîştina fikra siyasî û rêxistinî ve, em dikarin vê demê wek dewreya duyemîn a guhartinê binavînin.

Ev guhartin, di çarçoveya nirxandina rewşa çapemeniyê de, ji aliyê Kamiran Bedirxan ve weha hatiye nivîsandin: “Me wisa pê bawer dikir û vê baweriyê jî tesellî [dilaramî] dida me; ku lijneyeke me ya çapemeniyê heye, bi rastî jî muqtedîr e û muqtedîrê jihevkirina heq û heqîqetê ye, tiştê kêrhatî û nekêrhatî ye. Lê hezar şerm û mixabin, em têgehîştin ku em bi awayekî pirr dilşewat hatine xapandin.” Ji vê têgehîştin û guhartinê şûn ve, êdî birayên Bedirxanî bi awayekî çalak ji bo pêşxistina tevgera siyasî-neteweyî û çapemeniya kurd kar dikin. Wekî gelek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanê, di dawiya salên 1922an de, ji aliyê rêvebirên komarê ve “Ji bo Emîn Alî Bedirxan û sê lawên wî; Sureyya, Celadet û Kamiran jî cezaya darvekirinê hate birrîn.

Vê biryarê, ew bêgav kirin ku terka Stenbolê bikin. Pêşiyê Emîn Alî Beg, paşê jî her du birayên Bedirxanî; Celadet û Kamiran, di 27 Îlona 1922yê de cara dawiyê bi keştiyekê bendera Stenbolê terk kirin.” Di peydabûna vê berhemê de keda gelek merivên hêja heye; Sînemxan Celadet Bedirxan, bi piştgiriya wêne û dokumentên arşîva xwe ya taybet, ev xebat dewlemendtir kiriye û her weha bi nivîsandina pêşgotinek, bîranîna bavê xwe Celadet Beg û mamê xwe yê Kamiran Beg zindî kiriye.

Mamoste Cemîl Amedî, bi wergera metnên osmanî, bûye yek ji kedkarên peydabûna vê berhemê, Mesûd Serfiraz di temînkirina orjînalên metnan, pêşniyar û balkişandina li ser hinek xalan de, A. Meretowar û M. E. Hêvîdar bi hesasiyeteke zimanevîniyê di rastnivîsînê de nûra çavan rijandine. Destxweşiyê li hemû kesên kedkarên vê xebatê dikim û dibêjim mala wan ava be. Di vê xebata li ber destê we de, sî û pênc meqaleyên birayên Celadet û Kamiran Bedirxan, piştî esrekê, ji nû ve li ser hev dertên pêşberê xwendevan û lêkolîneran. Ger vê xebatê hinekî din ronahî dabe rewşa siyasî, komelayetî û rewşenbîriya wê demê ya civaka kurd, bi kêmanî be jî gehiştiye armanca xwe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev