Helbestên xwendevanekî me ji Bakurê welêt

Helbestên xwendevanekî me ji Bakurê welêt

Welat Bazîdî

 

Welatê bavê xwe dixwezim

Wekî şêr im, ne lewaz im

Welatê bavê xwe dixwazim

Xortê kurd ii mîna baz im

Li ser sêrî, belen û gazim

 

Çemê jînê, kanyên sar

Gola masiya, kevî û dar

Cejna Newroz û xemla yar

Vaye bixêr hatî bihar

 

Şîn bû genim, wan gulên zer

Kesk û sor in, çiya û der

Dil bi kulî, ji ber keder

Ez mirovên germ dixwazim

 

Ka dayik, bav, xwîşk û bira?

Stûxwarin, li sêgira

Man di bin zilma gura

Rabin vêxin find û çira. 

 

Îşev

Çavên te bûn stêr

Û bi xwe ezmanê dilê min girtin

Îşev li min dara evînê

Serê min li ser çokên te

etim xwe

Xewa xeyalan

Kêf û şahî bûn baran

Di nav porê te de

Xwe berdan ser min

Ez ji evînê sermest kirim

Û soz didim ji tere

Her ku bi çavê xwe

Di çavên te de parsê bikim

Ez ê wek îşev bi eşq û evîn bim

Ji te re hezar spas

Ku te ez kirim

Qiralê dilê xwe..

 

Baranên xerîbîyê

Şevek ji şevên xerîbîyê

baraneka xweş,

hûr bi hûr dibarî

lê nedişibî baranê,

Welatê min,

dibe ku ew baran

hestrên çavên te bin?

Baran dibarî

dema ku her dilopek

xwe dighande sûretê min

bêhneka bêhempa

dikete nav rihê min,

bi vê bêhnê

hemû

gulên dilê min jîn dikirin

li xerîbîyê,

ez jî li ber vê baranê dimeşîyam.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev