Li Bakur çandina kulîlkên Şilêr her ku diçe zêde dibe

Li Bakur çandina kulîlkên Şilêr her ku diçe zêde dibe

Amed (Rûdaw) – Kulîlka Şilêrê ku di cîhanê de tenê li erdnîgariya Kurdistanê şîn dibe, berê ji bo cotkarên Qerejdaxê deriyê debarê bû, heta sala borî jî  kompaniyên Holandî ev kulîlk ji cotkarên Bakurê Kurdistanê dikirîn, lê berhemdarên Qerejdaxî dibêjin ku daxwaz her diçe ji bo şilêrê kêmtir dibe û metirsî li ser qelandina nifşên vê kulîlkê heye.

Bi navê xwe yên curbicûr xemla çiya û zozanên Kurdistanê Şilêr, an Guldexwîn, an Guleşilêr, an jî Zengila Zozanan.

Di cîhanê de ev kulîlk tenê li erdnîgariya Kurdistanê şîn dibe, nexasim Colemêrg û hîn deverên Badînan welatê wê yê sereke ye, lê ji bilî van erdan Qerejdax jî di singê xwe de van kulîlkên bedew dihewîne.

Şilêr kulîlkeke bi qîmet e û bi taybetî dewleta Hollandayê bi nirxekî mezin vê kulîlkê ji gundiyên Qerejdaxê heta çend salên dawî jî gelek bi zêdeyî werdigirt, pîvaza ango rihê şilêrê heta 3 dolarî jî dihate firotin, lê niha ev bazar kesat bûye. Bi 35 endamên xwe Komeleya Berhemdarên Kulîlkan hewl didin ku vê bazarê dîsa ji nû ve bi giyan bikin.

Serokê Komeleya Berhemdarên Kulîlkên Qerejdaxê Sedat Kiran ji Rûdawê re ragihand: “35 endamên me yên Komeleyê hene, 7-8 sal me gelek baş ev kulîlk firotin dewleta Holandayê, eger heqê wê were dayîn kara ji Şilêrê ji kara ceh, genim û nîskê pir baştir e, me û bi tevî cotkarên xwe ve pereyeke baş ji vî karê qezenc dikir, lê niha Holandayê ev li cem xwe kopî kiriye û daxwaz ji vê kulîlkê re gelek kêm bûye.”

Gundiyên Qerejdaxê dibêjin ku heta salên 90î jî wan wisa zen dikir ku ev kulîk kulîlkên bê feyde û bênirx in û di wan salan de hin kesan dihatin wan kulîlkan ji nav erdên wan bê berdêl dibirin, heta ku em pê hesiyan wan bi milyonan dolar li ser pişta me pere qezenc kirine.

Berhemhênerê şilêran Hecî Keser dibêje: “Daxwaza me ew e ku dewlet xebateke berfireh li ser vê kulîlkê bike û firotina me baştir be. Şaredarî jî dikarin vê kulîlkê di peyzaj û xemla bajêr de bikar bînin, em naxwazin ku koka wê biqele û divê em qedrê heyîneyên xwe zanibin.”

Endezyarê Çandiniyê Eyup Kiran ku nivîskar û pisporê nebatên Qerejdaxê ye jî diyar dike ku rehê şilêrê di zanistiya pharmakolojiyê de tê bi kar anîn û dermanên gelek nesaxiyan ji madeya koka şilêrê tê çêkirin.

Eyup Kiran ji Rûdawê re diyar kir: “Zanistên Çînê xebat li ser ve kulîlkê dikin ku vê kulîlkê di dermanên kardiyolojiyê de bi kar bînin, madeyên di rihê şilêrê de bi salan e di dermanên farmakolojiyê de tê bikaranîn û ev xebat ji aliyê dewletên Ewropayê ve bi salan e têne meşandin, lê li Tirkiyê mixabin xebatên bi vê rengê tine ne.”

Bi cureyên gewr, sor û mor 3 cureyên şilêrê li Qerejdaxê şîn dibin bi latînî jê re tê gotin “Fritillaria Imperialis” ji ber ku di cîhanê de ev tenê wek endemîk di erdnigariya Kurdistanê de şîn dibe nirxê wê bilind e, bi salan Holanda li ser kar kir ku  kultura wê li cem xwe kopî bike.



records Source:http://www.rudaw.net/mobile/kurmanci/kurdistan/3003201817

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev