Li wir, ji min dûr, welatek maye

Li wir, ji min dûr, welatek maye

Helbestek ji gencekî Ermenîstanê

Têngîz Sîabendî

Li wir ji min dûr welatek maye
Ew welat birîndar û wêran bûye
Ser çiyayê bilind tik tenê maye
Ev yek bona min dilêşiyek bûye.

Her roj dilê min ji min dixeyide
Û xewa çavên min ji min didize
Bin guhê min de tim diwekilîne:
“Li wir ji min dûr welatek maye”

Ev mijar ji min qe dûr nakeve
Timê hundirê min tevlîhev dike
Û ser zarê min duayek çêdike
“Li wir ji min dûr welatek maye”

Li wir ji min dûr welatek maye
Ku zarokên wê jî penaber bûne
Ji welatê dûr xerîbiyê de ne
Welat belengaz û bindest maye.

Li wir rêwîyek pirr dilsoz heye
Borîya ragihandinê destê wî de ye
Ku gund û bajaran her roj bigere
Û mizgîniya Xwedê danasîn bike.

P.S. Wêne yê wênekêş Besa Peyale Ceferova.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev