Dîrok û sernavên gundekî: Elî Bedran

Dîrok û sernavên gundekî: Elî Bedran

Wergerandin: Mihemed Zekî Mihemed

Palgêrî li ser gelek jêderan li gund hatiye kirin, ta ku ev agahî li ser gund hatine komkirin.
Navê gund: Elî Bedran e, ji ber ku ziyaretgehên du şêxên ku birayên hev in (Elî û Bedran) ji vî gundî ne, bi Elî Bedran hatiye binavkirin. Di vê dawiyê de tîreya (ta’ifa) Elewî ev herdû zîyaretgeh bi xwe girtin, û nîşan dikin ku giwah û belgeyên dîrokî di dest wan de hene ku ev her du ziyaretgeh li tîreya (ta’ifa) Elewî vedigerin, û di projeya guhertina navên gundan ji hêla hikûmeta Sûriyê ve di sala 2003 an de navê gund kirine (Bedir).
Cîgehê kargêrî û xaknîgarî: Li gorî dabeşkirina hikûmeta Sûriyê, ji hêla rêvebiriyê ve bi Qeza Çila Axa ve girêdayî ye û dora (25) km jê dûr e, li gorî hikûmeta kantona Cizîrê bi Qeza Tirbespiyê ve hatiye girêdan û dora (22) km jê dûr e.

Sînorên gund yê xaknîgarî ev in: Ji hêla başûr ve sînordarê gundê Ereb Şah û Xuşêniyê ye, ji hêla bakur ve sînordarê gundê Şêtika ye, ji hêla rojhilat ve sînordarê gundê Tokil û Ele qos e, ji hêla rojava ve sînordarê gundê Maşoq û Babasiyê ye.

 

  • Hozên ku di gund de heyî: Hoza (Quling û Şimxalka) ya ku damezirênera gund e, hejmara malên wî dora (50) malî bû, hin bi hin kêm dibûn ta sala 2011 an (30) malî bi tenê mane.

 

  • Ol: Şêniyên gund tev misilman in.

 

Girintirîn sernavên arkêolojî di gund de: Ji hêla rojhilat ve geliyek heye, bi (Hewdê Behdê) tê binavkirin, ji hêla bakur ve (Kaniya Pîvaza) heye ji ber ku li derdora wî bi zehfî Pîvaz dihatin çandin ji loma weha hatiye binavkirin, û (Kaniya Tehtik) jî heye, ji ber ku av di navbera du Tehtan (Lat) diherike weha hatiye binavkirin, û (Kaniya Elî Bedran) jî heye, navê ziyaretgehê wergirtiye, li ser wê kaniyê dareke tiwê heye, dîroka wê ya rasteqîn nehatiye zelalkirin, ji hêla rojava ve çemê ku ji ava wan kaniyên navbûrî diherike têre derbas dibe, her werha (Kaniya Qaso) ew jî bi navê yê ku ew kanî kola ye hatiye binavkirin, û (Xaka Bîrikê) jî li hêla rojava ye.

– Giringtirîn xizmetguzariyên ku li gund peyda dibin: Dibistanek di sala (2001)ê de li gund hate avakirin, ji ber ku tîreya (ta’ifa) Elewî her du ziyaretgeh bi xwe girtin, xizmetguzariya gund kirin û merqedek li ser avakirin û bi refan ji tîreya Elewî serdana wê dikirin, bihîstokên malane û rêyeke qîrkirî jî li gund heye.

Xakên çandinyê: Rûbera xakên çandiniyê dora (7000) donimî ye, yên ku dewletê diçandin (1000) donim e, (2000) donim ên xwediyê gundin, xakên mayî yên (kirê, cotkar û yê desteserkirî ne).

 – Çandinî: Ji kevn de (pembû, birinc, genim, ceh, nok, nîsk) lê dihatin çandin, lê niha (kemûn û gijnij ango kizbera) jî têne çandin, hêjayî gotinê ye ku sedema jinavçûna birinc tenê ziwabûn bû .

Giringtirîn lawir: Ji kevn de (ciwanga – hesp – hêştir – çêlek – pez – mirîşk û balinde) xwedî dikirin, niha tenê (çêlek – pez – mirîşk û balinde) têne xwedî kirin.

Giringtirîn bûyerên dîrokî: Li gorî jêderên ku ev agahî ji devê wan hatine girtin, tu buyerên girîng li gund neqewmîne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev