Heyder Şeşo: Eger qesta Tirkiyê tenê PKK be em şerê Tirkiyê nakin

Heyder Şeşo: Eger qesta Tirkiyê tenê PKK be em şerê Tirkiyê nakin

BasNews – Berpirsekî êzîdî dibêje, eger qesta Tirkiyê ji encamdana operasyona Şingalê tenê hêzên PKKê wê çaxê ew şerê Tirkiyê nakin.

Serokê Partiya Demokratîk ya Êzîdxanê Heyder Şeşo ji radyoya Dengê Amerîka re gotiye, li Şingalê ziyana PKKê zêdetir bûye ji xêra wê ji ber wê jî xelkê Şingalê daxwaz kirin PKK ji Şingalê derkeve.

Heyder Şeşo, ku fermandeyê Hêza Parastina Êzîdxanê ye jî, her wiha gotiye, xelkê Şingalê destpêkê gelekî kêfa wan ji PKKê re dihat lê piştî ku reftarên xirab yên PKKê dîtin û PKKê bi sedan keç û xortên êzîdî xapand û tevlî xwe kir, xelk li wan aciz bûn.

Li ser gefên Tirkiyê li ser Şingalê jî wî rayedarê êzîdî gotiye, em naxwazin Şingal jî mîna Efrînê lê were. Eger qesta Tirkiyê ew be wê çaxê emê jî berevaniyê bikin. Lê eger qesta Tirkiyê tenê hêzên PKKê be wê çaxê em şerê Tirkiyê nakin ji ber ku PKK neyara Tirkiyê ye.

Daxuyaniya Heyder Şeşo di demekî de tê dayîn ku qaymeqamê Şingalê dibêje, tevahiya hêzên PKKê ji Şingalê derketine.

http://www.basnews.com/index.php/kr/news/kurdistan/426830

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev