
Pirtûka ”Zimanê Bedenê” ji hêla weşanxaneya “Pênivîs”ê derket
Azad Mîlan
Ligor raporta malpera Ronahiyadil; ev yekemîn pirtûka kurdî (kurmancî) ya li Kurdistana Îranê ye ku mijara wê derûnnasî ye. Ev pirtûka ku navê wê “Zimanê Bedenê” ye, ji neh beşan pêk hatiye û zaniyariyên giştî li bara zimanê bedenê raberî me dike.
Nivîskarê vê pirtûkê Kerîm Mihemednejad’ê 25 salî xelkê bajarê Makûyê ye ku karnasiya derûnnasiyê ji zanîngeha şehîd Bêhêştiya Tehranê wergirtiye. Herwiha berpirs û sernivîserê berê yê kovara Ranahiyê bû ku li zanîngehên Tehranê çap û belav dibû.
Herwiha Mihemednijad tevî çend hevalên xwe pirtûka Ebdulreqîb Ûsiv a bi navê “Şaîrên Kilasîk yên Kurd” jî bi zimanê farisî çap kiriye.
Ligor zaniyariyên berdest ew li ser pirtûkeka din a bi mijara derûnnasiyê jî kar dike ku yê demek nêz da çap bibe.
Pirtûka Zimanê Bedenê ji hêla weşanxaneya Pênivîsê ve çap û belav bûye.
Riataza
şega ji dil û can sipasiya xebata we dikim.bi hêviya rojên geş