“Gêjevang”a Omer Dilsoz derçû!

“Gêjevang”a Omer Dilsoz derçû!

Weşanxaneya Lîs”ê dilê me baristan dike

 

Omer Dilsoz, vê carê bi romana xwe Gêjevang dikeve dora kanîya Kurmancîyê. Gêjevang, ”zeman, mekan û qewam”ê di gêjgerînga ruhê xwe de dimeyîne û li kujîyên nepen ên gîyanê şikestî ji pirtik û pirçikên qewamên ji zeman û mekanên cihê cihê rûberekî ava dike û tîne di şikefta Gêjevangê diltenik de distewirîne.  

Gêjevang, lixwegerîna ruhekî berze a di nava sir û razên qewamên şikestî de ye. Di serî de meriv dibêje qey ”her qewam” bi serê xwe li dû bayê xwe diçe, lê pê re pê re mirov pê dihese ku her tiştî, di rêgeheke ruhrehwanî de têkilîyeke psîşîk bi hev re heye. Em, tu carê û li tu dem û dewrê ne bi serê xwe bûne; bi qasî ku em berdewama doya xwe ne, heman wext, em dûmayîka sibeya xwe ne jî. 

Gêjevang, sing li kakila Kurmancîyê çikilandiye û heta kejîyê jêrehiş û bîra axa xwe daçikilîye. Bi Kurmancîyeke reşbelek, bîna herîya wê çikandiye û hilma wê hilgirtiye kezeba xwe. 

Gêjevang, heman wextî ger û gêjên zimên hingaftiye, geşt û kujîyên wî têk vedane û ji mirina xwe mirineke din çê kiriye. Wekî pelekî bi ber ba ketî di nava sir û sûrên dem û dewranên xwe de çerixîye û di gêjgerînga xwe de winda bûye.

 

Gêjevang     

Omer Dilsoz

Roman, 341 rûpel

Çapa pêşîn, Reşemîya 2018”an

Weşanxaneya Lîs, Amed

ISBN: 978-605-9295-99-4

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev