Zewqa here mezin û here paqij a zarokan e

Zewqa here mezin û here paqij a zarokan e

F.Dostoevskîy: – Xweşikî wê dinyayê xilaz bike

Kenê Jînda ya 19 mehî weke ku ji me ra dibêje, herdem wek min bi zewq bin, bira zewqa we gorî demê, gorî pêşketina têknîkê, gorî rewşa navnetewî neguhêre.

Weke ku nimûneyek wek îzbatekê jî tîne, dibêje:

-Hûn dibînin, meta min li piş min e, têknîka nû ketîye dêst, kêfa wê nagihîje kêfa min, belkî diya wê jê ra dinivîse, dibêje. –Tuyê kengê bêyî mal, xwerin tune, neferên malê birçîne, were xwerinê çêke. Weke ku hevala wê dinivîse, dibêje: -Tu nayêyî mala me, mêze bikî min çi kinceke marke kirîye, were belkî li te xweş bê, tu jî bikirî, niha erzanî çêbûye. Weke ku yeke din jî dinivîse, dibêje; -Te bihîst wan kûçikan çi anî serê Efrîna rengîn?

Jînda, weke ku hewil dide meta xwe ji wî halî derxe, difikire, di ber xwe da dibêje: -Ez herim wê ra bêjim: -Tu dibînî ez çiqas bi zewq im! Ez dixwezim tu jî wek min bî.

Dû ra, weke ku Jînda dibêje, ez dixwezim herim meta xwe fêr bikim, ku çawa wek min bi zewq be. Paşê difikire, weke ku dibêje:

-Na, ezê nebêjim, ji ber ku nabe ez meta xwe hîn bikim… Di edetê me kurdan da jî tiştekî wisa tune. Lê pir dixwezim ew wek min bi zewq be.

Dema vê bedewîya Jîndayê mêze dikî, gotinên nivîskarê rûs yê mezin Dostoevskîy dikeve bîra te: “Bedewî wê cihanê biparêze…” an jî ”Xweşikî wê dinyayê xilaz bike…”.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev