”Nîv hekîman can der dane, nîv aliman dîn der dane”

”Nîv hekîman can der dane, nîv aliman dîn der dane”

Têmûrê Xelîl

Ev herdu kes di vê reportaja têlêvîzyonê da xudêgiravî behsa dîroka radyoya kurdî ya Rewanê dikin. Lê tenê behsa wê radyoyê dikin, ku piştî hilweşîna Yekîtî Sovyet hema bêje tune, nemaye. Biryara girtina wê radyoyê tune, nayê wê maneyê ku ew radyo heye.

Ev herdu kes behsa wê radyoyê nakin ku di dema Sovyet da hebûye û ringînîya wê bûye, bi hezaran stiran û pîyêsên kurdî qeyd kirîye, bi mîlyonan kurd şîyar kirîye. Ew radyoya ku 12 kes, kesên wisa binavûdeng wek Qaçaxê Mirad, Mîkaêlê Reşîd, Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen û yên din bi serokatîya Xelîlê Çaçan di rojê da 90 deqe weşanên radyoyê amade dikirin û bi satelite a xurt belayî tevaya Kurdistanê dikirin, behsa wê nayê kirinê, ew jî di bernameyekê da ku zêdeyî nîv siet dikişîne.

Lê behsa wê radyoyê dikin, ku 2 kes bê satelite kar dikin, di nav 30 salên dawî da hîç kilamek, hîç pîêsek nehatîye qeydkirinê û hîç kurdekî Kurdistanê wê radyoyê guhdarî nake. Ango, behsa radyoyeke bi nav heye, lê di rastîyê da tune, dikin.

Û mixabin, bi saya kesên ha radyoya me dibe dîrok û ew dîroka radyoya Rewanê ya rengîn bi destî kesên ha tê reşkirin û biçûkkirin.

Lê di nav gel da jî bûyerên ha bi navê dîroka radyoya kurdî a Rewanê belav dibe.

Îja têlêvîzyon, îja radyo, îja rojnamevanên binavûdeng, îja ronakbîrên zane… Bêdengîya qaşo ronakbîrên me yên heyî jî malwêranîya ser malwêranîyê ra ne…

A here bi xeter jî ew e, ku ew herdu kes jî têra xwe xwendî ne, têra xwe zane ne. Lê bo çi ji sohbeta wana dîroka radyoya Rewanê qet nayê ber çavan, wê jî hûn texmîn bikin…


Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev