EM ÇI ZANIN?…

EM ÇI ZANIN?…

Haluk Öztürk

Piştî ku serokê Amerîkayê Donald Trump biryar da ku ew ê ji Surîyê derkevin û herin, Pentagonê û berdevka Koşka Sipî nerazîbûna xwe nîşandan û ew ji vê biryarê vegerandin. Loma serokê wan jî biryareke din ragihand û got ku hêzên wan wê bimînin li Surîyê, lê eger hinên din jî bibin alîkar…
Trump got ku ew bar ne tenê yê Amerîkayê ye. Ser vê yekê Fransayê derhal û dûra Îngilîstanê jî eskerên xwe şandin Menbîçê.

 

Bi qasî Îsraîlê û Kurdan, Saudî jî dixwazin ku Amerîka dest ji muxtarîya herêmê bernede. Ew dizanin ku terk kirina Surîyê xurtbûna Îrana şîî ye, ya Tirkîya ku li dû xelîfetîya Îslamê ye û helbet xurtbûna Rûsyayê ye. Loma Trump raste-rast ji Saudîyê re jî got divê hûn jî mesrefa mayîna me bidin (ji ber ku li wir petrol pir e û pere pir heye)…

Herkes dizane ku hemû mesele, mesela mesref û qezencê ye. Ev tiştekî xwezayî ye di cîhana emperyalî de. Û ne ecêbeke mezin e. Ji xwe li vêderê heq huqûk, dadmendî, wijdan ji bo wan gotinên gelek vala û bê qîmet in. Û herkes dizane ku refah û xweşîya jiyana New-York û Washingtonê bi derên din ên Cîhanê ve grêdayî ye. Wek Rojhilata Navîn. Li vêderê enerjî heye, mişterîyên çek û sîlahan hene. Em vê jî dizanin, divê bizanin! Dostî tune, berjewendî hene… Divê em vê jî baş bizanin!

Şerê sar, di van rojên dawîn de heta bêjî disincire. Civîna sê dewletên ku hîç wextekê ava wan di coyekê de nekişyaye, nuha destê xwe dikin nav destê hev, peymanan îmze dikin. Ew dixwazin bi hevkarîya hev muxtarîya Rojhilata Navîn bikin: Rûsya, Îran û endama sist a NATOyê Tirkîye..

.
Gelo encama hevkarîya van sê dewletan ê çawa be? Heta kêderê dom bike? Ma serê sê beranan di beroşekê de dikare bikele? Na! Em vê dizanin. Lê heta ew hevkarî xilas be, em ê çiqas zirara wê bibînin? Em tam nizanin…

Gelo wek dewra Şerê Cîhanê ê yekemîn, îro jî Gelê Kurd ji aktorbûnê û ji hesabên wan dewletên Rojavayê (Îngilîstan, Fransa û Amerîka) der e? Em nizanin! Ev do jî û îro jî bi hebûn û ne bûna me ve girêdayî ye. Em amade ne? Em nizanin. An jî ez nizanim! Tenê hêvî dikim…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev