Heca Hecî Hemed û yekî cerdevan

Heca Hecî Hemed û yekî cerdevan

Mela Mihyedîn

Dema wextê hecê tê yekî sofî bi navê Hecî Hemed û yekî cerdevan bi hev re ji Cizîra Botan derdikevin rê û berê xwe didin Mekkeya Munewer.

Hecî Hemed camêrekî baş û kesayetek waletparêz bû, lê cîranê wî kuçikê dewletê bû. Keyfa Hecî Hemed qet ji cerdevanan re nedihat.

Dema li Mekkeyê îbadetên xwe dikin dor tê kêvirbarandina şeytên. Yê cerdevan ji cîranê xwe dipirse:

  • Dema min kevir avête şeytên ez jê re çi dijûnî (xeber, sixef) bikim?

Sofî Hecî Hemed lê vedigere û hema di cî de vê bersivê dide cîranê xwe:

  • Dema te kêvir avêt bêje “bila cerdevan bikutin şeytên û şeytan bikute cerdevanan”.

 

Nîşe: Ev serborî ne pêkenok û ne jî çîrokek pevbestî ye. Ev, çîrokek rastî ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev