Nameyên evînî -24

Nameyên evînî -24

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a bîstûçaran e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî yên kurt, lê bi evînê va dagirtî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

***
Tu evîn î, tu cihan î, tu jiyan î. Êdi ezê çi bikim ji pera, ji navûdeng û aqil?

 

***
Ez zanim ku min bi evîna te hemû keç û jinên cihanê ji jiyana xwe derxist, tenê tu hîştî, min bi te hemû daxwezên xwe avêtin, tenê daxweza ku tu a min bî hîşt.

 

***
Eynî ez wek te fikirîbûm, dilê min. Mînanîhevbûna me di hemû alîyan da me dike bawermendê hêzên dervayî galaktîkayê.

 

***
Ez ne cem te me, loma. Niha wisa bûye, ku ji te heznekirin bo min wê bibe ji xwe heznekirin, ji cihanê heznekirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev