Bê Serok jîyan dibe!

Bê Serok jîyan dibe!

Mela Mihyedîn

Bê serok jîyan dibe! Lê bê millet û bê ziman jîyan nabe.

Wekî Baba Tahir gotî: “Gellek hebûn, gellek hene, gellek tên / Lê çiya û newal û deşt, her yek in”. Heta niha gellek serok binaxbûne, heta niha şûrê dîrokê serê gellek seroka firandîye. Herçiqasî serok ji vê dinê çûbin jî, milletê ku ew rakirin û ew xistine serok hîn li cihê xwe ne.

Divê serok ji bo milletê xwe hebin, ne ku millet ji bo serokê xwe. Divê serok xwe qurbanî milletê xwe bikin, ne millet qurbanî serokê xwe. Divê serok timî di bin xizmeta milletê xwe de bin, ne millet di bin xizmeta wan de.

Serokek diçe û yek li şûna wî derdikeve. Ev makazagona xwezayê ye; xweza şûna hertiştî û herkesî dadigire. Gava hûn ji erdê rahijin kevirekî li şûna wî cihek vala dimîne, lê bi demê re xweza wî cihê vala hêdî hêdî dadigire. Demek şûn de meriv hem kevir û hem jî cihê vala ji bîr dike.

Dem e ya ku tedawîya hertiştî pêk tîne û ya ku hertiştî ji nû ve vedijîne. Bêguman tiştek an kesek nikare şûna serokên hêja tije bike, lê rastîyek heye ew jî ev e: ku piştî serokekî, serokekî din tê ser text. Rastîyeke din jî heye ku ew jî ev e: millet ebedî û ezelî ye, lê serok na.

Hemû serok qurbana axa bin lingên dayîkên Kurda bin.

Serok ji bo armanca milletê xwe alav in ne tiştekî din in. Emanet dewa millet û welat ji bo serokan nekin alav. Serokên xwe timî ji bo armanca dewlet û milletê xwe bikin alav.

Bê serok jîyan dibe! Serok, divê xulamê milletê xwe bin û divê ji bo milletê xwe canfeda bin. Piştî ku serok wezîfeya xwe temam kir, li şûna wî serokên nû wê teqez derkevin.

Sed mixabin tevlî Kurdistana Sor axa me di nav pênc dewletan da hatîye parvekirin û ji xeynî Kurdistana Sor di her çar perçeyên welêt de dîrok û milletê me ji xwe re serokek derxistine meydanê. Ji ber sînoran serokekî giştî derneketîye meydanê. Ji ber vê reşê her perçe li pey serokê xwe çûye.

Wekî çawa di gundekî de çar muxtar çênabin û ew muxtarê teqez dê rojekê bikevin hev û dê di navbera wan de şer derkeve; gava muxtarê gund ketin hev wê çaxê gundîyên jar di bin simên wan keran de dê bimîne û ji bo kerîtîya wan muxtaran gundî tişta nehatî serê wan dê nemîne.

Ji bo welatekî ji çar perçe pêkhatî çar serokên serhişk ji çar perçeyên welêt re êş û derd e. Her yek dewa seroktîya giştî dike lê yek jî behsa bi hev re bûn û yekîtîyê nake. Ev kerîtî me ji hev vediqetîne û bi dijminatîya wan keran em milletê belengaz ji hev re dijminatîyê dikin.

Ji ber sûcên kerîtîya hinek serokên me, me xêr û xweşî ji welatê xwe û ji perçeyên Kurdistanên din nedîtîye. Polîtîkayên wan yên dûrî aqil di navbera me de kendalan vedike û roj bi roj Kurdên Kurmanc, Soran, Goran, Zaza, Belûcî, Lor û Kelhor ji hev vediqetînin û wan mecbûrî dijminên wan dikin.

Ev serokên serhişk yekîtîya me û nirxên me yên pîroz bi xwîna keç û xortên me xera dikin. Ew xwîna pîroz hewce dikir yekîtîyê di navbera me ava bikira; lê mixabin heta polîtîkayên me bi qasî serê wan hişk bin dê zirara bide me.

Bê serok jîyan dibe! Lê bê millet û bê ziman jîyan nabe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev