Çend nêrînên min li ser pirtûka helbestan Gulên Qasid ya Fatma Savcı

Çend nêrînên min li ser pirtûka helbestan Gulên Qasid ya Fatma Savcı

Qasimê Xelîlî

Ez ê weke gelekan di serî de ji qabê pirtûkê dest pê bikim. Ti cazîbeyeke estetîk û balkêşî di dîzayna wê de nîne. Gelekî hesanî ye bi dîtina min.

Li ser bikaranîna zimên nêrînên xwe bidomînim. Zimanekî hema bêje bê kêmasî ye ji her alî ve. Çi ji aliyê rê û rêbazên rêzimanî ve, çi ji aliyê Kurdiyeke têr û tijî û gundewarî ve… Mînak, bi teybetî her weke ku tê zanîn Serhedî di bikaranîna daçekan de gelekî sist tevdigerin. Gelek caran jî di bikaranîna tewangê de jî an sistiyan dikin an jî tewangê çewt bi kar tînin. Lê belê di Gulên Qasid de ji vî hawî ve hema bêje çewtî nebûn. Neku weke kêmasiyekê dibêjim lê li kêm derinan bikaranînên devoka Torê di helbestan de cihê xwe girtiye. Weke di ravekan de nebikaranîna dengê N’yê di veqetandeka pirjimariyê de an jî nebikaranîna dengê N’yê di qertafa pirjimariyê de. Gelek caran jî qertafên kesandinê li gorî devoka Torê hatine bikaranîn.

Li do sê cihên biçûk bandora bilêvkirina bêjeyan bi awayê Tirkî bi çav min ketin weke “selvî, vakanuvîs…” Lê teqez ne zimanekî werger û “tirkmancî” ye. Ji sedî sed bi ruhê Kurdî ye.

Çewtiyên rastnivîsê zehf li ber çavên min neketin. Ji wî alî ve jî berhem bê qusûr e.

Dîsa di warê zimanî de dubarekirina van peyvan bala min kişand: “hacîreşk, hechecîk, zertav, keç, hit, çiya, hêvî, evîn, sînor, şaneşîn, mişext, bişkivîn, nepenî, demsal, temen, azad, kevok…” Ger mirov li van peyvan di nav kompozisyonekê de binêre bi hêsanî mirov dikare di derbarê derûniya helbestan û helbestvanê de serwext bibe.

Helbest bi xeyalên kûr û têr û tijî ne. Di rengê helbestên Berken Bereh de ne. Lê gelo helbestvanî hema ji xeyalên kûr û ravekên dûvdirêj pêk tê? Gelo levanîna peyvan, herikbarî, hunerên wêjeyî jî ne lazim in? Weke helbesta Arjen Arî ya bi nav Şêrgele mirov dixwaze peyv bi hev re reqs û semayê bigirin. Elbet levanînên bê hest û raman û wate jî beredayî ne. Lê bi tenê hestên kûr jî bi min di helbestan de ne bes in. Bes li çend deran bikaranînên ku ez behsê dikim min dîtin. Weke:

Va ye heyv hat girtin dîsa

Cîran hemî “bi heyvê ketin”

Tenê ez mam li ser şaneşîna dilê te

Ya ku heyvek çardeh şevî

Lê raketiye…

Di gelek helbestan de mirov tê nagihe bê ka li ser çi disekine û temamê helbestê li ser çi temayê ye. Her parçeyeke helbestê xeyaleke kûr û xweş dibêje lê her weke ku bi giştî ji hev qut bin. Ez di helbestê de hebekî jî li aheng û estetîkê digerim bi qasî wateyên kûr. Loma dema min helbest xwendin bi rastî di ber xwendina gelekan de ez westiyam. Mînak:

Awirên ku j zeraveyên zimana

Ji xwe re xemleke bûkanî çê dikin

Li ezmanê çiksayî

Li ser pelikê gulê zîvî

Li baskê stêra gihîştin hev.

Ez di ber xwendina hemûyan de newestiyam. Min gelek helbest jî bi kêf xwendin. Weke:

Tenêbûn Spîsar Bû, Temenekî Nîvkuştî, Dara Xweziya …

Tiştekî dî bala min kişand. Helbestvanê hema bêje di hemû helbestan de bi awayekî çîrokî û bêhtir jî di raweya dema niha de hevokên xwe damezrandine.

Axir, ku ez nirxandineke dawî bi gelemperî bikim, Gulên Qasid; ji bilî çend kêmasiyên ku min li gorî dîtina xwe li banî gotin, pirtûkeke têr û tijî ye, serkeftî ye, zimanê wê di asteke bilind de ye. Ez bawerim ku hûn jî bixwînin teqez hûn ê poşman nebin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev