
Xwendevanên hêja!
Em ji îro da di rûpelên malpera xwe da beşeke nû a edebîyetê vedikin, bi hêvîya ku ciwanên kurd çav bidine van her pênc xortên kurdan, ku dest bi karekî pir hêja, karekî kurdî û Kurdistanî kirine.
Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji berpirsyarê redaksyona malperê ra nivîsîye:
-Ev komek nû ye û ji pênç kesan pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe.
Li ser vê komê di demek nêz de ez ê nivîsekê lê bikim û ji te re bişînim. Ger ku helbestan wan bi dilê te be, meriv dikare li ser malperê ji wan re quncikekê veqetînê û helbestên komê timî li wir biweşîne.
Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wan fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî ber mirinê ye…
Emê her heftê carekê berhemên van helbestvanên welatparêz raberî we bikin. Em ji îro da destpê dikin.
Helbestvan ev kes in:
Tahir Dînarî
Soran Amed
Arif Selçuk
Memê Miksî
Qasimê Xelîlî
Fermo, hûn jî wê lezetê bibînin, ku van ciwanan û me dît.
G u l d e s t e
BELAYÊN EVÎNÊ
Hişkeber im ma di wî çavê te da?
Tim jixwe dil bende di davê te da
Mismit e yan jî berê reş qelbê te
Jê re dikim sucde lê navêt eda
(Qaso)
Dilber î yan mûm û çiraw ateş î
Agirê eşqa te di dil da reşî
Qet mi nema hêz û viyan û xweşî
Neb xweziya qelbî di lavê te da
(Walî)
Sar û zivistaneke reş ez dijîm
Lê di dilî ar gur e pir kellijîm
Ar weke roja ewilî dil pijîm
Xusrevê pêtek bû ji tavê te da
(Qaso)
Derbederê kûçe û taxa te bûm
Ser hemî derdan û belayan ve bûm
Xeyri evîndarekî tiştek nebûm
Lê rebeno dil binê gavê te da
(Walî)
Dev mi bi salan girêda l’dil ji bo
Hew bide zikrî, lê ku carek dido
Min vekir ew dev lê diqîrî digo
Dîse jî yar dîse wî navê te da
(Qaso)
Dil li mi nîşan û te awir keman
Daye dilê min beri tîrê xeman
Hêz û şiyan gel qedemê min neman
Can xeniqî van dem û gavê te da
(Walî)
Dûr ji te bawer ke zuwa mame ez
Pirs bike wer min ji çiya va me ez
Heft xwezî ku pûş û giya bame ez
Ahûyê lê ku di delavê te da
(Qaso)
Ger ji ezel ta bi ebed jîn bikem
Terkê ji îman û ji ayîn bikem
Ins û ecinnan bi xwe ra dîn bikem
Dîse bila kevme belavê te da
(Walî)
Urmîye, Dîlok
LOMA
Ji roja çav bi çavan ket belav im
Bela navim mi go vîn jan e loma
Bi lav im ez di dav im bê zirav im
Dexîl im tu nekî tana ne loma
(Qasimê Xelîlî)
Ne xurt im wek berê xanim, e pîr im
Li ber hêza evîna dil ne jîr im
Ji tîrên serşikestî ez herîr im
Xema dûrî li min kovan e loma
(Tahir Dînarî)
Hero herşev dema bajar ku raza
Dilêm hêsîr dibit zaten ne aza
Û seb bahozekê dîl tevde aza
Li ser çavan mij û moran e loma
(Qasimê Xelîlî)
Çi bahoz in ji mijganên te tên dil
Icac û toz ji fermanên te tên dil
Ne birh in kêr u tirpanên te tên dil
Berê destê mibarek şan e loma
(Tahir Dînarî)
Ji roja çav te da, dil çevbelo ma
Dilêm dîlê te, Qaso yê dilo ma
Nizanim ka te hin wijdan gelo ma
Dikim zarzar û dil nalan e loma
(Qasimê Xelîlî)
Wekî tîtî dikalim ez li çolan
Me pî derxist ji pêlav û ji solan
Dinêrim kes xuyanakit li kolan
Gelo qey ev sikak wêran e loma
(Tahir Dînarî)
Dilê min parepare w ma çi çare
Mi Dî nar e firaq hem pêt û ar e
Nikarim hê bi dil bê şerm û ar e
Di vînê de mi dil buryan e loma
(Qasimê Xelîlî)
Heger yarê nebînim va ye Qasim
Ne muhtacî ti keskî me risas im
Li ber pîrê Xelîlî noq ji das im
Cihê seyda li nêv bircan e loma
(Tahir Dînarî)
Dîlok, Qonya
Riataza