Pirsa we û bersîva me – 78

Pirsa we û bersîva me – 78

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane alîkarî ji redaksyona malpera me xwest û em bersîva pirsa Şikoyê Sengerî didin.

 

Pirsa Şikoyê Sengerî û bersîva redaksyona malperê

 

Pirs: -Gelo hûn dikarin jînenîgarîya rêberê kurdan Barzanîyê Mezin û bûyerên giring ji jîyana wî a şoreşgerîyê raberî me bikin?

 

Bersîv:Me bersîva pirsa we di pirtûka profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan da dît, ku sala 2013an bona 110 salîya bûyîna Rêberê gelê kurd Mustefa Barzanî bi zimanê rûsî çap bûye. Em wê beşê ji rûsî werdigerînin kurdî û raberî we dikin, bi hêvîya ku me bersîveke têr û tije da pirsa we.

 

Jînenîgarîya Mustefa Barzanî û bûyerên giring ji tevgera wî

 

– Sal 1903, 14ê adarê – Mustefa Barzanî li devera Barzan, di malbeta serekeşîrê Barzanî Şêx Muhemmed da ji diya xwe bûye.

– Sal 1906, îlon – serhildana nuxurîyê Mela Mustefa, Şêx Ebdil-Selam Barzanî. M. Barzanîyê 3 salî bi diya xwe ra tevayî di hebisa Tirkîyê ya Mûsilê da girtî ye.

– Sal 1908, 1909, 1914 – serhildana li Barzan bi serokatîya Şêx Ebdil-Selam.

– Sal 1914, çileya pêşin[1] – darvekirina Ebdil-Selam li Mûsilê. Serokaatîya eşîrê dikeve destê Ahmed Barzanî.

– Sal 1918, çirîya paşin – Dagirkirina Kurdistanê ji alîyê Îngilîs da.

– Sal 1919 – tevgelîya Mustefa Barzanî di serhildana Şêx Mehmûd Barzincî ya dijî îngilîsan da.

– Sal 1919-1921 – tevgelîya M. Barzanî di serhildanên Şêx Ahmed da.

– Sal 1927-1931 – serhildanên teze bi serokatîya Şêx Ahmed.

– 1930 – Barzanî bi desteya xwe hewil dide here hewara şervanên Agirî. Di vegerê da ew dibe mêvanê Qiral Feysalê 1ê.

– Sal 1932, destpêka nîsanê – şerê pêşin, ku M. Barzanî bi leşkerên Îraqê ra kir (têkbirina alaya Îraqê li besta Wazî).

– Sal 1932, 21ê hezîranê – şervanên Barzanî revîne Tirkîyê, 400 malbet berevî wira bûn, jimara wan 700 kes bû.

– Sal 1933 – Şêx Ahmed ji Tirkîyê vegerîya Barzanê.

– Şêx Ahmed û Mustefa Barzanî di nava 10 salan da di sirgûnê da bûn, pêşî li Mûsilê, paşê li Nasîrîyê, Hîllê, Dîwanîyê, Kerkûkê û Suleymanîyê.

– Sal 1943 – Mustefa Barzanî bi alîkarîya rêxistina miletîyê ”Hîwa” ji Suleymanîyê revî Îranê, li wir desteyek saz kir, kete Barzanê û serhildaneke nû îlan kir.

– Sal 1945, meha îlonê – 10 hezar kurd bi serokatîya Ehmed û Mustefa Barzanî bi mecbûrî vegerîyane ser axa Kurdistana Rohilatê.

– Sal 1946, buhar – M. Barzanî sê taxbûr amade kirin bona parastina Komara Mehabadê (22ê çileya paşin sala 1946 – 17ê çileya pêşin sala 1946an). Pişt ra bû serekqumandarê artêşa Komara Kurdistanê ya Mehabadê.

– 1946, 16ê tebaxê – M. Barzanî hate hilbijartin wek serokê Partîya Dêmokratîyê a Kurdistanê (PDK) a nû sazbûyî.

– Sal 1946, 16ê çileya pêşin – rasthatina dawî a M Barzanî bi Qazî Muhemed ra.

– Sal 1947, 17-18ê hezîranê – Barzanî bi 500 şervanên xwe va piştî riya 350 kîlomêtran, ser Tirkîyê û Îranê ra gihîşte ber çemê Erez û kete axa Yekîtîya Sovye, Komara Naxçiwanê a otonom.

– Sal 1947, 29ê îlonê – M. Barzanî ji Naxçiwanê anîne Bekûyê, dû ra rasthatina wî hate derbazkirin bi sêkrêtarê pêşin yê KM PK (p) Azirbêcanê M.D. Bagîrov ra.

– Sal 1948, 9ê tebaxê – şervanên Barzanî ji Azirbêcanê cîguhastî Ûzbêkistanê kirin.

– Sal 1948, dawîya salê – M. Barzanî ji alîyê sêkrêtarê KM PK (p) Ûzbêkistanê Y. Yûsûpov da hate qebûlkirin.

– Sal 1949, di destpêka salê da – komên pêşmergeyên kurd ji hev bela kirin û ew di şeş deverên Ûzbêkistanê da bi cî kirin.

– Sal 1952, îlon-çirîya paşin – şervanên Barzanî li bajarê Vryovê gihîştine hev, ku 50 kîlomêtran dûrê Taşkendê bû.

– Sal 1953, nîsan – M. Barzanî bi surî ji Taşkendê çû Moskvayê û ji alîyê Sêkrêtarê sereke yê KM PKYS Nîkîta Sêrgêyêvîç Xrûşçov da hate qebûlkirin.

– Sal 1956 – Barzanî seredana Ermenîstanê kir, çû çend navçeyên ku kurd lê diman.

– Sal 1958, 6ê cotmehê – M. Barzanî piştî şoreşa 14ê temûzê bi xwe vegerîya Îraqê, dema Qiralîyet û desthilata Nûrî Seîd a piştgira Roava rûxand. Pêşmergeyên wî 17ê nîsanê sala 1959an ji YKSS vegerîyan.

– Sal 1959, 14-20ê tîrmehê – serhildana tevayî ya kurdan, komûnîstan, fraksyonên musulmanîyê ûleşkerên artêşê.

– Sal 1960 – payîzê Barzanî bi bahaneya amadebûna di şayînetîyên fermî da tê Moskvayê, li wir hevraxeberdanan derbaz dike derheqa wê yekê da, ku çekan bidine kurdan eger ewana dest bi serhildanê bikin.

– Sal 1961, 11ê çirîya paşin – destpêka serhildana li Îraqê, ku heta adara sala 1975an kişand.

– Sal 1961, 12ê çileya pêşin – serketina tevgera Barzanî, ku di encamê da li gelîyê Gelî-Zewatê 3 batalyonên Îraqê hatin têkbirin, 600 leşker hatine kuştin û 500 kes jî dîl hatine girtin. Bi vê serketinê axeke mezin kete destê kurdan.

– Sal 1964, 10ê sibatê – nûnerên hukumeta Îraqê û tevgera kurdan peymanek îmze kirin “Derheqa sekinandina şer li Kurdistanê û bi aşîtî çareserkirina pirsgirêkê da”.

– Sal 1964 – buharê di navbera Barzanî û Polîtbyûroya PDK nerazîbûn serî hilda, ku di encamê da Barzanî tam bi ser ket û Polîtbyûro revî Îranê. Ji wê rojê Barzanî bû serekê PDK yê tam û temam û tu wextî tu kes dernekete dijî serokatîya wî.

– Sal 1968, 17ê çirîya paşin – bi riya derbeyê hatina partîya Bees li ser hukum, Barzanî vexwendine Bexdayê bona derbazkirina hevraxeberdanan; peyman hate girêdan derheqa sekinandina şêr da.

– Sal 1969, nîsan – artêşa Îraqê peyman têk bir û kete Kurdistana Başûr.

– Sal 1969 – şer dîsa destpê bû, vê carê cara pêşin bi înîsîyatîva Barzanî.

– Sal 1970, 11ê adarê – Seddam û Barzanî peymanek îmze kirin, ku di dîroka da bi navê “Manîsfêstoya adarê” navdar e. Gorî peymanê heqê kurdan bo otonomîyê hebû û ji bo wê 4 sal lazim bû, bona amadekirina qanûneke wisa.

– Sal 1971 – Êrîşa kuştinê a pêşin li ser Barzanî. 29ê îlonê dêlêgasyona şêxên ereban şandine odeya wî a kar li Hecî Omranê, ku bombe bi xwe va girêdabûn. Du piştmêr hatine kuştin; Barzanî bi xwe ji mirinê filitî, tenê sivik birîndar bû.

– Sal 1972, tîrmeh – cara duduyan êrîşa kuştinê birine ser Barzanî û bi ser neket.

– Sal 1973 – Îraqê bi YKSS ra peymana derheqa dostanîyê û hevrakarkirinê girêda. Hema dû wê ra, serokkomarê DAY Nikson plana Serwêrtîya Rêçgerîyê ya Navnbendî (CIA) testîq kir derheqa wê yekê da, ku di nava sê salan da 16 mîlîon dolaran bidine Barzanî. Bi vî awahî, Barzanî ji piştgirîkirina Sovyet mehrûm bû, lê dewsa wê pitgirîkirina Amêrîkayê sitend.

– Sala 1974, 11ê adarê – li Îraqê qanûna derheqa otonomîya kurdan da hate qebûlkirin.

– Sal 1975, 5ê adarê – li bajarê Cizayîrê peymana Îraqê-Îranê hate îmzekirin, ku gorî wê şah dibû hevalbendê Îraqê. Bi vî awahî, serhildana ku 11ê îlonê sala 1961ê destpê bû, ji binî va têk çû. Peyman bû cezayê kuştinê bo tevgera kurdan: dema Îran dijber bû, wê demê tu şanseke kurdan tunebû şerê xwe berdewam bike, û ya sereke jî, binecîyên sivîl ji gelkujîyê biparêzin. Bi wê ra tevayî jî, şah soz da Barzanî, ku wê kurdan wek mihacir qebûl bike.

– Sal 1975 – Barzanî kete di rewşeke bêçare da, lema ferman da têkoşînê bidine sekinandin û derbazî Îranê bin. 22ê adarê ew bi xwe ji sînorê Îranê derbaz bû, heta dawîya jîyana xwe terka warên ezîz kir. Bi deha hezaran mihacir dane dû wî.

– Sal 1976, 1ê gulanê – li Kurdistana Îraqê destbi serhildaneke nû bû. Seddam Huseyn karibû wê dawîya mehê bide têkbirinê.

– Sal 1976 – Mustefa Barzanî bo qenckirina nexweşîya xwe a penceşêrê çû DAY.

– Sal 1979 – 1ê adarê, roja pêncşemê Mustefa Barzanî li nexweşxaneya Corc-Taunê, li rex Waşîngtonê wefat bû. Cenazê wî li warê bi navê Şîno, li Rojhilata Kurdistanê hate binaxkirin. Piştî 14 salan, 6ê çirîya pêşin sala 1993an meytê wî anîn Barzanê û ew li wir binax kirin.

Sal 1991, 4ê cotmehê – bi saya piştgirîya welatên NATOyê, leşkerên Îraqê ji sê herêmên kurdan yên Kurdistana Başûr hatine raqetandin: ji Hewlêrê, Suleymanîyê û Dihokê. Herêma bi mezîla zêdeyî 40 hezar kîlomêtrên çargoşe bi 3 mîlyon niştecîyan va ji Bexdayê qetîya û Kurdistana Azad xuliqî.

– Sal 1992, meha cotmehê – Parlamentoya Kurdistanê biryar qebûl kir derheqa damezirandina dewleta kurdan ya federal li bakurê Îraqê. 

[1] Vêrsyonek heye, ku wî di çileya paşin sala 1915an derva kirine – redaksyon..

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev