Ji vê bernameyê bêhna dewletê tê

Ji vê bernameyê bêhna têlêvîzyoneke dewletê tê. Amêrîka û dewletên Ewrupayê bersîva hinek pirsên xwe derbarê rewşa Sûrîyê da dikarin ji van herdu camêran bistînin.

Ji vê bernameyê bêhna welatparêzîyê û Kurdistanîbûnê tê. Rojnamevanê binavûdeng Cemal Batunê ji Kurdistana Bakur çûye li Kurdistana Başûr bûye bernameçêkirê têlêvîzyoneke kurdî a navdar, Redwan Badînîyê di hêla rojnamevanîyê da doktor, ji Kurdistana Rojava çûye li Kurdistana Başûr bûye mamostayê Zanîngeha Hewlêrê, malpera kurdên Sovyet ku tê da rojnamevanên profesyonal yên 5 komarên Sovyeta berê hene, vê bernameyê belav dike.

Nimûneyeke xweş û bi îzbat ya yekîtîya kurdan, hevgirtina kurdên hemû perçeyên welêt û heta kurdên dervayî welêt jî û ev hemû fikireke wisa cem temaşevanên vê bernameyê çê dike, ku ev kar li welatekî hevgirtî tê kirinê, ku navê wî Kurdistana Serbixwe ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev