Serxweşîya bi dilekî kovan!

Serxweşîya bi dilekî kovan!

Malpera me bi mirina nivîskarê xwe xemgîn e!

 

Behseke nebixêrîyê îro li me tesele bû. Malbetek û kovara “Welat” li Kurdistana Rojava bi mirina Diljar Seyda, ku herwiha jê ra Bavê Evînê jî digotin, sêwî man, malpera me û gelê me zirareke mezin kişandin.

Gotarên gorbuhuşt Diljar Seyda di malpera me da bi navê Mihemed Zekî Mihemed çap dibûn, lê jê ra Mihemed Emîn Zekî jî digotin. Wî di nivîsên xwe da piranî behsa dîroka gundên Rojavayê welatê me dikir. Di wan da xemgînîya xwe dîyar dikir, ku çawa desthilata Sûrîyê navên gundan yên bi kurdî kirine erebî.

Xemgînîya wî herwiha ji rewşa welatê wî ya aloz, ji dewletnexwezên desthilatparêz bû, ku dilê wî ber van hemû bêbextîyan ber xwe neda û sekinî.

 

Fermo, çend gotarên wî yên di malpera me da çapbûyî ev in:

http://krd.riataza.com/2018/04/05/dirok-u-sernaven-gundeki-eli-bedran/

http://krd.riataza.com/2018/01/26/dirok-u-sernaven-gundeki-2/

http://krd.riataza.com/2017/12/22/gunde-babasi/

http://krd.riataza.com/2017/12/18/dirok-u-sernaven-gundeki/

 

Em li bendê bûn, ku tuyê gotarên nû ji malpera me ra binivîsî û rûpelên wê bixemilînî. Me digot emê navê te yê pîroz dîsa li ser rûpelên malpera xwe bibînin. Vaye em niha dibînin, mixabin, bi vê xebera reş û xemgîn va.

 

Desteya rêvebir ya malpera Riataza bi dilekî kovan serxweşîyê dide malbeta gorbuhuşt Diljar Seyda, kesên ber dilê wî hezkirî, koma dora wî, ku yek ji wan jî malpera me bû.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev