Nameyên evînî -25

Nameyên evînî -25

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a bîstûpêncan e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî yên kurt, lê bi evînê va dagirtî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

 

***
Zewqa min a here mezin ew e, ku te berî min ji tu kesî hez nekirîye, heta bi xeyal jî hez ne kirîye. Vêca tevaya jîyana xwe a paşdemê didî min. Te tenê evîn bida, ezê bextewar bûma, te maç û hemêz di ser da zêde bikira, ezê pir bextewar bûma. Lê niha, gava tevaya jîyana xwe didî min, êdî sînorên min yên bextewarîyê ji vê cihanê derdikevin, weke ku ez dibim kesekî esmanî, kesekî nemir.

***
Ji xwe min bo wê got, pir dînbûn pir hezkirin e cana min. Tu bi min ra dîn dibî, tê wê maneyê ku hezkirina te pir û pir bûye. Ez xênji te ji cihanê tu tiştek naxwezim. Eger malê dinê bixwezim jî, ezê bo te bixwezim, ne bo xwe. 

***
Eger li cihanê sûcekî min hebe, ew jî ew e, ku ji te hez dikim, di ser da jî gelek…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev