Mela Mihyedîn xemileke bedew dide malpera me

Mela Mihyedîn xemileke bedew dide malpera me

Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. 

Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wan fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî ber mirinê ye…

 

Fermo, hûn jî ji helbestên Qasimê Xelîlî wê lezetê bibînin, ku me dît.

 

Qasim Xelîlî

DARA SÊVÊ

 

Dareke sêva xelat

Dil li ser bûbû şewat

 

Ser riyê quncir hebûn

Têr dikir min kêferat

 

Zor û zehmet min didîn

Por dikir berfa sibat

 

Dil çiqas zehmet kişand

Lê dikir sebr û tebat

 

Ez di Sonê bûm xwedî

Sêv li min bûbû xelat

 

Min bi eşqê av dida

Fêkiyek xweş pê ve hat

 

Perperîkek ewwilî

Dev li ken bû j’wê ve hat

 

Hat û danî l’ser çiqil

Roniyek da roj hilat

 

Careke dî min didî

Dengekî xweş tê ji lat

 

Hat li darê bû bi lîs

Ew kewê gozel ribat

 

Dar çiqas kêfxweş dibû

Şahî yû eyd û berat

 

Şewq û tîrêj jê diçûn

Heyv û roj jê mane mat

 

Dîmenê ez şad kirim

Şahiya min qat bi qat

 

Bê çi xweş Yezdanê pak

Xêz dikir wî ev senat

 

Qasimo têra xwe kir

Kir sebat û kir xebat

 

Bû melîk ava dikir

Ev cih û war û welat

 

TARÛMAR

 

Welhasilê kelam

Evîneke her bi êş û dered

Bi elem bi kelem…

 

Qelem bêçar

Her helbestek û rêz û peyv û zar

Qeyd û zîncîrkiriyên hesreta te…

 

Ji kela germa havîn e

Bîranînên te

Hemû bela ha vî ne

Vî dilê tî ne

Van êşan û derdan bi xwe re tîne

Bîranînên te…

 

Hêvî ne

Yên ku te maliştin li erd û erşê

Şikestekên evîneke kezebşewat

Te kirine bin kevîka merşê

Ya zamanî…

 

Heyhat û heyhat

Qêrîna min a bêdeng

Li heft qatên semawat

Û li ezmanî

Bû berq û birûsk

Û baraneke gij bi xwe re anî

Baraneke

Bi qasî kenê te bi heybet

Bi qasî çavên te pîroz

Û dilê min

Bi qasî wê pora koremar

Tarûmar

 

TEŞTA MIN

 

Teştek mi tijî bêje dikir yên ku serî xweş

Teşta xwe mi da ser serê pênûsa berî xweş

 

Ez çûm mi xwe berda kuçe û qadên evînê

Rîtmîk û bi aheng dimeşîm bo rûperî xweş

 

Bir bir û yeko yek mi bi gavên gelekî nerm

Wek Bilbilê Dilşad mi dida pesn bo zerî xweş

 

Pêl pêl bi muzîk û pêlewaz ketme du çavan

Mi b’kêf û bi dilşadî dikir têr soberî xweş

 

Teşta mi hemû kes neşî ku tam bike jê zehf

Tovê hunerê min digerand bare erî xweş

 

Tiştên ku di teştê de hemû gorî perî bin

Ya rewşen û nûr ronî û hûr saf û xwerî xweş

 

Ew ken hele ew ken hele gorî bi wî bim ez

Şi’rek mi nivîsand li serê ew ya herî xweş

 

ZIMANÊ MIN

 

Zimanê min

Ku bit bar ew li canê min

Zemanê min neşî bêjim zimanê min

Bila jê kin ji canê min

Zimanê min

 

De bawer kin

Ne hûn zanin temen wer kin

Heger zor be li zarê min zimanê min

Hema rajin di ar wer kin

Bilanê min

 

Nebêj çawan

Ku bapîr fêhm neke j’lawan

Ne yek bit zarê zarwan û zimanê min

Disîqsîqin ji qehra wan

Dinanê min

 

Bi miş mişka

Hinek jê rengê dûpişka

Didin jehr qaşo yên zana zimanê min

Mixabin bûye barpişka

Xizanê min

 

Hebûna min

Siûdek baş li şûna min

Bigotana ji dest çû va zimanê min

Min ê b’noşa hebûna min

Ji camê min

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev